Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PJAK: “Hevalê Me Şoreş Qelat Şehîd Bû”

Edîtor: Nucan Serdoz
04/11/2024 - 16:56
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PJAK: “Hevalê Me Şoreş Qelat Şehîd Bû”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di daxuyaniyekê de têkildarî şehîdbûna Endamê Meclîsa PJAK’ê Şoreş Qelat ragihand: “Rejîma Îranê, di gel hemû zexta hundirîn û derve, siyaseta xwe ya xapandinê didomîne û hewl dide bi vî awayî desthilatdariya xwe bidomîne. Ev rejîm ji her aliyî ve hewl dide bi rêya zext, serkut, girtin û kuştinê hemû berxwedêran, civaka Îranê û bi taybetî gelan û hemû çînan bitirsîne û bêbandor bike û ji aliyekî din ve bi awayekî dûr ji hemû pîvan û prensîbên mirovî, exlaqî û wijdanî hewl dide dengê xelkê nerazî û daxwazên wan bi hêz û dewletên derve ve girê bide û bi vî awayî rewabûnê bide zext û siyasetên xwe yên nemirovane.

Desthilat amade ye ku ji bo hêzên derve her cure tawîzekê bide, tenê bi wê mercê ku civaka navneteweyî li hember serkutkirina gelan tu bertekekê nîşan nede. Rejîm ji ber bêçarebûna xwe ya li hember rewşa niha û bicihneanîna daxwazên civakê rêya xiyanetê daye ber xwe. Vê desthilatê piştî serhildana Jin, Jiyan, Azadiyê rewabûna xwe di nav hemû civaka Îranê de bi tevahî winda kiriye û ji bo domandina pergala xwe hewl dide bi rêya hêza leşkerî û dezgehên xwe yên serkutker hemû dengên nerazî bêdeng bike. Bi taybetî hewl dide girtiyên siyasî û di nav wan de jin û ciwanan bixe bin zext û îşkenceya derûnî, ruhî û bedenî û malbatan neçarî teslîmiyetê bike û di heman demê de li hember hêzên azadîxwaz bi temamî bi şîdetê miamele dike.

Roja 28’ê Cotmeha 2024’an li ser rêya Pîranşar-Mehabadê, hêzên Îtilaetê bi hevkariya Pasdaran û kirêgirtiyên herêmê bi awayekî nemerdane hevalê me Şoreş Qelat (Mewlan Rostemî) bi gulebaranê şehîd kirin û paşê ji bo veşartina vê kiryara nemirovane senaryoyek amade kirin ku qaşo hêzên wan komek ji nav birine ku ji Herêma Kurdistanê çûne nav Îranê.”

PJAK’ê tevî redkirina van angaştan ragihand: “Em hemû wan agahiyên çewt ên rejîma Îranê red dikin û bi tundî rejîma serkut û darvekirinê şermezar dikin û di heman demê de raya giştî ya gelê me, welatparêz, malbat û xizmên hevalê me yê şehîd û gel û civaka Îranê agahdar dikin ku heval Şoreş Qelat kurê vê ax û gund û malbata welatparêz bû û sala 2015’an tev li refên partiyê bû û di dirêjahiya vê demê de li hundir welat mijûlî karê rêxistinî û çalakiyên ne-leşkerî û hişyarkirina gel bû û di vê rêyê de heta endamtiya meclîsa partiya me çû û heta dawî baweriya wî bi çalakî û karê sivîl hebû û di vê rêyê de bi awayekî bêwestan tê koşiya. Berevajî hemû angaştên rejîmê, hevalê me Şoreş Qelat kesayetiyeke heta dawî welatparêz û şoreşgerekî jîr bû ku ji bo pêkanîna hêvî û daxwazên gelê xwe û pêkvejiyana aştiyane û demokratîk a gelan hemû hewla xwe dida, tu tiştî nekarî bibe asteng li hember hewl û têkoşîn û çalakiyên wî yên rêxistinî di nav gelê me û civakê de.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Bi boneya şehîdbûna vî lawê hêja yê gelê me û endamê meclîsa partiya me, em sersaxiyê ji malbat, zarok û hemû heval û hezkiriyên wî re dixwazin û em soz didin ku em ê li ser rêya wî ya azadî, wekhevî û mirovahiyê têkoşîna xwe berfirehtir bikin.

Heval Şoreş kesayetiyek bû ku di asta herî bilind de fedakar bû. Her çend zewicîbû jî, lê ev yek nekir asteng li pêşiya têkoşîn û xebata azadîxwaziyê û her dem bi helwest û gotinên xwe destnîşan dikir ku jiyana hevpar û demokratîk tenê bi têkoşîn û xebat û welatparêzî û evîna welat pêk tê, bi vî awayî ava dibe, berevajî vê yekê xiyanet e û di encamê de teslîmiyet e.

Heval Şoreş Qelat bi xebat û hewl û westana xwe û kesayetiya xwe ya têkoşer dihat naskirin. Girêdayî gel û welat û azadî û pêkvejiyana gelan bû û di hemû qadên têkoşînê de bê dudilî û tirs beşdar dibû û hemû hewl û şiyanên xwe di rêya bidestxistina armancên şoreş û azadiya gel de bi kar dianîn. Sade dijiya û têkiliyeke xurt bi hevalên xwe re ava dikir û hevaltî û prensîbên exlaqî bingeha tevgera wî bûn.

Çalakiya civakî û girseyî qanûna herî bingehîn a gelan e ku hemû cîhanê bi fermî nas kiriye, lê rejîma Îranê bi israrkirina li ser siyaseta xwe ya nedemokatîk û nemirovane bi dirêjahiya 40 salan nîşan daye ku tu yek ji van prensîb û pîvanên mirovî, exlaqî, çandî û siyasî yên gelan rewa nabîne. Gelê me û civaka Kurd û hemû civakên nav Îranê divê bizanin ku hemû angaştên rejîmê yên ji bo guherînê dûrî rastiyê ne û ji bilî xapandina xelkê ne tu tişt in, niha jî em dibînin ku kuştin û girtin û îdamkirin û siyasetên din ên wekî wan ên rejîmê wekî xwe berdewam in.

Careke din bi nûnertiya tevgera me, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) sozê dide malbat û hemû xizmên şehîdê me û gelê me û hemû azadîxwazan ku şehîdbûna heval Şoreş Qelat û hemû şehîdên din ên rêya azadiyê, me ji têkoşînê dûr naxe; berevajî vê yekê, ji bo gihîştina hêvî û armancên hemû şehîdên rêya azadî û pêkvejiyana azad û demokratîk a gelan bi hewleke zêdetir em ê têkoşîn û çalakiyên xwe pêşve bibin. Em daxwazê ji gelê xwe yê welatparêz û niştimanperwer dikin ku ji bo bîranîna şehîd Şoreş û hemû şehîdên xwe û ji bo wefadariya li hember wan, avakirina jiyana azad û têkoşînê wekî erkê xwe yê exlaqî û siyasî bibînin û di rêya gihîştina vê astê de di her gavê de kesayetiya xwe li ser bingeha azadîxwaziyê perwerde bikin. Bi vî awayî em dikarin layiqî hevaltiya heval Şoreş bin û wan heta heta nemir bihêlin. Soz û peymana me ji bo tolhildanê, tolhildaneke rastîn e ji vê cîhana nemirovane û xapînok. Şehîd bi rêya xwe zindî ne, şehîd Şoreş her dem zindî ye û şehîd xwediyê rastîn ê vê ax û vî welatî ne.

Agahiyên der barê nasnameya şehîd de:

Nasnav: Şoreş Qelat
Nav û paşnav: Mewlan Rostemî
Navê dayikê: Zehra
Navê bavê: Hisên
Jidayikbûn: 1979, Gundê Sîsêrî, Serdeşt
Tevlîbûn: 2015
Şehîdbûn: 28’ê Cotmeha 2024’an”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji HBDH’ê Çalakiyên Li Dijî Tecrîd û Dagirkeriyê

Nivîsa Pêş

KCK; “Çalakiyên Xwe Dewam Bikin”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
KCK; “Çalakiyên Xwe Dewam Bikin”

KCK; "Çalakiyên Xwe Dewam Bikin"

Helwesta Gel Ji Mêrdînê Heta Amedê Diyar E; Ji Dagirkeriyê Re Rê Tune!

Helwesta Gel Ji Mêrdînê Heta Amedê Diyar E; Ji Dagirkeriyê Re Rê Tune!

Manşet

  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.