Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

“PKK’ê tevgera sererastkirina dîroka derewîn e”

Edîtor: Nucan Serdoz
14/11/2024 - 10:50
di nav Giştî
Reading Time: 5 mins read
A A
“PKK’ê tevgera sererastkirina dîroka derewîn e”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- PKK’ê di nava civaka Kurd de şoreşeke mezin a mejî afirand. Têgihiştinên hişk ên sed salî bi agirê şoreşê heland û jiyaneke nû ava kir.

Di 27’ê Mijdarê de wê salvegera 46’an a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê bê pîrozkirin. Dibe ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên serdema me ew e; têkoşîna bênavber û bêhempa ya 46 salan a PKK’ê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn guhertinên bi çi rengî kir? Ji bo bersiveke rast ji vê pirsê re bê dayin divê şoreşa PKK’ê bi rengekî rast bê pênasekirin. Ya rast şoreşa PKK’ê ne tenê şoreşeke siyasî yan jî leşkerî ye, şoreşeke welê ye ku armancên xwe yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn weke avakirina kesayet û mejiyekî nû diyar kiriye.

PKK civakeke polîtîk û exlaqî ji xwe re dike esas ku li ser bingeha neteweya demokratîk, azadîparêziya jinê, ekolojîk ava bûye. Ji ber vê yekê têkoşîna herî zehmet a li nava PKK’ê têkoşîna fikrî ye. PKK beriya her tiştî karê xwe yê destpêkê li qada fikrî diyar dike û dixwaze mejiyê civakê ji desthilatdarî û mêtingeriyê paqij bike. Azadiya jinê cewhera vê têkoşînê ye, ji ber ku sîstema dewletperest û baviksalariyê 5 hezar salan jin di bin zextê de hiştiye, keda jinê li gorî berjewendiyên mejiyê serwer ê mêr bi kar aniye. Bi kolekirina jinê re civak û xweza jî di bin serweriya desthilatdariyê de hatiye hiştin. Lewma mirov dikare ji bo PKK’ê bibêje tevgera sererastkirina dîroka derewîn e. PKK bi mîrateya berxwedana civakî ya dîrokî hewl dide di çarçoveya modernîteya demokratîk de nirxên exlaqî û manewî yê civaka xwezayî ji nû ve geş bike û bixe meriyetê. Ji ber vê yekê armanca bingehîn a PKK’ê avakirina jiyan û civakeke nû, mejiyekî nû yê bi pêşengiya jin a azad e.

Piştî ku me PKK bi kurtasî pênase kir, niha em dikarin bandora PKK’ê ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn binirxînin. Dema ku mirov bala xwe didin ser serdema beriya avabûna PKK’ê, tê dîtin ku civaka Kurd parçe bûbû, kes û kom bi herêman, eşîran, mezheban û tarîqatan re xwedî têkiliyeke xurt bûn. Di heman demê de rola jinan jî di çarçoveya kevneşopiya hişk û olî ya civaka feodal de gelekî kêm bû. Bi avabûna PKK’ê re du guherînên bingehîn li Kurdistanê pêk hatin. Ya destpêkê; jin ji vê rewşê rizgar bûn û bûn sembola nasnameya civaka nû û têkoşîna azadiyê. Ya duyemîn jî girîngiya sînorên navbera eşîr û herêman bê wate bû û di nava Kurdan de hestên yekîtiya neteweyî bi pêş ketin. PKK’ê di nava civaka Kurd de ji aliyê fikrî ve hejandineke mezin pêk anî, qalibên hişk ên sed salî bi agirê şoreşê heland û pêşî li jiyaneke nû vekir. Di serdema heyî de civak hîn negihîştiye asta civaka polîtîk û exlaqî lê belê ne ew civaka klasîk e ku ji siyaseta zextê û qirkirinê bi bandor dibe.

PKK VEGUHERÎ HÊVIYA MEZLÛMAN HEMÛYAN

PKK baweriya xwe bi wê yekê tîne ku heta li Kurdistanê fikrê azad bi pêş nekeve civak û welat azad nabin. Ji ber vê yekê PKK’ê di têkoşîna xwe ya nîv sedsalî de giranî da ser avakirina fikir û kesayetekî nû. PKK xwe dispêre îdeolojiya li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo. Rêber Apo di destpêka şoreşê de ev rastî destnîşan kir; Li Kurdistanê heta ku fikirekî serbixwe û rêxistiniya wê neyê afirandin, guherîneke bingehîn a civakî pêk nayê. Lewma Rêber Apo di çarçoveya sosyalîzma zanistî de Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê amade kir. Li ser vê bingehê dest bi perwerdekirina kadroyan kir. Rêber Apo akademiyên perwerdeyê ava kir û bi nêrîna civakî û dîrokî dest bi lêkolînkirina kesayetên Kurd kir.

Rêbertî her tim digot, “Ya ku di vir de tê nirxandin kesayet nîne civak e, kêlî nîne, dîrok e’. Rêbertî herî zêde di vê qadê de ked da. Piştî karê bi salan, tecrûbe û pratîka li qadê ya Rêber Apo, gihîşt wê encamê ku ketina civaka Kurd dişibe ketina jinê. Lewma heta jin ji nû ve ranebin ser piyan civaka Kurd jî nikare rabe ser piyan. Ji ber vê yekê jî Rêbertî bi salan karê îdeolojîk meşand, mijara koletiya jinê nirxand û karakterê jinê analîz kir. Ji ber vê yekê di 8’ê Adara 1998’an de îdeolojiya rizgariya jinê ragihand û zanistiya Jineolojiyê pêşkêşî jinên azadîxwaz ên li cîhanê kir.

Bi vî rengî PKK li hemberî sîstema li nava civakê weke alternatîfekê rabû, kete dilê bi milyonan Kurd û enternasyonalîstan. PKK di serdema bê rehm û hişk a modernîteyê de bû meşaleya Prometheus û ji bo paşeroja mirovahiyê bû ronahiya hêviyê. PKK ku veguherî keştiya Nûh, ji bo mirovahiya di nava krîz û kaosê de ye jiyaneke nû û aram pêşkêş dike. PKK ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha di serî de rêxistinên jin û ciwanan ji bo tevahiya mezlûman veguherî hêviyê. Heta ku PKK li ber çavan neyê girtin li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hevsengiyên siyasî û leşkerî nikarin bêne avakirin, ku ev yek êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Eger Rojhilata Navîn dilê cîhanê be, Kurdistan jî dilê Rojhilata Navîn be, hingî PKK jî rehê esasî yê vî dilî ye ku demokrasî û azadiyê li Rojhilata Navîn belav dike.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YCWK; “Li Edene û Qoserê bi polîsên faşîst re pevçûn derketin”

Nivîsa Pêş

Yekîneyên YCWK’ê yên Edeneyê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan çalakî kirin!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekîneyên YCWK’ê yên Edeneyê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan çalakî kirin!

Yekîneyên YCWK'ê yên Edeneyê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan çalakî kirin!

Jinên Ciwan li Qamişlo Amadekariya Meşa 18’ê Mijdarê dikin

Jinên Ciwan li Qamişlo Amadekariya Meşa 18’ê Mijdarê dikin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk meşiya

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.