Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ciwanên Kurd: Me dehan sale hesreta yekîtiya Kurdan jiyan dikir

Edîtor: Axin Mahir Dicle
26/04/2025 - 17:20
di nav Giştî, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
ParvekeTweet

QAMİŞLO- Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi encamnameyekî dawî bû. Dema encamname dihat xwendin ciwanên ku ji her aliyên Rojavayê Kurdistanê hatibûn, bi alên Rêber APO ketin Parka Azadiyê û bi slogana ‘Bîjî SEROK APO’ û ‘Bîjî Yekîtiya Gelê Kurd’ heta ber deriyê hola konferansê meşiyan. Delegeyên Konferansê ciwanên ku bi dehan sale hesreta yekîtiya Kurdan jiyan dikirin, bi coş pêşwazî kirin.


Piştî vê pêşwaziyê encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ji aliyê endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif û Serokê ENKS’ê Mihemed Îsamîl xwendin.

Encamname wiha ye:

“Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di 26’ê Nîsanê 2025’an de li bajarê Qamişlo piştî diyalogên demdirêj û hewldanên spasdar ji heval û birayan ve, bi beşdariya partiyên kurdî, rêxistinên civaka sivîl, tevgera jinan, rêxistinên jinan û çalakvanên civaka Kurd ên serbixwe ji herêmên cuda yên kurdî li Sûriyeyê, bi armanca pejirandina dîtineke yekgirtî ya kurdî li ser avakirina Sûriyeyeke nû û beşdarbûna di teşedana siberoja wê û çareserkirina pirsgirêka kurdî de, di vê qonaxa girîng a dîroka Sûriyeyê de, piştî hilweşîna rejîma zordar a li Şamê di 8’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an de, ev rejîma ku azadî û rûmeta gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê yên neteweyî, olî û civakî binpê kirin û welat li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê wêran kir û bi milyonan ji gelê wê kuştin, koçber û penaber kirin û her çend gelê Sûriyeyê ji bo hilweşandina wê rejîmê û bidawîkirina zordariya wê û bidestxistina azadî û rûmeta xwe qurbanî pêşkêş kirin, gelê Kurd li Sûriyeyê jî di rûbirûbûna wê rejîmê de gelek qurbaniyên mezin û bi hezaran şehîd dan. Gelê Kurd bi dehan salan tê koşiya da ku zordariya neteweyî ji ser xwe rake û mafên xwe yên neteweyî bi dest bixe, her dem têkoşîna xwe ya neteweyî bi têkoşîna xwe ya nîştimanî ve girê da, ji bo avakirina sîstemek demokratîk a piralî li Sûriyeyê.

Li ser bingeha berpirsyariya dîrokî û bersivdayîna pêdiviyên qonaxa niha, avakirina dîtineke siyasî ya hevbeş a kurdî ku îradeyeke kollektîf û projeyeke rastîn ji bo çareseriyeke dadmend ji bo pirsgirêka kurdî li Sûriyeyê wek dewleteke demokratîk û nenavendî nîşan bide.

Beşdaran dîtina hevbeş a kurdî ya ku ji konferansê re hate pêşkêşkirin, wek belgeyeke damezirîner ku îradeyeke kollektîf diyar dike û nêzîkatiyeke rastîn ji bo çareseriyeke dadperwer û berfireh ji bo pirsgirêka Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de, bi nasnameya xwe ya piretnîk, pirolî û pirçandî û pirneteweyî ku destûra wê mafên neteweyî yên gelê Kurd garantî dike, pabendî peyman û rêkeftinên navneteweyî yên mafên mirovan e, azadî û mafên jinan diparêze û dihêle ku ew bi bandor beşdarî hemû saziyên siyasî, civakî û leşkerî bibin, pejirand.

Bi pejirandina vê dîtina hevbeş a Kurdan, konferans daxwaza pejirandina wê wek bingeheke ji bo diyaloga neteweyî dike, çi di navbera hêzên siyasî yên Kurd bi xwe de be, çi jî di navbera wan û rêveberiya nû ya li Şamê û hemû hêzên din ên neteweyî yên Sûriyeyê de be. Ew beşdarî avakirina Sûriyeyeke nû dibe ku hemû gelê xwe di nava xwe de bigire, bêyî ku yek ji pêkhateyên wê ji holê rake yan jî paşguh bike, dûrî zîhniyeta yekalî di raman û pratîkê de û ku rûmet û mafên wan bi destûrî bêyî tu cure cudakariyê biparêze û Sûriye rêzê li têkiliyên xwe yên herêmî û navneteweyî bigire û faktoreke aramî û ewlehiyê li herêmê be.

Di encamê de, konferansê biryar da ku di zûtirîn demê de şandeyeke hevbeş a kurdî ava bibe da ku li ser bingeha pêkanîna vê dîtinê ji bo rastiyeke siyasî bixebite û bi aliyên peywendîdar re dan û standinê bike û diyalogê bike da ku bigihêje naveroka wê û mîsoger bike.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Mazlum Ebdî: Emê ji bo serketina bangawaziya Îmraliyê kar bikin

Nivîsa Pêş

Di pêşengtiya ciwanan de Platforma “Şiyar Be! hat ava kirin

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Di pêşengtiya ciwanan de Platforma “Şiyar Be! hat ava kirin

Di pêşengtiya ciwanan de Platforma "Şiyar Be! hat ava kirin

Ciwan li Berlîn û Hambûrgê ji bo Rêber APO meşiyan

Ciwan li Berlîn û Hambûrgê ji bo Rêber APO meşiyan

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.