Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

QSD: Hemû kes berê xwe bidin eniyên berxwedanê

Edîtor: Nucan Serdoz
01/12/2024 - 16:53
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
QSD: Hemû kes berê xwe bidin eniyên berxwedanê
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Fermandariya Giştî ya QSD’ê derbarê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Daxuyaniya ku li ser malpera QSD’ê hat weşandin wiha ye:                                      

“Di nava vê hefteyê de êrîşeke pir berfireh diqewime û guhertinên bingehîn çêdibin. Hêzên rejîma Şamê di serî de li Helebê, li gelek herêman hilweşiya. Bêguman ev êrîş yekser ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tê rêvebirin û armanca wê dagirkirina hemû xaka Sûriyeyê ye. Lê bi taybetî jî herêmên rêveberiya xweser kirine armanc. Bi vî rengî naxwazin gelê herêmê bi Kurd, Ereb û tevahî pêkhateyên wê bi hev re di nava aştiyê de bijîn. Ji bo vê yekê êrîşek berfireh li ser herêmên reveberiya xweser heye.

Her wiha planeke qirkirinê ya berfireh li ser gelê me yê Şehba û Helebê heye. Ev rewş ji bo tevahî gelê Sûriyeyê û bi taybetî ji bo herêmên xweseriya demokratîk rewşeke dîrokî û jiyanî ye. Armanca van êrîşan ne tenê herêmên di bin serweriya QSD’ê de ye, bi giştî dagirkirina xaka Sûriyeyê ye. Ango dixwazin tola xwe ji hemû gelên herêmê bigirin.

Ev çend rojin şervanên me çi li eniya Minbicê, çi li eniya rojavayê Firatê berxwedaniyeke mezin û şerekî bêhempa li dijî van êrîşan dimeşînin.

Bêguman Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hemû pêkhateyên xwe ve, çawa ku di rizgarkirin û parastina herêmê de heya niha bi erka xwe rabû û rol leyîst, wê ji vir û şunde jî bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabe; bedela wê çi dibe bila bibe, ew ê li hemberî van êrîşan raweste. Wê bi erka xwe ya dîrokî ya parastina herêmê û parastina gelê Sûriyeyê rabe. Di vê mijarê de bila gûmana ti kesî nebe. Lê belê ev şer şerekî dîrokî ye û divê gelê herêmê bi awayekî çalak di nava vî şerî de cih bigire. Divê li ser hîmê seferberiya giştî tevbigere û bi hêzên xwe yên parastinê re çi QSD be, çi jî asayîş be divê li rex wan bi awayekî hevbeş kar bike.

Di van rojên dîrokî de daxwaza me ji gelê me ew e ku ji bo parastina gundên xwe, bajarên xwe û tevahî herêmê, divê gelê me mil bi mil di eniyên parastinê de di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de bi erka xwe rabin.

Bi taybetî banga me ji bo hemû ciwanên herêmê bi Kurdê xwe û Erebê xwe, bi Suryan, Asûr û Ermenê xwe, bi Tirkmen û Çerkezê xwe, divê bi erka xwe ya dîrokî rabin û cihê xwe di sengerên berxwedanê de bigirin û tevlî nava refên QSD, YPJ-YPG’ê bibin.

Em dibêjin ku ev şerê heyî şerê namûs û însaniyetê ye. Şerê kerameta gelan e. Şerê hemû nirx û hîmên mirovî û azadiyê ye. Li hemberî tarîtiya zihniyeta DAIŞ û Erdoganî’yan şerê ronahî û serfiraziyê ye. Ev şer şerê serkeftina mezin û misogerkirina jiyana hevbeş a xwîşk û biratiya gelan e.

Careke din em dibêjin bila keç û xortên herêmê tevlî nava refên QSD’ê bibin û di avakirina pêşerojeke azad de bi erka xwe ya dîrokî rabin. Baweriya me tame ku em ê tevî gelê xwe û bi beşdarbûna çalak a ciwanan a nava refên QSD’ê re karibin vê êrîşê pûç bikin û planên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê encam bihêlin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rêveberiya Xweser seferberiya giştî îlan kir

Nivîsa Pêş

Ji hemû Ciwan û Jinên Ciwan Suriye re!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji hemû Ciwan û Jinên Ciwan Suriye re!

Ji hemû Ciwan û Jinên Ciwan Suriye re!

Şehîd Ronahî Amanos li Qamişlo hat bîranin

Şehîd Ronahî Amanos li Qamişlo hat bîranin

Manşet

  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.