Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Komkujiya Parîsê li Şengalê bi meşekê girseyî hat şermezarkirin

Edîtor: Nucan Serdoz
09/01/2025 - 22:56
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Komkujiya Parîsê li Şengalê bi meşekê girseyî hat şermezarkirin
ParvekeTweet

ŞENGAL- Xelkê Şengalê bi pêşengiya TAJÊ komkujiya Parîsê ku sê jinên şoreşger û pêşeng Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şehîd bibûn, bi meşeke girseyî şermezar kir. Di meşê de peyama, ‘Gavên ku TAJÊ di Şingalê de avêtiye tovên 30 saliya tekoşîna Sara ne. Ta dawiyê emê li ser şopa wan tekoşîna xwe bidomînin. Wê tekoşîna Jin Jiyan Azadî biserbikeve û wê dijmin têk biçe û civaka me biserbikeve’ hate dayîn.

Komkujiya Parîsê ku 9’ê Çileya 2013’an ji aliyê MİT’a Tirk ve pêkhat û di encamê de yek ji damezrînera PKK’ê û Tevgera Azadiya Jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez şehîd bûn, li nahiya Sinûnê ya Şengalê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin.

Meşa bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) pêkhat, li ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê ta qada Mam Zekî dewam kir. Di meşê de ala ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser, wêneyên şehîdên komkujiya Parîsê hatin hildan. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî Sara Rojbîn û Ronahî û Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin gotin. Li qada Mam Zekî piştî deqeyek rêz hat girtin Berdevka TAJÊ Riham Hico bi navê girseya gel û jinana axaftin kir.

Rîham Hico berdevka TAJÊ di daxuyaniyê de komkujiya Parîsê û armanca wê bibîr xist û wiha got: ‘Di kesayeta şehîdên Parîsê yên komkujiya yekem û duyem de em hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin û soza xwe nû dikin. Em komkujiyên dûrî exlaq, Tirsonek û durî wijdanê mirovahiyê şermezar dikin. Herdû komkujî li Paytexta Firansa Parîsê pêkhat, cihê ku qaşo pir ewle ye. Pêşengên Kurdan, pêşengên jinan û pêşengên hûnerê li Paytexta Firansa Şehîd bûn. Rojane li herçar perçeyên welat êrîş li dijî Kurd û Kurdistanê têne kirin. Gelê Rojavayê Kurdistanê eve 14 sale tekoşîna azadiyê didin meşandin, xweseriya xwe ava kirin û dinava aramiyê de jiyan dikirin. Li seranserî herêmê îroj bûne hedefa êrîşên dewleta Tirk ya dagirker. Li seranserî Rojava hêzên parastinê li himberî hêzên tarî berxwedaniyekî mezin didin meşandin. Berxwedaniya ku li wir tê meşandin ji Şingalê ne qute. Xeteriya li ser Rojava li ser Şingalê jî heye. Mînaka wê jî dema fermanê êrîşên li ser rojava û Şengalê bi hevre bûn.’

‘Tovên tekoşîna Sara me li ser piyan hiştiye’

Rîham Hico di dawiyê de êrîşên li ser rojava jî bibîr xist û silav kir û da zanîn ku ewê li ser şopa Sarayan tekoşîna xwe dewam bikin û wiha got: Jinên Êzidî û Kurd bihevre tekoşînekî mezin ji bo azadiya hemû jinan didin meşandin. Xelkê rojava ji bo piştevaniya hêzên xwe berê xwe dan çeperên şer, lê konvoya gel ji aliyê dewleta Tirk ve rastî êrîşan hat û komkujiyek li wir çêbû. Di wê êrîşê de rêveberiya rêxistina Zenûbya tevî 4 kesan şehîd bûn û birîndar jî hebûn. Dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî her kesî şer dikin, em jî vê dibêjin bav û bapîrên Erdogan ferman anîn serê me û em tune nekirin wê jivir û şûnde jî me tune neke. Wê şengal bi pêşengtiya jina fermandar û azad ber bi serkeftinê ve bimeşe. Em dev ji doza Sakîne, Leyla û Ronahî bernadin, em bi tekoşîna wan liser piyane. Gavên ku TAJÊ di Şingalê de avêtiye tovên 30 saliya tekoşîna Sara ne. Ta dawiyê emê li ser şopa wan tekoşîna xwe bidomînin. Wê tekoşîna Jin Jiyan Azadî biserbikeve û wê dijmin têk biçe û civaka me biserbikeve.’

Daxuyanî bi dirûşma, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Efrînê berê xwe didin eniyên şer

Nivîsa Pêş

Berxwedana Bendava Tişrînê bi biryardariyeke mezin didome – Hat nû kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Berxwedana Bendava Tişrînê bi biryardariyeke mezin didome – Hat nû kirin

Berxwedana Bendava Tişrînê bi biryardariyeke mezin didome - Hat nû kirin

Gazîyên Şer: herkes di nava vê şerê de erkekî ji xwe re çêbike

Gazîyên Şer: herkes di nava vê şerê de erkekî ji xwe re çêbike

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Fermandar Sîdar Efrîn Sembola Têkoşîna Jina Kedkar û Şerker e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.