Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe rênîşana me ya têkoşînê

Edîtor: Nucan Serdoz
31/12/2024 - 10:52
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe rênîşana me ya têkoşînê
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê anî ziman ku baweriya wan heye di sala nû de Rêber Apo azad bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye û herêm demokratîk bibe, li herêmê û hemû cîhanê aştî û aramî çêbibe.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK) bi wesîleya sala nû peyamek weşand. Peyam bi vî rengî ye:

“Mirovahî û gelê me dikeve saleke nû. Sala borî li cîhanê, herêma me û welatê me Şerê Parvekirinê yê Cîhanê yê 3’yemîn kûr bû, bû sedema gelek windahiyên can û birîndariyan, belavî qadên nû bû û dom kir. Şer bi rengekî giran hemû mirovahî bandor kir. Birçîtî, têhnîtî, xwe negihandina derfetên tenduristiyê, xizanî, bêkarî, şert û mercên jiyanê hîn xirabtir bûn û belav bûn.

LI KURDISTANÊ PÊKANÎNÊN MÊTINGER HATIN PÊŞXISTIN

Dewleta Tirk a mêtinger û qirker, şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn weke yedek bi kar anî û ji bo tasfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, ti tişt nema ku pêk neanî. Tecrîda li ser Rêber Apo domandiye, li dijî gerîla bikaranîna her cure çeka kîmyewî domandiye, êşkenceyên herî giran jî di nav de li dijî girtiyên azadiyê pêk anî, mafên hiqûqî yên gerdûnî tune hesibandiye û her cure bêhiqûqî pêk aniye. Zextên li ser jinan jî hatine domandin, komkujî, girtin û destdirêjî êdî weke ku tiştekî ji rêzê ye hatine domandin. Bi taybetî tayînkirina qeyûm a li gelek şaredariyên bi hilbijartinê hatine ser kar, nîşan da ku bêtehemûliyeke mezin li hemberî mafê jiyanê yê gelê Kurd heye. Ev yek bûne pêkanînên mêtingeriyê yên herî berbi çav.

Bi geşedanên li Sûriyeyê re, çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê yên girêdayî hikûmeta Tirk a faşîst li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêkanînên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd de, zêdeyî sed hezar mirovên me ji cihên wan kirine, jin û zarok qetil kirine.

Êrîşên li dijî gelê me û Tevgera Azadiya Kurdistanê, di esasê xwe de bi vê armancê tên kirin ku îradeya berxwedanê, hêvî û baweriya ji bo jiyana azad bişikînin. Berxwedana ku Rêber Apo di şert û mercên tecrîdê yên herî dijwar de raber kirî, berwedana lehengî ya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî her cure çekên qedexekirî û teknîka pêşketî ya artêşa Tirk raber kirî, hemû hesabên hikûmeta faşîst têk birine. Em hemû şervanên azadiyê yên ku di vê berxwedanê de û li Kurdistanê şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em ê di bingeha mezinkirina têkoşînê de xwedî li bîranîna wan derkevin û em baweriya xwe ya pêkanîna serkeftinê tînin ziman.

Berxwedana gelê me, kedkaran û jinan a ku bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ nîşan dan nehişt ku hikûmeta mêtînger û faşîst bigihije armanca xwe. Bi taybetî jî pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ ku Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê me bi dostên xwe re di asta cihanî de meşand, sînorên Kurdistanê derbas kir û gerdûnî bû. Ji bo tarîtiya ku dihat afirandin belav bike, rolekî mezin lîst û asoyeke mezin a azadiyê afirand.

Rêber Apo di 28’ê Kanûnê de li Îmraliyê bi heyeta DEM Partiyê re hevdîtin pêk anî. Ev hevdîtin di encama sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê, berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, gelê me û dostên me yên li Kurdistan û tevahiya cîhanê de, pêk hat. Di vê hevdîtinê de Rêber Apo li dijî tarîtiya ku tê ferzkirin, careke din bi berpirsyariyeke dîrokî nêrînên xwe yên pozîtîf, çareserî û nêrînên ku asoya hizir berfireh dike, nîşan da. Ligel çareseriya pirsgirêka Kurd demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, bi bawerî û îradeyeke mezin nîşan da ku aştiya adil li hemû cîhanê erkeke lezgîn e, ji bo gel, tevger, kedkar, jinan, hemû bawerî û çandan asoyeke nû ya azadî, hêvî û baweriyê ava kir. Rêbertiya me nêrînên xwe ji bo çareseriya pirsgirêkan di heft xalan de diyar kiriye, ev yek dihêle ku em weke tevger û gel hê bi hêvîtir nêzî sala nû bibin û erkên divê werin bi cih anîn ji bo me diyar kiriye.

Weke Tevgera Gel û Azadiyê, em diyar dikin ku nêrînên Rêbertiya me ku di rojên dawî yên sala 2024’an de mîna manîfestoyê ye, wê di sala nû de bibe pisûlayê me ya têkoşînê. Em bang li gelê xwe, hemû dostên xwe, hemû beşên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ên alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dikin ku li ser vê bingehê têbikoşin. Bi bîr û baweriya ku sala nû wê Rêber Apo azad bibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye û herêm demokratîk bibe û aştî û aramî li herêma me û tevahiya cîhanê serwer bibe, em pêşî sersala Rêber Apo, hemû hevrê, jin û kedkarên ku ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji bo xwendekaran li Qamişlo civin hat lidarxistin

Nivîsa Pêş

Hozat: Rêber APO ji bo Tirkiyeyê şensê dawî ye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Hozat: Rêber APO ji bo Tirkiyeyê şensê dawî ye

Hozat: Rêber APO ji bo Tirkiyeyê şensê dawî ye

Milîsên MAK’ê sala 2024’an 168 çalakî kirin

Milîsên MAK'ê sala 2024'an 168 çalakî kirin

Manşet

  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

Herî zêde hatine xwendin

  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.