HALEP- Ciwanên Helebê şehîdên serhildana 12’ê Adarê bi merasîmekê bibîranîn û soza domandina rêya şehîdan dan. Merasîm bi pêşengiya Ciwanê PYD’ê li goristana şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat lidarxistin.
Xelkên her dû taxan, jinên ciwan, endamên saziyan û partiyan beşdarî merasîmê bûn. Li wir, rêveberiya ciwanên PYD’ê Sabir Eros şehîdên 12’ê Adarê bibîranîn û got: “12’ê Adara 2004’an bû çirûska şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo gelên herêmê. Îro jî bi saya tevahî şehîdan destkeftiyên mezin hatin bi destxistin. Em weke ciwanên PYD’ê soz didin ku destkeftiyên şehîdan biparêzin û xwedî li têkoşîna wan derkevin.”
Piştî axaftina mûm li ser gorên pakrewanan hat vêxistin.