Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

Edîtor: Nucan Serdoz
11/02/2025 - 8:30
di nav Biranîna Şehîdan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Rojava, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Bi wesîleya yekemîn salvegera şehadeta Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik ên 11’ê Sibata 2024’an di êrîşeke dewleta Tirk a dagirker a li hember Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûn, hevalê wan ê têkoşînê Mazlûm Yildiz ji ajansa me re axivî.

Gaziyê şer Mazlûm Yildiz diyar kir ku şehîd Sorxwîn û şehîd Azadî pir ji mirovan hez dikirin û got, “Her du heval ji bo me xwedawendên pîroz in. Em ê têkoşîna wan ji her demê zêdetir pêş bixin.”

Gaziyê şer Mazlûm Yildiz anî ziman ku fermandar Sorxwîn ji Rojhilatê Kurdistanê bû, lê qet xwe cuda his nedikir û got, “Hevrê Sorxwîn her digot, ‘Eger ez şehîd bibim, darbesta min li bajarê min Kobanê bigerînin û li nava xaka pîroz a şehîdan min veşêrin.’ Li gor wê wesîyet û daxwazê heval û hogirên wê darbesta wê bi kesk û sor û zer xemilandin û berê wê dan bajarê berxwedanê Kobanê da ku di merqeda xwe de aram razê.”

Mazlûm Yildiz bi bîr xist ku fermandar Sorxwîn ji tevahî netewe û gelan hez dikir û wer dewam kir, “Hevala Sorxwîn dildara azadî û pêkve jiyana gelan bû. Timî digot, ‘Em tev mirov in. Divê di nav me de ferq û cudatî nebe. Hewce ye em pergala xwe ya demokratîk pir bi lezgîn jiyanî bikin.’ Hevala Sorxwîn di jiyana xwe de her nimûne bû. Hevalan jî pir jê hez dikirin û qîmet didanê. Wê jî pir ji hevalan hez dikir û bi wan re mijûl dibû, pirsgirêkên wan jî çareser dikirin. Hevala Sorxwîn di rêveberiya giştî ya gaziyan de cih digirt. Lê qet xwe ji hevalan cuda nedidît. Hevalek fedakar, jîr û zana bû. Jixwe hevala Sorxwîn bi xwe jî hevalek gazî bû. Di şerê Kobanê de çavekî xwe winda kiribû. Lê hingî xwezayî û têkoşer bû, mirov qet ferq nedikir û çavekî heval protez e. Hevala delal Sorxwîn pir zû diket dilê hevalan û gel jî pir jê hez dikir. Bi taybet jî gelê Kobanê pir pêve girêdayî bû. Ji bo gelê Kobanê şer kiribû û ew ji çeteyên DAIŞ’ê parastibûn. Di heman demê de di nava gelê Kobanê de pir kar û xebat kiribû.

‘Pir nazik û hestiyar nêzî gaziyan dibû’

Gaziyê şer Mazlûm Yildiz têkildarî Azadî Dêrik jî wiha axivî, “Hevala Azadî jî weke hevala Sorxwîn pir jîr bû. Jidil û can dixebitî. Dixwest ji xebatên hevalên gazî yên federasyonê re bibe bersiv û karekî serketî pêk bîne. Hevala Azadî ne gazî bû, lê pir nazik û hestiyar nêzî hevalên gazî dibû. Timî rûken û bi heyecan bû. Pir bi hevalan re mijûl dibû. Dixwest derûniya wan fêm bike û bi wan re bibe alîkar. Bi rastî windakirina fermandar Sorxwîn û Azadî ji bo me tevahî gaziyan pir giran bû. Lê li ser wan qehreman û şêrejinan girî û hezn, şaş e. Ya girîng ew e, em wan ji xwe re bikin pîvanên xeta azadiyê.”

Mazlûm Yildiz axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Di şexsê van her du fermandarên pîroz de tevahî şehîdan bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî wan ditewînim. Em şopdarê xeta wan in, em ê tol û heyfa wan rakin. Her du heval ji bo me xwedawendên pîroz in. Em ê têkoşîna wan ji her demê zêdetir pêş bixin”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meşa Dirêj roja xwe ya ewil bi dawî bû

Nivîsa Pêş

Nelson Mandela: Ez beşekî ji tekoşîna Kurdan im

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Nelson Mandela: Ez beşekî ji tekoşîna Kurdan im

Nelson Mandela: Ez beşekî ji tekoşîna Kurdan im

Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin

Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.