Enter your email Address

Cumartesi, Temmuz 26, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Gelê me tevî jin û ciwanên xwe, 4’ê Nîsanê ji bo xwe weke roja ji nû ve jidayikbûnê pênase dike

Edîtor: Nucan Serdoz
03/04/2025 - 9:55
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 8 mins read
A A
Gelê me tevî jin û ciwanên xwe, 4’ê Nîsanê ji bo xwe weke roja ji nû ve jidayikbûnê pênase dike
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Konseya Seroktiya Giştî ya KCK’ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê ku roja rojbûna Rêber Apo ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê mizgîniya rizgariya gelê Kurd ji çarenûsa qirkirinê ye û got, “Gelê Kurd, jin û ciwan sekna xwe ya bi coş, bi hêvî û bi biryar a ku li qadên Newrozê û li meşa Amarayê nîşan dan, di nava salê de wê bigihînin asteke bilind a çalakiyan û hêza rêxistiniyê ya hîn xurt. Weke tevger em ê jî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin bingeha têkoşîna xwe û bi vê perspektîfê bixebitin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe yê welatparêz bi taybetî jin û ciwanan, her wiha dostên hêja dikin ku beşdarî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin, li ser vê bingehê rêxistiniyê xurt bikin û çalakiyên demokratîk hîn bi bandor bikin.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di serî de em 4’ê Nîsanê li Rêber Apo, jinan, ciwanan, li gelê xwe, hemû gelan, dostan û li tevahiya cîhana demokratîk pîroz dikin.

Em careke din hevrê Mûstafa Dag û Mahsûm Karaoglan şehîdên 4’ê Nîsanê ku sembolên ciwan ên dilsoziya bi Rêber Apo re ne, bi hurmetî û minetdarî bi bîr tînin.

Em meşvanên Amarayê yên ku di şexsê Rêber Apo de berê xwe dane nirxên demokrasî û azadiyê û hemû kesên ku beşdarî çalakiyên demokratîk bûne silav dikin.

Gelê Kurd heta rabûna Rêbertî, mehkûmê çarenûsa qirkirinê bû ku timî dubare dibû. Rastî qirkirina çandî û fîzîkî hatibû û ji rastiya xwe ya dîrokî biyanî bibû. Li ser esasê siyaseta înkar û tinekirinê ya li Kurdistanê dihat meşandin, ji bo Kurdan jiyaneke tenê di nava sînorên biyolojîk de hatibû dayîn û ev jî bi şertê înkarkirina nasnameya xwe ya çandî bû. Navê welat û çanda Kurdan jî ji dîrokê hatibûn rakirin. Di vê wateyê de jidayikbûna Rêber Apo temsîla ji nû ve vejîna hebûnî ya Kurdê ku navê wê jî dihat xwestin ji dîrokê were jêbirin. Tê wateya welatê me Kurdistanê bi roja xwe re carek din hevdîtin kiriye. Ji ber vê yekê, 4’ê Nîsanê ji dayikbûna Rêber Apo mizgîniya rizgariya gelê Kurd ji çarenûsa qirkirinê ya sed salî ye.

Bi rojbûna Rêber Apo 4’ê Nîsanê re li Kurdistanê dîrok ji nû ve hat nivîsandin. Dîrokeke nû ya hebûn û azadiyê bi têkoşîna azadiyê ya Kurd a ku bi pêşengiya Rêber Apo re dest pê kir, hat nivîsandin. Rê li ber serdemeke nû ya jin û gelan, civaka demokratîk vekir. Ji bo vê jî gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd di 4’ê Nîsanê de wateyên kûr li vê rojê bar dikin. Gelê me tevî jin û ciwanên xwe, 4’ê Nîsanê ji bo xwe weke roja ji nû ve jidayikbûnê pênase dike û li ser vê bingehê li her devera lê dijî xwedî li vê rojê derdikeve û pîroz dike. Rojbûna Rêber Apo weke rojbûna xwe dibîne. Dibêje “Rojbûna te rojbûna me ye.” Rastiya ku gelê me wateyên bi vî rengî yên kûr bi 4’ê Nîsanê ve girê dide û li her cihê lê ye pîroz dike, gav bi gav dibe nirxekî civakî yê hevpar.

Civaka Demokratîk û Vejîna Kurdê Azad ku bi rojbûna Rêber Apo re destpê kirî, di heman demê de tê maneya vejîna çandî, olî û nasnameyî ya gelên din ên li Rojhilata Navîn. Ev rastiya ku Kurd dijîn, bi rastiya dîrokî û civakî ya gelê me re dibe yek. Yê ku ev ruh û çanda jiyana bi hev re û xwişk-biratiyê gelê me ya civakî û dîrokî derxist holê Rêber Apo bû. Ev ruhê aştî û xwişk-biratiyê ku di dîrok û jiyana gelan de hebû, bi saya Rêber Apo li erdnîgariya Rojhilata Navîn ji nû ve zindî bû. Li dijî zivistanên reş ên ku ji aliyê dewletên netewe ve hatine avakirin, îro ev ruh û têgihiştina civakî û çandî ya dîrokî ku weke civaka demokratîk û avakirina neteweya demokratîk di pêşengiya gelê Kurd de pêş dikeve, xurttir dibe.

Gelê me niha berê xwe daye armanca azadiyê ya Rêbertî. Rojeva wê ya herî sereke ev e. Gelê me êdî dixwaze Rêber Apo bi rengekî fîzîkî di nava xwe de bibîne. Di her firsendê de biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna demokratîk a vê armancê tîne ziman. Ji xwe ev rastî herî dawî li qadên Newrozê yên bi coş ji aliyê her kesî ve hate dîtin. Ev daxwaz û îradeya gelê me ku êdî ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve pêkan bûye, divê ji aliyê muxataban hemûyan ve bê dîtin û rast bê nirxandin. Ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd a sed salî û çareseriya pirsgirêka Kurd jî demokratîkbûna tevahiya Tirkiyeyê ye.

Gelê Kurd, jin û ciwan sekna xwe ya bi coş, bi hêvî û bi biryar a ku li qadên Newrozê û li meşa Amarayê nîşan dan, di nava salê de wê bigihînin asteke bilind a çalakiyan û hêza rêxistiniyê ya hîn xurt. Weke tevger em ê jî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin bingeha têkoşîna xwe û bi vê perspektîfê bixebitin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe yê welatparêz bi taybetî jin û ciwanan, her wiha dostên hêja dikin ku beşdarî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin, li ser vê bingehê rêxistiniyê xurt bikin û çalakiyên demokratîk hîn bi bandor bikin. Her wiha em bang li her kesî dikin ku li ser bingeha perspektîfa civaka ekolojîk a Rêber Apo li her derê şitlê daran biçînin û derdorê şîn bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KJK: Jin û ciwan bi Rêber APO ber bi azadiyê ve dimeşin

Nivîsa Pêş

Meşa ber bi Amarayê roja xwe ya sêyemin de ye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Meşa ber bi Amarayê roja xwe ya sêyemin de ye

Meşa ber bi Amarayê roja xwe ya sêyemin de ye

Ciwanan Mustafa Dag ê di meşa “Rêwîtiya ber bi Rojê” de hat qetilkirin, bi bîr anîn

Ciwanan Mustafa Dag ê di meşa "Rêwîtiya ber bi Rojê" de hat qetilkirin, bi bîr anîn

Manşet

  • Bîlançoya qurbaniyên komkujiyên li Siwêdayê derket hezar û 420 kesan
  • Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
  • Veysî Aktaş hate berdan
  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO
  • Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
  • Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir
  • YCWK: Jiyaneke bi rûmet bê parastinê ne mimkun e

Herî zêde hatine xwendin

  • Dîroka hevdîtina Şanda Îmraliyê bi serokên partiyên siyasî re hatiye piştrastkirin

    Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş hate berdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bîlançoya qurbaniyên komkujiyên li Siwêdayê derket hezar û 420 kesan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ewropî: Em dixwazin bi Birêz Adullah Ocalan re nîqaş bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ NRW: Bê Rêber APO jiyan nabe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Tevgera Ciwanên Şoreşger NRW banga îşev derketina qadan kir

    1 Parve kirin
    Parve Bikin 1 Tweet 0
  • Ciwanên Düsseldorfê: Werin em beşdarî Meşa Dirêj bibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.