Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

QSD encama şer û pevçûnên duh eşkere kir

Edîtor: Çekdar Amed
15/01/2025 - 12:09
di nav Daxuyanî, Êrîşên Dagirkeiyê, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 4 mins read
A A
QSD encama şer û pevçûnên duh eşkere kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyê Demokratîk bi daxuyaniyekî nivîskî encamên şerên 14’ê Çile li başûr û rojhilatê Minbicê û bakurê bendava Tişrînê ji raya giştî re eşkere kir. Hat diyar kirin ku zêdetirî 18 çete hatin kuştin, 7 wesayîtên zirxî yên BMB, 3 tank û 6 wesayîtên bi çekên doşka hatin rûxandin.

Daxuyanî wiha ye:

“Berxwedana şervanên me li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê roj bi roj girantir dibe, bi taybetî li eniyên bendava Tişrîn û Qereqozaq, derbeyên giran li çeteyan û alavên wan dixin, her wiha dagirkeriya Tirk wan ber bi rewşeke bêencam û mirinekî neçar ve dibe.

Duh, sêşemê, piştî nîvro, bi piştgiriya balafirên şer ên artêşa Tirk, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji zeviya “Ebû Seîd” êrîşek berfireh li dijî herêma “Girê Sûriyê” û derdora wê pêk anîn. Di vê êrîşê de wesayitên zirxî yên di nav de BMB û wesayîtên bi çekên doşka, li gel tankan hatin bikaranîn. Di navbera şervanên me û çeteyan de şerên dijwar qewimîn û di encamê de 2 wesayitên zirxî yên çeteyan hatin rûxandin û yek jî hate derbkirin. Hate piştrastkirin ku 18 çete hatin kûştin, 9 çete jî birîndar bûn, yên din jî ji qada şer reviyan.

Çeteyan careke din êrîş birin li ser Girê Sûriyetel, lê wesayiteke doşka û wesayiteke zirxî ya BMB hate rûxandin û êrîş bi temamî hate şikandin.

Bi giştî hêzên me li dijî çeteyan 19 çalakî li dar xistin, bi vê encamê:
1. 7 wesayîtên zirxî yên BMB hatin rûxandin.
2. 3 tank hatin rûxandin.
3. 6 wesayîtên bi çekên doşka hatin îmhakirin.
4. 3 komên çeteyan hatin hedefkirin.

Piştî şikandina van êrîşan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berê xwe dan taktîka xwe ya asayî û bomberdûmana bi çekên giran pêk anîn. Di encamê de 5 şervanên me şehîd bûn. Her wiha, balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 4 êrîşên hewayî li ser girê Berkelê yê li başûrê Kobanê pêk anîn û bi topên giran topbaran kirin. Di encamê de hin zirarên madî çêbûn. Firînên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker û balafirên bê mirov li ser herêmê duh tevahiya rojê berdewam kir.

Li eniya Eyn Îsayê şervanên me li gundê Ebû El-Duhûr li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encamê de wesayiteke leşkerî ya Toyota hat rûxandin û gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin, lê hejmara çeteyên ku hatine kuştin û birîndarkirin nehate zelalkirin.

Her wiha li gundê Bîr Ereb jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi dijwarî hate topbarankirin. Çeteyan her wiha bi du balafirên keşfê êrîşî gund kirin, yek ji wan teqiya û di encamê de şervanekî me birîndar bû, ya din jî ji aliyê hêzên me ve bi awayekî serkeftî hate astengkirin û rûxandin. Firînên balafirên bê mirov ên artêşa Tirk a dagirker ên li qada hewayî duh tevahiya rojê dewam kirin.

Li eniya Qereqozaq, berxwedana bi heybet a hêzên me, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî bi bandor asteng kirin. Lê belê artêşa Tirk a dagirker bi balafiran bomberdûman kir û 9 êrîşên hewayî li ser van cihan pêk anîn: gundê Dîcanê, silo û balafirgeha Sirînê û girê Mexribtîn. Êrîşa hewayî li ser gundê Dican malên sivîlan kirin armanc û çarenivîsa çend malbatan ne diyar e. Zêdebûna bomberdûmana hewayî ya artêşa Tirk a ji aliyê balafirên şer û balafirên bê mirov ve, nehîştin rewşa van kesan bê zanîn.

Her wiha duh di saetên dereng ên şevê de balafirên şer derdora Pira Qereqozaq hedef girtin. Di heman demê de gundên Bîr Hiso, Ceda û Dicanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi çekên giran, hawan û roketavêjan topbaran kirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê 2 Gerîlayên Şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn

Nivîsa Pêş

Dîmenên nû yên çalakiyên hewayî yên Yekîneyên Şehîd Harûn hatin weşandin

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Dîmenên nû yên çalakiyên hewayî yên Yekîneyên Şehîd Harûn hatin weşandin

Dîmenên nû yên çalakiyên hewayî yên Yekîneyên Şehîd Harûn hatin weşandin

HTŞ’ê taxa Kurdan dorpêç kirin û 100 şêniyên taxê girtin

HTŞ’ê taxa Kurdan dorpêç kirin û 100 şêniyên taxê girtin

Manşet

  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.