NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, em bi Rêber APO re azad bibin” yekîneyên Mersînê danê êvarê li Taxa Yenîpazar a Mêrsînê û navçaya Akdenîzê ji bo tolhildana sê şehîdan herêma başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di çalakiyê de yekîneyên me bi molotofkokteylan û fîşekên hewayî li polîsên Tirk ên faşîst xistin. Em diyar dikin ku em ê ti êrîşan li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê yên leheng bê bersiv nehêlin û heta tola xwe hilnedin em ê ranewestin û ji bo tolhildana vê êrîşa qirêj em ê ranewestin.”



