Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NAVENDA NÛÇEYAN– HPG’ê agahiyên berfireh ên çalakiya ku duh danê sibehê li dijî qereqolên li navçeya Şemzînanê pêk anîn, eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, 2 jê cerdevan bi giştî 21 leşker hatin kuştin. Li Bazîdê jî di şer de leşkerek hate kuştin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/11/2017 - 9:51
di nav Daxuyanî, Giştî
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, li ser çalakiyên gerîla û şerê rojên dawî daxuyaniyek li ser malpera xwe ya înternetê weşand û ev agahî da:

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me li navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê çalakiyên berfireh li dijî artêşa TC a dagirker kirin. Li Şemzînanê hêzên me li çar qereqolan xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin di encamê de 2 jê cerdevan bi giştî 21 leşkerên dijmin hatin kuştin. Li Bazîdê jî leşkerekî dijmin hate kuştin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

2’ê Mijdarê saet di 05:50 de, li Şemzînanê li hemberî qereqola Çeman û nîzamiya wê, li dijî qereqolên Begijne û Bêlutayê, çalakiyeke berfireh hate kirin. Hêzên me bi çekên giran li qereqolên Çeman, Begijne û Bêluta xistin û ji sê baskan ve êrîş birin ser nîzamiya qereqola Çemanê.

Piştî ku bi katyûşa, hawan, doçka û çekên nîv otomatîk li çeperên qereqolên Çeman, Begijne û Bêluta hate xistin, hêzên me ji sê baskan ve avêtin ser nîzamiya qereqola Çemanê, ketin nava çeperan û li çeperên leşkerên Tirk li wan dan. Baskê destpêkê avêt ser hemû çeperên dijmin, hemû çeper îmha kir û di encamê de hemû leşkerên di çeperan de hatin kuştin.

Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li wesayitên zirxî û çeperên li nîzamiyeyê xist. Bi derbên xurt wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra û gelek wesayitên sivîl hatin rûxandin. 4 leşker û 2 cerdevanên di hundirê van wesayitan de bûn hatin kuştin. Ji ber gulerşandinê agir bi gelek çeperan ket. Piştî ku li çeperan hate dayin, ev baskê me yê çalakiyê ber bi çeperan ve çû û çeper yek bi yek îmha kir.

Hêzên me li nîzamiya feth kir, nekarî hejmara zelal a miriyan tespît bikin, lê li van çeperan çûn ser cenazeyên 19 leşker û 2 cerdevanan. Li vê derê çekek G-3 û Kalaşnîkovek desteser kirin. Hêzên me yên avêtin ser nîzamiya dijmin, nîzamiye şewitandin û piştî çalakiyê vekişiyan.

Qereqolên Çeman, Begijne û Bêlutayê jî bi çekên giran hatin bêtesîrkirin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Di vê çalakiya berfireh de, hevrêyên me Elîşêr, Andok, Rojhat, Şaho û Stêrk ku bi rêbazeke fedayî bi ser leşkerên dijmin ve çûn û bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê.

Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi balafirên şer, tank, top û hemû teknîka di destê xwe de bombe li herêmê barand. Di vê bomberdûmanê de windahiya me çênebû û berevajî îdîayên Fermandariya Giştî ya Tirk 54 windahiyên me çênebûn. Di çalakiya serdegirtinê de 5 hevalên me yên bi lehengî şer kirin gihîştin şehadetê. Di vê çalakiyê de ku hejmara kuştiyên dijmin gelekî zêde ye, Fermandariya Giştî ya Tirk ragihand ku 8 kuştiyên wan heye û dewleta AKP’ê jî bi derewan ragihand ku di êrîşa hewayî de hêzên me windahiyên giran daye. Bi vê derewê hewl da vê çalakiya bi heybet a hêzên me veşêrin. Dewleta AKP’ê ku bi vê armancê tevahiya medya xwe xiste nava liv û tevgerê, tê dîtin ku hewldanên wê vala ne.

Nasnameya hevalên me yên bi fedayî şer kirin û şehîd ketin wiha ye:

Nasnav: Andok Ertûş

Nav paşnav: Ethem Dalga

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Gulê-Kerîm

Dem û cihê şehadetê: 2’ê Mijdara 2017 / Colemêrg

—————————-

Nasnav: Elîşêr Xoşmêr

Nav paşnav: Alî Îsazade

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Dayik-Bav: Halîme-Mûhammed Emîn

Dem û cihê şehadetê: 2’ê Mijdara 2017 / Colemêrg

——————————-

Nasnav: Rojhat Ercîş

Nav paşnav: Ozcan Işik

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Sevgul-Koroglû

Dem û cihê şehadetê: 2’ê Mijdara 2017 / Colemêrg

Nasnav: Stêrk Gever

Nav paşnav: Nazli Alpdogan

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Emîne-Îdrîs

Dem û cihê şehadetê: 2’ê Mijdara 2017 / Colemêrg

—————————-

Nasnav: Şaho Germiyanî

Nav paşnav: Birahîm Omer

Cihê jidayikbûnê: Kelar

Dayik-Bav: Navîre-Omer

Dem û cihê şehadetê: 2’ê Mijdara 2017 / Colemêrg

Hêzên me 2’yê Mijdarê saet 14.30’an di nav çarçoweya pêngavê de li Geverê, li mintiqeya Qela Perîxanê helîkoptêreke Skorskyê ji xwe re kiriye hedef, ku hewl dida leşkeran deyne. Helîkoptera ku ketî ber guleyên hêzên me bêyî ku bikaribe xwe deyne neçar maye ku ji qadê vekişe. Piştî çalakiyê hêzên dagirker mintiqeyên Qela Perîxanê û Tepê Hawar dane ber obûsan.

1’ê Mijdarê saet 15.30’an hêzên me kepçeyeke ku li nêzî girê Koordîne yê Çelê, li Tepê Ba xebatên rê dikir şewitandiye. Derbeke serkeftî li kepçeyê hatiye xistin û kepçe hatiye rûxandin. Di çalakiyê de çend leşker hatine kuştin û çend birîndar bûne baş diyar nebûye.

Artêşa TC’ê ya dagirker ev demek e li ser sînorê Gilîdax û Îranê yê Bazidê ya Agiriyê dîwaran lêdike. Hêzên me 3’yê Mijdarê berê sibehê kepçeyeke hêzên dagirker li nêzî qereqola Tûjik a Bazidê kirine hedef. Di encamê de kepçe hatiye rûxandin û 1 leşkerê dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker operasyon daye destpêkirin, gelek wesayitên zirxî û ambûlans anîne qadê. Yekîneya me ya ku çalakî kirî bi sax û silamet gihane ser cihên xwe.”

Nûçe ciwan   (Dûnya Qasim)

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên herêma Dirbesiyê ji bo Rêber Apo rabûn xwepêşandanê

Nivîsa Pêş

UNICEF: Gençler sistematik şiddete uğruyor!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

UNICEF: Gençler sistematik şiddete uğruyor!

Polîsên Elman êrîşî kirin, Kurd û ciwan li ber xwe didin- BLOG A ZINDÎ-

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Fermandar Sîdar Efrîn Sembola Têkoşîna Jina Kedkar û Şerker e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.