Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

HRE nasnaeya 2 şehîdan eşkere kir

Hevrêyên me Dilsoz Reco û Çekdar Kobanê du lehengên azadiyê bûn ku ji hembêza vê gelê berxwedêr û serhildêr derketibûn ser rêça azadiyê.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
31/07/2024 - 11:08
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
HRE nasnaeya 2 şehîdan eşkere kir
ParvekeTweet

EFRÎN- Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekî niviskî nasnameya 2 şervanên ku li Efrînê şehîd ketine eşkere kir. HRE got ku “Em hevrêyên xwe Dilsoz Reco û Çekdar Kobanê bi rêzdarî bi bîr tînîn”

Daxuyanî wuha ye:

Ji Çapemenî û Raya Gîştî Re

Hevrêyên me Dilsoz Reco û Çekdar Kobanê du lehengên azadiyê bûn ku ji hembêza vê gelê berxwedêr û serhildêr derketibûn ser rêça azadiyê. Ji şerê Helebê heta rizgarkirina Şehbayê û şerê li dijî DAIŞ’ê ya sala 2016’an de û di pêvajoya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de bi erkên xwe yên mirovî rabûn. Bi taybetî piştî ku şerê me yê rizgariyê li hemberi dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de destpê kir, hevrêyên me beşdarî nava refên Hêzên Rizgariya Efrînê bûn. Ji bo ku ji êrîşên li ser gelê me tê kirin ra bibin bersiv li kêleka rêhevalên xwe di eniyên herî pêş de cihên xwe girtin.

Hevrêyê me Dilsoz di roja 29’ê Tîrmehê de li herêma Efrînê de di navbera tîmeke me û dijmin de şer û pevçûn derket. Di encama pevçûnê de hevrêyê me Dilsoz bi fedayî şer kir û tevlî karwanên nemiran bû. Rêhevalê me Çekdar Kobanê jî di encama nexweşiyê de di roja 29’ê Tîrmehê de li herêma Efrînê şehîd bû.

Hevrêyê me Dilsoz Reco bi navê xwe yê rast Mihemed Şêx Dada ku ji bajarê Efrînê ye, dema şoreşa Rojavayê Kurdistanê destpê dike, weke ciwanekî kurd ê xwedan şeref û rûmet berê xwe dide çeperên şer. Bi taybetî li eniyên herî pêş ên Heleb, her wiha pêngava rizgarkirina Şehbayê û di heman demê de di şerê berxwedana serdemê de li kêleka hevalên xwe mil bi mil parastina xaka welat kir. Rêheval Dilsoz ji roja ku tevlî nava refên şoreşê bûye, derbasê ku derê bûye çi erk û wezîfeyên demê pêwîst kir pêra rabû û xwe ti deman neda aliyekî. Li her demê li refên pêş têkoşîn û berxwedaniyekî bê hemba ji bo azadiya gel û mirovahiyê raber kir. Bi taybetî piştî dagirkirina bajarê Efrînê dema gelê me neçarê koçberiyê hate kirin di dil û mejiyê xwe de êş û azara ku li ser gelê me tê kirin carekî din jî dît û hîs kir, ji ber vê yekê jî her demê kîn û hêrsa tolhildanê di hevrê Dilsoz de zindî bû. Li ser wan esasan jî berê xwe da ser dijmin û wisa gihişt şehadetê.

Hevrê yê me Çekdar Kobanê jî ku ew jî zarokê Efrîna berxwedêr û serhildêr e, di malbatekî ku dilsozên tevgera azadiyê ne ji dayik dibe û li ser wan esasan jî dema mezin dibe ev yek li ser kesayeta hevrêyê me bandor dike. Bi taybetî çawa dema şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêkhateyên herêmê ve destpê kir, ji bo parastina destkeftiyên şoreşê keç û xortên dilwêrek xwe feda kirin û berê xwe dan çeperên şer. Hevrê Çekdar jî yek ji wan hevalan bû li eniyên şer cihê xwe girt, bi taybetî di berxwedana serdemê ya Efrînê de li rex hevalên xwe li hemberî dagirkeran şer kir. Di gelek qonaxên şoreşê ên zor û zehmet re derbas bû û bû şoreşgerekî mînak. Bi sekn û jiyana xwe di nav hevalên xwe de hat hezkirin.

Em weke hevrêyên wan soz didin ku em ê bibin layiqê jiyan û mîrateya ku hevrê Dilsoz û Çekdar dewrî me kirin, em ê teqez xeyal û armancên wan bi serkeftinê ve tacîdar bikin. Li ser van esasan, em di serî de ji malbatên hevrêyên xwe yê hêja Dilsoz û Çekdar û hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameyên rêhevalên me yê şehîd wiha ne:
Nasnav: Dilsoz Reco
Nav û Paşnav: Mihemed Şêx Dada
Navê Dayikê: Heyat
Navê Bav: Mistefa
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 29’ê Tîrmeha 2024

Nasnav: Çekdar Kobanê
Nav û Paşnav: Xebat Îbrahîm
Navê Dayikê: Semîra
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 29’ê Tîrmeha 2024

Hêzên Rizgariya Efrînê
31’ê Tîrmeha 2024

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bayik: Şerê PKK’ê li dijî dagirkerî û xiyanetkaran e

Nivîsa Pêş

Nasnameya şehîdên Botanê hate eşkerekirin

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Nasnameya şehîdên Botanê hate eşkerekirin

Nasnameya şehîdên Botanê hate eşkerekirin

YPJ’ê cezayê îdamê yê li Îranê şermezar kir

YPJ'ê cezayê îdamê yê li Îranê şermezar kir

Manşet

  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdên Komkujiya Parîsê li Hesekê hatin bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.