Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Fermandar Ronahî Yekta di berxwedana Tişrînê de Şehîd bû

Edîtor: Nucan Serdoz
26/12/2024 - 19:25
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Fermandar Ronahî Yekta di berxwedana Tişrînê de Şehîd bû
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya YPJ’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di berxwedana Tişrîn a 25’ê Kanûnê (2024) de Fermandar Ronahî Yekta şehîd bû.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Hevrêya me Ronahî Yekta li eniya berxwedana dîrokî ya bendava Tişrînê, dema ku li dijî dewleta dagirker ya Tirk û çeteyên wî têkoşîn dikir, tevlî karwanên nemiran bû.

Fermandara YPJ’ê Arşîn Hisên bi nasnav Ronahî Yekta yek ji fermandarên leheng yên berxwedaniya bê emsal ya eniya bendava Tişrîn û Qereqozaxê bû. Armanca çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyê gelên bakur-rojhilatê Sûriyê teslîm wergirtine, di heman demê de hemû nirxên civakî û mirovî ku gelên herêmê bi berdêlên giranbuha qezenc kirine, ji holê rakirine. Li gel vê yekê jî Sûriyê ji bo jinan, gelan û baweriyan kirina dojeheke ser erd, kiryarên esasî yên hovitiya komên çete yên girêdayî dewleta Tirkiyê ye. Komên girêdayî dewleta Tirk bi van armancan li dijî herêmê me êrîşên giran dane destpêkirin. Li beramberî vê zarokên herî egîd û canfeda yên gelên bakur-rojhilatê Sûriyê, li çeperên berxwedanê destanan dinivîsînin. Ne tenê dibin mîmarê vê rastiyê, her wiha bi fedakirina canê xwe yê pîroz nîşanî hemû cîhanê jî didin ku rûmeta jinên têkoşer û mirovên azad, dê li dijî her cure zordestî, zext û ferzkirinan serî netewînin û wê dubare hêviya jiyaneke wekhev û azad di dilê gelan de hêşîn bikin. Şervanên ku di çeperan li dijî çeteyên dagirkeriya faşîst ya Tirkiyê şer dikin, dizanin ku ev têkoşîna wan ji dîrokê re dibe mal, ev têkoşîn tarîtiya li ser siberojê radike. Li ser vê bingehê bê tirs û dudilî hebûna xwe feda dikin.

Rêheval û fermandara me Ronahî Yekta jî xwedî ruheke evçend berz, kesayeteke bilind ya şoreşgerî û dilekî bi qasî derya mezin bû. Wê di dilê xwe de tucar cih neda qirêjiya serdemê û qet jî qebûl nekir ku xirabî hakimiyetê li ser civakê ava bike. Ew li bajarê rûmet û berxwedanê Efrînê hate cîhanê. Di zarokatiya xwe de di nav xebatên çand û hunerê de cih girt. Jiyan hem bi ziravî û hunera hunermendekê hem jî bi pîvanên jineke şoreşger jiyan kir. Lewma bi gurbûna şoreşa azadiyê ya li Sûriyê re, wê jî berê xwe da çeperên têkoşînê. Di sala 2012’an de dema ku çeteyên El Nusra êrîşî Helebê kirin, li hemberî wê Ronahî rêka tekoşîn û berxwedanê hilbijart û beşdarî nava xebatên şoreşê bû.

Ronahî Yekta di xebatên Ciwanên Şoreşger de cihê xwe girt. Bû rêheval û hogira jinên ciwan û ciwanan. Ronahî bi evîna şoreşê ciwanan perwerde kir. Di hemû herêmên bakur-rojhilatê Sûriyê xebatên rêxistinkirinê meşand. Dema ku dewleta dagirker ya Tirk êrîşê Efrînê kir û trajediyeke mezin ya mirovahiyê hate jiyîn, Rêheval Ronahî bi hêrs û kîneke mezin soza tolhildanê da. Pêwîstiya jiyanî ya parastinê hîna kûrtir hîs kir û tevlî nava refên YPJ’ê bû û di demeke kin de xwe di warê hunera şer û parastina jinê de kûr kir. Bi perwerdeyên birdozî û leşkerî ku dît, bû yek ji fermandara ciwan ya YPJ’ê û bi kedeke bêhemta hem şervan perwerde kir, hem jî erk û berpirsyariyên parastinê bi cidiyeteke mezin pêk anî.

Şervan û hevrêyên Ronahî Yekta hêvî û coşa di kurahiya çavên wê de, di her kêliya jiyanê hîs kirin û jê hêz girtin. Ji ber Ronahî Yekta bi menewiyata bilind ya azadiya jinê xwe têr dikir. Lewma jiyana xwe jî bi dîsîplîn, rêhevaltî û têkoşîna li ser bingeha pîvanên şoreşgeriyê dineqişand. Rêhevala me Ronahî Yekta di 25’ê Kanûnê, dema di cenga li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî tevî hevalên xwe têkoşîneke mezin û dîrokî raber dikir û di encama êrîşa dewleta Tirk de gihîşt şehadetê.

Em, rêhevala xwe fermandar Ronahî Yekta bi hurmet û rêzdariyeke bêdawî bi bîr tînin, li pêşberî bîranîna wê bejna xwe ditewînin. Ji malbata wê ya welatparêz re, ji gelên bakur-rojhilatê Sûriyê û hemû rêhevalên wê re sersaxiyê dixwazin. Emê di têkoşîna xwe ya mafdar û birûmet de bîranîna Wê tim bidin jiyandin û em soz didin ku tola şehîdên xwe, bi misogerkirina jiyana azad û wekhev tacîdar bikin. Têkoşîna şehîdan ji her demê bêtir rêya me, doza me û armanca me ya serkeftinê ronî dike.”

Nasnameya Ronahî Yekta wiha ye:

Nav û Paşnav: Arşîn Hisên

Nasnav: Ronahî Yekta

Navê Dayik: Hesne

Navê Bav: Enwer

Cih û Dîroka Şehadetê: 25.12.2024/Bendava Tişrînê

 

 

 

 

 

 

 

1 Ji 9
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dîmenên çalakiyên li dijî çeteyan

Nivîsa Pêş

Ciwanên Cizîr: Ji bo parastina axa xwe em amade ne her tiştî bikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Cizîr: Ji bo parastina axa xwe em amade ne her tiştî bikin

Ciwanên Cizîr: Ji bo parastina axa xwe em amade ne her tiştî bikin

ˋBi rihê şerê gel ê şoreşgerî em tev li seferberiyê dibinˊ

ˋBi rihê şerê gel ê şoreşgerî em tev li seferberiyê dibinˊ

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Lavrîoyê bi boneya 14’ê Tîrmehê bi bîranîn!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.