AMED- Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya “Şiyar Be!” avabûna xwe îlan kir. Platformê destnîşan kir ku têkoşîna li dijî madeyên hişbir û fihuşê ne pirsgirêkeke takekesî û malbatî ye, meseleya wijdan û siberoja vê civakê ye.
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be li ber Bircên Ben û Senê yên li navçeya Sûr a Amedê bi daxuyaniyekê avabûna xwe ragihand. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên Amedê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn û hevşarêdarên navçeyên Amedê, Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Girseyê di çalakiyê de pankartên Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be, Platforma Komeleyên Amedê, Federasyona Kûlubên Sporên Amator ên “Şiyar Be Ji Hişbirê re Na. Ciwan pêşeroja me ne, em xwedî li pêşeroja xwe derdikevin” û “Şiyar Be jehrê ne heviyê hembêz bike” û dowîzên bi kurdî û tirkî yên “Jehrî Ney Hêvî Verare Bike”, “Jiyan xweş e şiyar be”, “Bêhna Azadiyê Pir Xweş e”, “Em heta dawiyê bi hev re ne”, “Ji hişbirê na”, “Ciwan ranezên li têkoşînê xwedî derkevin” hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Jiyan xweş e şiyar be” berz kirin.
Girse ya ewilî li Parka Sumerê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê kom bû ji vir heta Bircên Ben û Senê yên li navçeya Sûr a Amedê bi pankart, dowîz û dirûşman meşiya. Cihê ku girse tê re meşiya welatiyan jî bi çepikan piştevaniya meşê kirin.