HESEKÊ- Endamên Meclisa Ciwanên MSD’ê yên li bajarê Hesekê 10’ê Roja Cil û bergên Kurdî pîroz kirin. Ciwan û jinên ciwan ên bi cil û bergên gelêrî yên Kurdî li nava kolanên Hesekê geriyan, bal kişandin ser girîngiya lixwekirina kincên li gorî çanda Kurdî.
Ciwanan diyar kirin ku li dijî çanda Kurd polîtîkaya şerê taybet a tund tê meşandin û herî zêde ciwan di bin bandora vê yekê de ne û gotin ku dijmin 24 saetan êrîşî ciwanan dike ji bo ku ciwanan ji çand û nasnameya wan dûr bixe.
Ciwanan diyar kirin ku ji kîjan netew dibe bila bibe divê ciwan ziman, cil û berg û stranên xwe biparêzin.