Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ’ê cezayê îdamê yê li Îranê şermezar kir

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê cezayê îdamê yê li aktîvîstên mafên mirovan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn şermezar kir.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
31/07/2024 - 15:36
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
YPJ’ê cezayê îdamê yê li Îranê şermezar kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN– Fermandariya Giştî a YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî cezayê darvekirinê yê ku desthilata Îranê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî biriye, şermezar kir.

Di daxuyniya YPJ’ê de hate gotin:

“Pergala zilamê desthilatdar di hemû serdeman de bi kiryarên xwe yên li dijî hebûn û nasnameya jinan tevahî civakan mehkûmî koletî û serî tewandinê kiriye. Bi şidet û qetilkirina jinan re ku di heman demê de qirkirina civakê ye, hebûna xwe ya despot domandine. Lê di sedsala 21’mîn de jinan bêhtir xwe bi rêxistin kirin û di hemû eniyên têkoşînê de bi rola pêşengiyê rabûn. Jin îro tola hezarê salan ji pergala mêrê desthiladar hiltîne û rêya jiyana azad bi ked, fedekarî û bi bedel xêz dike. Ji wê ye ku dewlet bi polîtîkayên xwe yên tepisandin, destdirêjî, tune hesibandin û darvekirinan re bi awayekî dijwartir êrîşê jinan dike.

Şoreşa jinan a Rojava ji bo tevahî jinên herêm û cîhanê bû çavkaniya îlhamê. Hemû jinên xwedî lêgerîna azadiyê Rojava ji bo xwe wek qiblegeh dît û ji lehengiya jinên rojavayî hêz û bawerî girt. Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî bi baldariyeke mezin şoreşa me şopand û bi sedan jinên ciwan beşdarî nava refên YPJ’ê bûn. Dêrsim Kirmaşan û Viyan Peyman ji wan jinên Rojhilat û îranî yên dilwêrek bûn ku tev li nava refên YPJ’ê bûn û bi fedakarî, lehengî û bi dengê xwe bûn dengvedana rasteqîn a şoreşa Rojava. Îro jî di şexsê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî de jinên îranî bi heman coş û kelecana şoreşê ji bo avakirina Îraneke azad ku hemû jin bikarin bi vîn û rengê xwe lê bijîn, li ber xwe didin.

Lê mixabin ku rejîma Îranê li hemberî daxwaz û lêgera azadiyê ya jinan bi cezayên darvekirinê bersiv dide. Bê guman ev ne cara yekeme ku rejîma Îranê bi vî rengî êrîşî jinan dike. Di Gulana 2010’an de jina Rojhilatî Şîrîn Elemhûlî, weke jineke têkoşer xwedî li hebûna xwe derket û ji ber ku teslîmiyet qebûl nekir, hate darvekirin. Di sala 2014’an de jî Reyhaneh Jabbarî ji ber ku li hemberî zilamekî tecawizkar xwe parast, ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdam kirin. Herî dawî jî bi hinceta ku tayên porê wê xuya dikin, jina têkoşer Jîna Emînî bi şêwazekî hovane qetil kirin. Li hemberî vê kiryara dij mirovî di serî de jinan, gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma; “JIN, JIYAN, AZADΔ hemû qad veguherandin qada serhildanê. Di van serhildanan de jinan bi helwesteke radîkal agirê serhildanan geş kir û tevahî jinên cîhanê piştgirî da rabûna jinên îranî ya mafdar. Lê mixabin ku rejîma Îranê li şûna rêyên çareseriyê, bi navê namûs û exlaq zêdetir êrişî jinan kir. Îro jî biryara darvekirinê li hember her du aktîvîst û rojnamevanên jin Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî daye.

Wek YPJ em di şexsê Pexşan û Şerîfe de têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav dikin. Ew ji bo bidestxistina azadiyê canê xwe feda dikin. Agirê şoreşê bi destê jinên wiha leheng hatiye pêxistin û wê bi destê jinan jî bigihêje serkeftinê. Ji bo wê jî pêwîst e hemû jinên cîhanê, hemû mirovahî li hemberî biryara darvekirina jinên têkoşer rawestin da ku em dawî li van polîtîkayên qirkirina jinan û gelan bînin. Wek Yekîneyên Parastina Jin ku me jî di oxira avakirina civakeke azad de gelek berdêl dane, em bawer in ku wê têkoşîna jinan a mafdar bi ser bikeve. Tevahî jinên cîhanê ku îro ji her demê bêhtir birêxistinkirî ne, wê dawî li vê zilmê bînin, wê jiyaneke azad a bi pêşengiya jinan diyarî tevahî mirovahiyê bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Nasnameya şehîdên Botanê hate eşkerekirin

Nivîsa Pêş

“Divê Ciwan Çeka Şehîdan Rakin”

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
“Divê Ciwan Çeka Şehîdan Rakin”

"Divê Ciwan Çeka Şehîdan Rakin"

Jinan ji Efrîqayê: “Jin Jiyan Azadî”

Jinan ji Efrîqayê: "Jin Jiyan Azadî"

Manşet

  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.