TIŞRÎNÊ – Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Çileyê ve bi armanca parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, nobetê digire.
Bi sedan şêniyên ji kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ku vê sibehê ber bi Bendava Tişrînê ve ketibûn rê, gihîştin bendavê.
Li bendavê xelkê kantona Cizîrê çend roj e li wir li hember êrişan di nava çalakiyan de ye.


