Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çand, Hûner û Spor

“Divê li her derê Kurdî bê axaftin”

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê diyar kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdî, divê gelê Kurd li her derê bi Kurdî biaxive û got, "Divê em bi biryardarî xwedî li nasname û zimanê xwe derkevin."

Edîtor: Axin Mahir Dicle
27/09/2024 - 10:06
di nav Çand, Hûner û Spor, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
“Divê li her derê Kurdî bê axaftin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê, têkildarê êrîşên bi taybet di rojên dawî de yên li dijî saziyên perwerdeya Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de, hat ragihandin ku dewleta Tirk a faşîst û qirker, li her qada jiyanê li dijî gelê Kurd êrîşên înkar û tinekirinê pêk tîne û hat diyar kirin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nîşaneya van êrîşên hovane ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Bê guman nêzîkatiya li hember Rêber Apo, nêzîkatiya li hember gelê Kurd e. Tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên li dijî hebûn, ziman û çanda Kurd ji hev ne cuda ne. Îro dewleta Tirk a dagirker, li dijî gelê Kurd şerekî piralî dimeşîne. Gelê Kurd ji aliyê siyasî, aborî, civakî, leşkerî û çandî ve di bin êrîşeke giran de ye. Tevî van êrîşên giran, Rêber Apo, gerîlayên azadiyê û gelê Kurdistanê li her qadê berxwedaneke ku mînaka wê nîne raber dike.

Gelê Kurd, li dijî her cure êrîşên qirkirin û dagirkeriyê serî netewand û çok nedanî. Gelê Kurd, hêza xwe ji berxwedana Rêber Apo û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê digire û bi îradeyeke xurt têkoşîna xwe didomîne. Ev sed sal in dewleta Tirk ji bo tinekirina Kurdan, zimanê Kurdî û çanda qedîm a bi hezaran salan, her şêwe êrîşên dijmirovî pêk tîne. Ji avabûna komara faşîst û vir ve gelê Kurd rastî gelek êrîşên qirkirinên mezin hatiye. Navên gund û bajaran hatin guhertin, navên zarokan bi Kurdî hatin qedexekirin, axaftina Kurdî ji hemû qadên jiyanê hate rakirin, cilûbergên neteweyî hatin qedexekirin û dijminatî li dijî her tiştên têkildarî Kurdan kirin. Bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn, hatin girtin, kuştin, rastî êşkenceyên hovane hatin, lê gelê Kurd teslîm nebû. Ev sed sal in gelê Kurd li dijî her cure qirkirin û asîmîlasyonê li ber xwe dide. Ev 100 sal in dewleta Tirk Kurdistanê dagir dike û dixwaze bike warê xwe. Lê belê heta niha nekarîne vê bi ser bixînin û wê bi ser nekevin. Her carê ji xweliyên xwe ji nû ve vejîn dibin.

Îro dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê, bi dirûşmeya ‘Yek ziman, yek al, yek milet û yek dewlet’ tevdigere û hewl dide hemû reng û dengên din ji holê rake û tine bike. Careke din hewl didin zimanê Kurdî ji hemû qadên jiyanê derxînin. Bi ti awayî tehamula zimanê Kurdî nakin. Dijminatiyê li zimanê gelê Kurd dikin. TBMM’ê hêj zimanê Kurdî weke ‘zimanek nayê zanîn û nayê fêhmkirin’ pênase dike. Ciwanên Kurd ku stranên kurdî distirên û govendê digerînin tên girtin û ji ber ku zarokên Kurd li Zarokîstanê perwerdeya bi zimanê dayikê dibînin dibistan, mamoste û şaredarî tên lêpirsînkirin. Li ser kolanê du peyvên Kurdî ji bo trafîkê hate nivîsandin, yekser bi destê çeteyan hat jêbirin. Herî dawî sazî û pirtûkxaneya perwerdeya bi zimanê Kurdî girtin û bi dehan mamoste, karmend û kedkarên Kurd binçav kirin û girtin.”

DIVÊ LI HER QADÊ KURDÎ BÊ AXAFTIN

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê di dewama daxuyaniya xwe de, destnîşan kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hemberî gelê Kurd bi salane gelekî xurt tên meşandin û ev tişt hate gotin, “Dixwazin gelê Kurd ji holê rakin. Ziman û çand, hebûn û bedena gel e. Eger miletek ku ziman û çanda xwe winda bike, nikare bijî û hebûna xwe bidomîne, wê tine bibe. Rêber Apo di parêznameya xwe ya 5’emîn de di beşa bi sernavê ‘Di pença qirkirina çandî de, parastina Kurdan’ de wiha dibêje, ‘Armanca asîmîlasyonê ew e ku bi berdêla herî kêm koleyan ji bo mekanîzmaya kedxwarî û desthilatdariyê xwedî kirine. Yên hatine asîmlekirin nasnameya wan tine dibe û hêza berxwedanê tê şikandin. Ji bo bibin koleyên kêrhatî tên amade kirin… Koleyên kêrhatî neçar in ji sedî sed bişibihin efendiyê xwe. Ji bo bibe buçikê efendiyê xwe her tiştî dike… Kesên bêwijdan, bêexlaq û nezan, mîna koleyan dijîn. Biryareke wan a azad û çalakî tine. Îxanetê li nasnameya xwe ya civakî dike. Ji mirovbûnê bêhtir, dibe mîna heywanekî û tenê dikeve derdê têrkirina zikê xwe.”

Belê, dewleta Tirk a dagirker û qirker dixwaze gelê Kurd tine bibe. Ji bo vê jî serî li her rêbaza qirêj dide. Ji bo xaka Kurdistanê bi rehetî dagir bike, komkujî û nîjadperestiyê bike dibêje ‘Kurd birayên me ne’. Ji bo nijadperestiya xwe veşêrin gelek caran navê Ehmedê Xanê û Feqiyê Teyran bi awayekî bêexlaq bi kar tînin. Li dijî polîtîkayên zordar, divê em bi biryar û bi israr xwedî li nasname û zimanê xwe derkevin. Zimanê kurdî û perwerdehiya kurdî bikin qada têkoşînê. Bi parastina ziman, çand û nasnameya xwe, em ala têkoşînê bilind bikin. Eger em naxwazin bi asîmîlekirinê re tine bibin, wê demê divê em li dijî asîmîlasyonê bisekinin, têkoşînê bilind bikin û zarokên xwe bi ziman, jiyan û çanda Kurd mezin bikin. Divê gelê me ziman, çand û siberoja xwe biparêze. Weke ku gelê me di dirûşmên xwe de dibêje , ‘ Zimanê me hebûna me ye ‘ ji ber vê yekê divê em hebûna xwe biparêzin. Em destûrê nedin ku kes gefê li hebûna me bixwe.

EM Ê FAŞÎZMÊ BI ÇÎROK, STRAN Û WÊJEYA KURDÎ BIFETISÎNIN

Pêwîste tevahî rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, welatparêz û hêzên demokratîk ên Kurdistan û Tirkiyeyê xwedî li ziman û çanda Kurdan derkevin. Xwedîderketina li ziman û çanda Kurdî bi bikaranîna zimanê Kurdî li her qada jiyanê pêkane. Eger li her malekê Kurdî bê axaftin, eger li her gund, kolan, bajar, kargeh, meclîs, şaredarî, zanîngeh û hemû dibistanan kurdî bê axaftin, li bazar, dikan, kafe, bername, televîzyon û radyo bê axaftin, em ê faşîzma dagirkeran û qirker felç bikin. Em ê faşîzmê bi çîrok, wêje û stranên Kurdî bifetisînin. Em ê hêza faşîzma Tirk ku li her qadê bi feraseta Kurdîtiyê dixwaze Kurdan tine bike, bişikînin. Faşîzma AKP-MHP’ê ji zimanê Kurdî ditirse. Dizanin ku heta zimanê Kurdî hebe wê nikaribin îrada Kurdan bişikînin. Heta ku Kurd bi zimanê xwe biaxivin û bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin, nikarin Kurdan tine bikin. Ziman kok û hebûna kurdan e. Dixwazin vî ruhî têk bibin. Ji ruhê Kurdên azad ditirsin.  Divê gelê Kurd ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî têkoşîna xwe bi rengekî xurtir û berfirehtir dewam bike. Pêwîste her kar bi Kurdî bê kirin, li her cihî Kurdî bê axaftin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HBDH kargeha rêveberiya AKP da ber agir

Nivîsa Pêş

HPG nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
HPG nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir

HPG nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir

Nûçe Ciwan heta 2023’an malpara herî zêde hatiye qedexe kirin e

Nûçe Ciwan heta 2023'an malpara herî zêde hatiye qedexe kirin e

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.