MÊRSÎN – Li navçeya Akdenîzê ciwanan li dijî ixaneta KDP ku li herema Amediyê bi cil û bergên sivil bi hevkariya elamanên MIT’ê ve bûn sedema şehîd xistina 3 gerilayên azadiyê derketina kolanan û bertekên xwe dan nîşan dan.
Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê çalakiyên ji aliyê ciwanan ve li dijî ixanetê û li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin. Ciwan li taxên Yenîpazar, Demîrtaş û Çîlekê daketin qadan û bi pêxistina agir û danîna barîkatan çalakî pêk anîn.
Li hemberî êrîşa polîsan a bi fîşekên hewayî, molotofkokteylan û bombeyên deng, ciwanan gelek caran dirûşma “Bijî Serok APO” berz kirin.



