Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK; “Çalakiyên Xwe Dewam Bikin”

Edîtor: Nucan Serdoz
04/11/2024 - 17:13
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK; “Çalakiyên Xwe Dewam Bikin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê nerazîbûn nîşanî xespkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê da û got, “Banga me ji bo gelê me ew e ku xwedî li rûmet, azadî û îradeya xwe derkevin. Heta ku ev xesp radibe, divê gelê me çalakiyên xwe bidomîne.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Vê siharê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst qeyûm tayînî şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê kir û careke din îradeya gel desteser kir, îradeya gelê Kurd îpotek kiriye. Di qonaxeke ku li Tirkiyeyê çareserî û pêvajoyeke nû tê nîqaşkirin de, car din desteserkirina îradeya gel nîşan daye ku di rastiyê de ti niyeta çareseriyê nîne, tam berevajî zihniyet û siyaseta qirker dewam dike. Êdî bi eşkere diyar bûye ku tiştên bi gotinî tên gotin û bi pratîkê tên kirin, berevajî hevdû ne. Ev jî nîşan dide ku tiştên têne gotin, bi temamî bi armanca xapandinê ne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ne xwedî niyeteke aştî, xwişk-biratî û çareseriyê ye, ne jî planeke wî ya wiha heye. Tam berevajî xwedî zihniyet û siyaseteke ku aştî, xwişk-biratî û çareseriyê tune dike ye. Yek plana wî heye, ew jî plana tasfiye û qirkirinê ye.

Car din desteserkirina îradeya gelê Kurd, niyeta rast a desthilatdariya AKP-MHP’ê û plana wî deşîfre kiriye. Lewma divê ti kes bawerî bi gotinên desthilatdariya AKP-MHP’ê neyîne. Di zihniyeta AKP-MHP’ê de aştî, demokrasî, çareserkirina pirsgirêkan û naskirina îradeyê nîne. Zihniyeta vê desthilatdariyê bi temamî antî demokratîk e. Nîjadperest, faşîst, qirker û xespkar e. Hemû gotinên wî jî di çarçoveya şerê taybet de ne. Bi rêbazên şerê taybet hewl dide hişê civakê têk bibe, civakê bixapîne û teslîm bigire. Gotinên ku ev demeke dibêjin jî, bi vê armancê ne.

Divê gelê Kurd hemû rabe ser piyan û xwedî li îradeya xwe derkeve. Divê bi tu awayî vê rewşê qebûl neke, yekser nerazîbûna xwe nîşan bide û divê heya desthilatdarî bi paşde gav neavêje, îpoteka li ser îradeya neyê rakirin û şaredarî ji gel re neyê dayîn, nesekine.  Yên tên kirin bi qasî ku xesp û qirkirinê di heman demê de binpêkirineke demokrasî û hiqûqê ye. Têkoşîna li hemberî van polîtkayên antîdemokratîk, qirker û talanker egere sereke ya demokrasiyê ye. Banga me ya ji bo gelê me ew e ku bila xwedî li rûmeta xwe, azadiya xwe û îradeya xwe derkeve. Divê gelê me heya ku ev xesp li holê radibe, çalakiyên xwe bidomîne.

Em bang li civaka Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê dikin ku bila bi tevahî piştevaniya gelê Kurd bikin. Xwedîderketina îradeya gelê Kurd û daxwazên jiyaneke azad û demokratîk tê wateya xwedîderketina demokratîkbûyîna Tirkiyeyê. Her derbeya ku li îradeya gelê Kurd tê xistin, tê wateya derbeya li dijî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê. Desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê jî derbeyek e. Di heman demê de derbeyeke li dijî demokrasiya Tirkiyeyê û pêkvejiyanê ye. Ev darbe di heman demê de li demokrasiya li Tirkiyeyê û îradeya jiyana bi hev re hatiye xistin. Eşkere ye ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst wê nsekine û hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê desteserkirina îradeya civakê dewam bike. Destpêkê Şaredariya Esenyûrtê, niha jî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê desteser kir ku ev yek nîşan dide wê dewam bike. Ji ber vê jî divê gel li hemberî faşîzm, talan, desteserkirin û qirkirinê bi hev re li ber xwe bidin û heta ku îradeya hatiye desteserkirin ji nû ve bi dest bixe, çalakiyên xwe dewam bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PJAK: “Hevalê Me Şoreş Qelat Şehîd Bû”

Nivîsa Pêş

Helwesta Gel Ji Mêrdînê Heta Amedê Diyar E; Ji Dagirkeriyê Re Rê Tune!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Helwesta Gel Ji Mêrdînê Heta Amedê Diyar E; Ji Dagirkeriyê Re Rê Tune!

Helwesta Gel Ji Mêrdînê Heta Amedê Diyar E; Ji Dagirkeriyê Re Rê Tune!

YCWK; “DIVÊ HEMÛ CIWANÊN YCWK HETA ENCAM NEGRIN JI KOLANAN DERNEKEVİN!”

YCWK; "DIVÊ HEMÛ CIWANÊN YCWK HETA ENCAM NEGRIN JI KOLANAN DERNEKEVİN!"

Manşet

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.