NAVENDA NÛÇEYAN – Hevberdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Ronahî Amanos (Hêvîn Hisên) ku di 15’ê Mijdarê de li Nexweşxaneya Şehîd Xebat a Qamişlo dema dihat dermankirin şehîd bûbû, îro bi çalakiyek ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Hesekê ve hate bibîranîn.
Hevalên têkoşer ên Şehîd Ronahî Amanos ku di bîranînê de amade bûn, ji ajansa Nûce Ciwan re axivîn û behsa kesayet û têkoşîna jiyana şehîd Ronahî kirin.
Di axaftinên ciwanan de hat diyarkirin ku ew ê têkoşîna şehîd Ronahî bişopînin û xeyalên wan pêk werin. Di axaftinan de ciwan û jinên ciwan bang hatin kirin û hate diyarkirin ku divê xwedî keda Şehîd Ronahî derkevin û rêya ku dest pê kiriye bişopanin.
Berdevka Meclisa Jinên Ciwan a MSD’ê Nadya Yûsif diyar kir ku Şehîd Ronahî ji zarokatiya xwe ve di nava di xebatên leşkerî de cîh girt û got, “Bê ku kêliyekê jî dest ji çekan berde şer kir. Şehîd Ronahî bi dîlnizm û dîlwerekiy xwe dihat naskirin. Di gelek komîteyên me yên ciwanan de bi awayekî aktîf xebitî. Di perwerde, xweparastin û gelek komîteyan de roleke mezin lîst. Em ê bi çalakiya bîranînê ya ku li dar dixin nikaribin berdêla keda şehîd Ronahî bidin, lê weke hemû ciwan û jinên ciwan ên li vir û derve jî em soza berdewamkirina têkoşîna şehîd Ronahî didin. ”
Nadya Yûsif diyar kir ku Şehîd Ronahî li tevahiya Rojhilata Navîn gelek xebatên stratejîk kiriye û got, “Ji Projeya Neteweya Demokratîk jiyanî bike, bi perwerde bigre beşdarî gelek projeyan bû. Li ser vî esasî erka her ciwan û jinekê ye ku rêya şehîd Ronahî daye destpêkirin berdewam bike. Li ser vê bingehê em careke din soz didin ku em ê rêya we bişopînin û li her qada ku lê bin, xebatên xwe bi hêz bimeşînin.”
Hevberdevkê Meclîsa Ciwanan a MDS’ê Nasir Avesta, diyar kir ku Şehîd Ronahî di xebatên xwe de ji bo hemû ciwanên Ermenî, Asûrî, Kurd û Ereb bûye mînak û got, “Şehîd Ronahî hemû xebatên ku jê dihat xwestin bi cih danî. Şehîd Ronahî bi rûyê xwe yê bi ken dihat naskirin. Bi vî ruhî bû xwedî hêz ku hemû pirsgirêkên di dema xebatê de derketine holê çareser bike. Bê guman, ji bo me pir xemgîn e ku em hevalek weha winda bikin. Bi vê wesîleyê em soz didin ku em ê têkoşîna Şehîd Ronahî bişopînin.”
Dayê Zekiye da zanîn ku tevî temenê xwe yê biçûk jî bi zîrekiya xwe û bi nîqaşên bîrdozî yên bi derdora xwe re balê dikişand ser xwe, Dayê Zekiye bang ciwan û jinên ciwan kir û got, “Ez bang li ciwanan dikim. Ked û taxba Şehîd Ronahî li erdê nehêlin, li keda wî xwedî derkevin.”
Endama Jinên Ciwan ên PYD’ê Sara Hisên ku bi bîranîna şehîd Ronahî dest bi axaftina xwe kir û got, “Em tenê bi parastina xebat û xeyalên şehîdan dikarin bibin rêhevalên wan. Em hêz ji vê şehadetê digirin. Em ê bi rûyê kenê şehîd Ronahî xebatên xwe hembêz bikin û bi vî ruhî têbikoşin. Em ê li ser şopa Şehîd Ronahî bimeşin. Û em ê xeyalên we pêk bînin.”
Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê Halîme Ehmed jî wiha got: “Em weke Jinên Ciwan her tim bi bîranîna ked û israra wê ya di xebatê de têbikoşin. Em ê bi bîranîna têkoşîna wê ya bi israra di şoreş û azadiya jinê de têbikoşin. Dema em li wêneyên Şehîd Ronahî dinêrin, em dibînin ku her tim bi ken e. Bi vî ruhî û coş dixebitî. Ti astengî nas nekir û li dijî astengiyan şer kir. Armanca wî ya sereke pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO û misogerkirina azadiya jinê bû û li ser vê bingehê têkoşiya. Heta ku gihişt şehadetê li ser vê bingehê jiya.”
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihamed Ebdî diyar kir ku şehadeta şehîd Ronahî bandorek mezin li ser wan kir û wiha got: “Şehîd Ronahî gelekî ji xebatê xwe hez dikir. Ruhê wî yê rêhevaltiyê pêş bû hevalekî gelekî xurt bû.”
Endamê Asayîşa Hesekê Ehmed Arebû diyar kir ku şehîd Ronahî bi fikir û felsefeya Rêber APO bi zanebûn bû û di nava çalakiyan de bû û got, “Şehîd Ronahî pêşengek ciwanan bû. Rêhevalek bû. Hevalekî di nav civakê de naskirî û bi bandor bû. Şehadeta wî ji bo me hemûyan gelekî giran bû.”



