NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku hêzên wan ciwanekî Êzîdî ku ji 2014’an ve çeteyên DAIŞ’ê revandibû, rizgar kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku tîmên operasyonên taybet ên girêdayî hêzên wan, di 12’ê Adarê de operasyonek pêk anî û di encamê de ciwanê Êzîdî yê bi navê Osman Xêro Xwedêda rizgar kir. Osman di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de ya 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê hatibû revandin.
Navenda Ragihandinê diyar kir ku Osman ji gundê Werdiye yê herêma Şengalê ye. Ew di 2006’an de ji dayik bûye û dema zarok bû, çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de ew û malbata wî revandin.
QSD’ê ev agahî li ser Osman parve kir: “Ew bi birayê xwe re 3 mehan li bajarê Mûsilê mabû, piştre ew ji birayê xwe hat cudakirin û çeteyan ew bi 60 zarokên Êzîdî re şandin bajarê Bokemal ê Sûriyeyê. Osman 3 salan perwerdeya şerîetê li Bokemalê dît û navê “Usama El Sinarî” lê hate kirin. Piştre ew li çolistana Sûriyeyê hatin bicihkirin û li wir jî 3 salan tevlî perwerdeya leşkerî bû û 4 salan wekî çekdar di nava çeteyên DAIŞ’ê de ma. Di wê demê de Osman di teqîna mayînekê de ji lingê xwe yê rastê birîndar bû.”
Li gorî agahiyên navendê, Osman diyar kir ku di dawiya 2024’an de ew tevî dehan çeteyên DAIŞ’ê li cihekî çolistana Himsê mabû û di rojekê de ew cih ji aliyê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve bi giranî hat bombebarankirin, di encamê de ji çete û serçeteyan 20 hatin kuştin, lê ew sax ma.
Osman Xêro Xwedêda kêfxweşiya xwe ya ji bo rizgarkirinê anî ziman û spasiya QSD’ê kir.