Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Hêlîn Umît: Divê Ciwan erkê xwe yê li hemberî Rêber APO pêkbînin

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît anî ziman ku berxwedana gerîla ya bi heybet dewam dike û got, "Nabe ku têkoşîn bi temamî ji gerîla bê hêvîkirin. Gel divê bi rengekî hîn çalak û radîkal têbikoşin. Divê şerê gel ê antîfaşîst bê meşandin."

Edîtor: Axin Mahir Dicle
28/08/2024 - 8:55
di nav Analîz, Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 9 mins read
A A
Hêlîn Umît: Divê Ciwan erkê xwe yê li hemberî Rêber APO pêkbînin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN-

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît beşdarî Medya Haber TV bû û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê nirxand.

Di destpêka axaftina xwe de Hêlîn Umît berxwedana li Îmraliyê bi rêzdarî silav kir û got, “Bi navê hevrêyên xwe hemûyan hezkirin û hesreta ji bo Rêber Apo diyar dikim. Bêguman li dijî sîstema qirkirinê ya Îmraliyê, li dijî tecrîdê têkoşîneke berfireh tê meşandin. Gerîla pêşengiyê ji vê têkoşînê re dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo hilweşandina sîstema Îmraliyê ya heyî têdikoşin.”

Hêlîn Umît destnîşan kir ku ciwanên Kurdistanê ji bo Rêber APO divê bikevin nava helwesteke hîn çalak û radîkal û got, “Di serî de Bakurê Kurdistanê. Ciwanên li Bakurê Kurdistanê nabe ku xwe ji vê wezîfeyê bidin alî. Belê, em Rêber Apo bixwînin. Ev gelekî girîng e. Heta ku mirov tiştekî fêhm neke nikare bi cih jî bîne. Bêyî ku pê zanibe nikare wî temsîl jî bike. Lê belê bi qasî ku fêhm kir jî divê bi cih bîne, bixe meriyetê û sekneke li gorî vê yekê nîşan bidin.”

Hêlîn Umît bi dewamî bal kişand ser êrişa dewleta Tirk a 23’ê Tebaxê ya li Silêmaniyeyê ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn û ew bi rêzdarî bi bîr anî.

Hêlîn Umît got, “Gulistan Tara û Hêro Bahadîn dema ku bi karê rojnamevaniyê radibûn hatin qetilkirin. Bi ti îftira û reşkirinê kes nikare vê rastiyê veşêre. Ji ber ku çapemeniya PDK’ê di vê mijarê de gelekî hewl da. Ji deqeya destpêkê ve bi taybetî K24 ku diyar e hevkarê sûc e, yekser çû cihê bûyerê û weşand. Yekser got, kî ne. Bi rengê ku PKK’yî ne weşandin. Gotin, çekdar in. Gotin, rêveberên PKK’ê ne. Bi îftira û reşkirinên bi vî rengî nikarin rastiyê ji holê rakin.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê anî ziman ku kevneşopiya çapemeniya azad divê xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bike, hîn bêhtir bi bandor bike, mezin bike û got, “Eger Gulistan Tara şehîd ketibe divê 100 jin ên ciwan teqez bikevin şûna wê. Ez bang li jin ên ciwan, ciwanan hemûyan, civaka me dikim.”

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê nirxand û di destpêkê de berxwedana gerîla ya ji Bakur heta Zapê, ji Avaşînê heta Amediyê, Xakurkê, Xinêre silav kir û got, “Yek ji berxwedanên herî bi heybet ên dîrokî di rojevê de ye. Ne berxwedaneke welê ji rêzê ye, şerekî ji rêzê nîne. Dikare bi vî rengî bê gotin, çawa ku şerê navbera Îsraîl û Hamasê, yan jî şerê li wê derê şerekî hegemonyayê ye, yanî Îsraîl hewl dide hegemonya xwe bi herêmê bide qebûlkirin, berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî li dijî serweriya Tirk, li dijî sîstema qirker a Tirk şerê azadiya gelan, şerê hebûna gelan dimeşînin.

Bi vî rengî li Rojhilata Navîn du têkoşînên li dijî hev têne meşandin. Berxwedana gerîla ne tenê li dijî dagirkeriyê ye. Ji bo diyarkirina paşeroja herêmê, paşeroja cîhanê, paşeroja gelan gelekî girîng e. Ji ber vê yekê jî ev berxwedan bêguman wê dewam bike. Em qala têkoşîna kontrolkirina herêmekê nakin. Gerîla hêzeke bi vî rengî nîne, em bi gerîlatiyê zanin. Gerîla di dîrokê de her tim bûye rêbaza berxwedanê ya bindestan, rêbaza wan a têkoşînê. Li dijî serweran, zaliman bûye şêweyê mayina li ser piyan a gelan. Ev yek îro jî di şexsê Gerîlayên Kurdistanê de dewam dike. Ji xwe li cîhanê hêzeke cuda nemaye ku bi vî rengî li ber xwe dide. Lewma danheviyên mirovahiyê hemû wê di nava gerîla de hîn bêhtir bi wate û bi bandor bibe.”

‘YEKANE TIŞTA KU PDK BIDE KURDAN ZERAR E’

Li ser hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re jî Hêlîn Umît nirxandineke bi vî rengî kir: “Ez qala PDK’ê û malbata Barzanî dikim. Ji ber ku ne ti hêz e, ji ber ku ji aliyê îdeolojîk ve hêzeke xwe nîne, hêza xwe ya fikrî nîne, payeyeke xwe ya zanistî nîne, ji ber ku her tiştî li ser pere û desthilatdariyê dimeşîne, çi dikin? Bazarê dikin, ji ber ku armanc pere ye. Têkiliyên ku niha bi Tirkiyeyê re danîne jî li ser vê bingehê ne. Mînak ji bo Nêçirvan Barzanî dibêjin, yek ji dewlemendên sereke yên cîhanê ye.”

Hêlîn Umît got, “PDK ne Kurd e, ne Kurdîtiyê temsîl dike, ne tiştekî ku bide Kurdan heye, ji bilî zerarê tiştekî nadin Kurdan” û bi dewamî got, “PDK ciwanên herî bijarte yên Kurdan dide qetilkirin. Dikarim vê bibêjim; eger rûyekî ronî yê Kurdan hebe ew jî PKK ye. PKK her tim bûye rûyê pak, ronahî, bedew, baş, azad. PDK jî rûyê tarî yê Kurdistanê ye. Rûyê tarî, metirsîdar, qirêj û paşverû. Diyalektîkeke bi vî rengî dikare bê danîn.”

Hêlîn Umît diyar kir ku leşkerên Tirk 150 baregeh ava kirine, bi deh hezaran leşker li herêmê bi cih kirine û got, “Ev hejmar ji aliyê wan bi xwe ve hate dayin. Gelo ev ne dagirkerî û ne îlhaq be, hingî çi ye? Çi eleqeya vê bi ewlekariyê heye? Tiştekî bi vî rengî Îsraîlê jî nekir. Newêrî vê bike. Belê, lê dide, hildiweşîne. Ya ku li wir diqewime komkujî ye. Yanî ji bo sivikkirinê ez vê nabêjim. Ji aliyê rêbazê ve dibêjim. Rêbazên Îsraîl û Tirkiyeyê gelekî dişibin hev. Lê belê Îsraîl bi xwe jî bi qasî Tirkiyeyê qir nake, berê xwe nade dagirkeriyê. Lê belê hikumeta Iraqê helwesteke bêîrade nîşan da. Bi dîtina min ev yek wê ji bo hikumeta Sûdanî û yên di nava wê hikumetê de ne bibe rûreşî. Ez di wê baweriyê de me ku rojên bê wê li nava civaka Iraqê, li nava Başûrê Kurdistanê nerazîbûn hîn mezin bibe. Mînak berî çend rojan li Amediyê êriş birin ser wesayiteke sivîl. Li wesayiteke sivîl xistin ku Ereb tê de bûn. Sûdanî Serokwezîrê welatekî bi vî rengî ye.

Mînak, di lihevkirina dawî de Iraqê em jî xistiye nava rêxistinên qedexe. Ti zerara me li Iraqê nebûye. Em bi kêrî Iraqê hatine, lê zerara me lê nebûye. Heta ku bi devê PDK’ê bixape, bi propagandaya PDK’ê bixape wê bikevin nava çiraveke nebaşiyê. Ji ber PDK dibêje PKK zerarê dide Kurdan, nizanim PKK zerarê dide ku derê. Dibêje ‘PKK heye, lewma êriş tê kirin’. Çi eleqeya xwe bi vê heye? PKK heye, lewma Kurdîtî heye. PKK nebe kes wê nikare bibêje ez Kurd im. Li ti deverê wê PKK’yî yan jî Kurdîtî nikaribe bê nîqaşkirin. Eger ew bi xwe dikarin li Hewlêrê rûnên ev yek bi saya PKK’ê ye. Bi saya dijberiya li PKK’ê li wir rûdinên.”

‘PDK NE PARTIYEKE KURDAN E’

Hêlîn Umît got, “Beriya her tiştî divê mirov vê mijarê zelal bikin. PDK partiyeke Kurdan nîne. Ev taybetmendiya xwe ji zûdeyî ji dest da. Divê ev yek teqez bê bilêvkirin û li dijî PDK’ê çalakiyên aktîf bêne kirin.”

Hêlîn Umît ragihand ku divê sekneke têkoşînê ya pêwîst bê nîşandan, li weşanên wan neyê temaşekirin, li her deverê li hemberî PDK’ê helwest bê nîşandan, tevlîbûn li civînên wan neyê kirin û têkoşîn bê kirin.

Di dawiya axaftina xwe de Hêlîn Umît işaret bi girîngiya têkoşîna gel a li dijî dagirkeriyê kir û got, “Gelê me dilsozê Rêberê xwe ye. Dilsozê gerîla ye. Li Tirkiyeyê kevneşopiyeke gelekî girîng a şoreşgerî û demokratîk heye. Ciwanên nû serî natewînin. Divê em baweriya xwe bi ciwanan bînin. Pêşî li ciwanan vekin.

Bi vî rengî eger em faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin em ê paşerojekê biafirînin. Wê pêşî li paradîgmaya modernîteya demokratîk vebe û pêşî li azadiyan vebe. Dema ku ev hate şikestin wê hem li Tirkiyeyê hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn ber bi serdemeke nû ve gav bê avêtin.

Em di nava pêvajoyeke bi vî rengî de ne. Divê her kes bi giranî, cidiyet û berpirsyariya vê yekê tevbigere. Lewma nabe ku berpirsyarî tenê ji gerîla re bê hiştin.

Nabe ku her tişt ji gerîla bê hêvîkirin. Me got, şerê gel ê şoreşgerî. Em qala şerê gel dikin. Eger gel bi hev re eniyeke antîfaşîst, sekneke antîfaşîst nîşan bidin, dikarin şer bisekinînin. Em bi vî rengî peyama 1’ê Îlonê jî bidin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Stuttgart’ê Qetilkirina Rojnamegerên Jin Hate Şermezar Kirin

Nivîsa Pêş

HPG: Hevreyên me bi fedakariya xwe cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin. 

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
HPG: Hevreyên me bi fedakariya xwe cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin. 

HPG: Hevreyên me bi fedakariya xwe cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin. 

Jinên Ciwan ên Tûnisî: Spor Ne Tenê Karê Mêran e

Jinên Ciwan ên Tûnisî: Spor Ne Tenê Karê Mêran e

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.