Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Pîrozbahiyên 46’emîn salvegera PKK’ê li qadên gerîla

Edîtor: Nucan Serdoz
27/11/2024 - 17:47
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Pîrozbahiyên 46’emîn salvegera PKK’ê li qadên gerîla
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Li Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzên gerîla bi merasîmeke leşkerî salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê pêşwazî kirin. Di merasîmê de yek ji fermandarên gerîlayên HPG û YJA Starê Gulçîn Umut bi boneya salvegara PKK’ê axivî û bal kişand ser mijarên girîng

Gulçîn Umut di despêka axaftina xwe de salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê li Rêber Apo pîroz kir û got, “Em 47 saliya partiya xwe PKK’ê di serî de li Rêber Apo, li şehîdên doza azadiyê, li hevalên di pêngava partibûyinê de pêşengtî kirine Hakî Karer, Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Heval Sara, Heval Berîtan û di kesayetiya wan de li tevahî şehîdên ku xwe fedaî doza azadiyê kirine pîroz dikin. Di heman demî de di şexsê fedaiyên me yên serdema nû Asya Elî û Rojger Hêlîn de li hemû şehîdên me pîroz dikin. Em li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Her wiha ev roj li tevahî gelê me, li hevalên me yên têkoşînê yên di zindanan de li ber xwe didin û li hemû hevalên me yên li çar perçeyên Kurdistanê di çeperan de şer dikin pîroz be. Di qonexeke wiha girîng de ku em û gelê me tê de derbas dibin pîrozkirina vê rojê girîng e.”

‘ÎRO EM BI MILYONAN KES IN’

Di berdewamiya axaftina xwe de fermandar Gulçîn Umut bal kişand pêvajoya avabûna partiyê û got, “Di sala 1973’an de pêngava partîbûnê ji aliyê Rêber Apo ve bi şeş kesan ve hat avêtin. Di sala 1978’an de piştî şehadeta rêheval Hakî Karer, kongereya yekemîn ya PKK’ê bi tevlîbûna 22 kesan ve hat li dar xistin. Di rojeya me ya îro de bi hezaran fedaî, bi hezaran gerîlayên Kurdistanê ji bona doza Kurd, ji bona doza azadiya Kurdistanê, ji bona doza gelên bindest, ji bona jinên bindest li çar perçeyên Kurdistanê û li cihanê tekoşîn didin. Çawa ku tevgera me bi 6 kesan despê kir, bi 22 kesan avabû îro bi mîlyonan kesî ve hên bêtir bi îddîa, hên bêtir bi xwestek, hên bêtir bi armanç û plansazî, bi paradîgmayakî mezin li çar aliyên Kurdisyanû û li cihanê di nava tekoşînê de ye. Dubare em vê rojê li gelê xwe û li gelên Rojhilata Navîn ku azadiya xwe di tevgera me de dibîne pîroz dikin. Bi taybetî em vê rojê li yên ku ji bo azadiya fîzîkî Rêber Apo dest bi pêngava azad kirina Rêber Apo kirine pîroz dikin.”

‘KES NIKARE PLANSAZIYÊN QIRÊJ LI SER ME FERZ BIKE’

Di axaftina xwe de fermandara gerîla Gulçîn Umut li ser bangawaziyên dewleta Tirk jî axivî û peyamên girîng da; “Em 45 sal in li hember heman feraseta dagirker, li hemberî artêşa NATO’yê şer dikin. Hemû cîhan dibîne ku di roja me ya îro de em ji her demê zêdetir bi hêz in, hîn zêdetir bi hêvî ne, hên zêdetir nêzî azadiyê ne. Dewleta Tirk û giştî hêzên NATO ku em 45 sal in li hemberî wan şer dikin eger ku hatine asta ku dixwazin binketina xwe ya şer û siyaseta xwe bi rêbazên fişar li ser Rêbertiya me dikin, fişar li ser gelê me dikin, fişar li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê dikin ve veşêrin ev êdî ne gengaz e. Ev zordariya wan îfadeya binketina wan şer û siyaseta wan dide diyar kirin. Bi boneya vê rojê em dûbare bangawazî dikin. Yên ku hêviya xwe bi tinekirina PKK’ê ve girêdayî dikin bila vê baş bizanibin. Tevgera PKK’ê, tevgera gelê Kurd, tevgera azadiya jin, bi taybetî bi Rêbertiya Rêber Apo ne tenê ne wekî tevgerekî PKK bûye tevgerekî gerdûnî bûye û veguheriye hêza çareseriya civak, hêza li hemberî kapîtalîst modernetîyê ye. Eger ku îro faşîzma dewleta Tirk hatiye asta ku ji Rêber Apo û PKK’û re bangawaziyên lîstokên şerê taybet dike, bila vê baş bizanibe; PKK îro di wê astê de ye ku ne tenê li hember dewleta Tirk ya dagirker, li hemberî hemû hêzên hegomonîk heta azadiya Kurdistanê, heta azadiya civaka Kurd, heta azadiya hemû gelên bindest ew ê li ber xwe bide, têkoşîn bike û serketinê mîsoger bidest bixe.”

 

‘EM Ê BI SER BIKEVIN’

Bi boneya roja 27 Mijdarê ve Gûlçîn Umut axaftina xwe wiha bi dawî kir; ”47 heft sal in em têkoşîna azadiyê didin, hêza me heye ku em bi sedên salên din li hemberî faşîzmê şer bikin. Li ser vê bingehê em dibêjin em heta dawiyê bi biryarin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, heya azadiya Kurdistanê, em ê li hemberî pergala heyî, li hemberî faşîzma Tirk em ê şer û tekoşîna xwe hên bi bilindtir bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Pêk Were!”

Nivîsa Pêş

MAK: Me kontrayê bi navê Yuksel Bayrak ceza kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
MAK: Me kontrayê bi navê Yuksel Bayrak ceza kir

MAK: Me kontrayê bi navê Yuksel Bayrak ceza kir

Pîrozbahiya 27’ê Mijdarê li Mexmûrê

Pîrozbahiya 27'ê Mijdarê li Mexmûrê

Manşet

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.