Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

HEVALTIYA RAST MÎNA HEYVÊ TARÎTIYÊ DADIQURTÎNE

Edîtor: Nucan Serdoz
23/07/2024 - 3:10
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HEVALTIYA RAST MÎNA HEYVÊ TARÎTIYÊ DADIQURTÎNE
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN-  Ji pênûsa   Zîlan Diyar

“Belê heval, di têkiliyên însanan de tiştê herî xweş û bi wate têkiliya hevaltiyê ye. Ji ber ew ruh, hêz, hezkirin û eşqa jiyankirinê dide te. Têkiliyeke mîna heftrengiya piştî barana biharê ye, hemû hestên xweşik, paqij û bilind di nava xwede kom dike. Ji heskirin, hêvî, îrade, hêz, jiyan û ya herî mezin azadiya ruh e. Ji bo wê dema di navbera du hevalan de têkiliyeke hevaltiya bi vî rengî were meşandin, ew heval di terzê xwe yê têkiliyê de digihêjin asta têkiliya rast, azad û bê qisûr. Di xwede civakbûn, niştîmanperwerî û mirovheziyê ava dikin. Hevaltiya bi wate û xweşik dema were meşandin, ew têkiliya navbera du kesan, yan çend kesan de derbas dike û civakî dibe. Ji bo wê dema mirov dibêje heval, pêwîste mirov bizanibe ku ev peyv çi dihewîne di hundirê xwe de. Lewra eger em mîna gotineke ji rêzê bigirin dest, wê ne rast be. Ev gotin di bingeh de wate û rastiya hevaltiya azad nîşanî me dide. Di dema niha de meyze kirineke bê wate û hindirê xwe vala li vê peyvê tê meyze kirin.

Di nava pergalê de çawa ku dest avêtina her tiştî çêbûye, hevaltiya di navbera mirovan de jî, li şûna van hestên xweşik dil û giyana mirovan bi hestên ezezîtî, berjewendîperestî û hesûdiyê têne şarj kirin. Lewra pir sar, ji dûr de , bê hisiyat li vê peyvê mêyze dike. Cewhera gotinê nabîne, kor dibe. Lê bi kûrahî li peyva (heval) binêrin, emê di teyisîna wê de, bingeha jiyan û heqîqeta ebedî bibînin. Wê demê emê cewhera xwe ya rast peyda bikin. Belê heval, em çima dibêjin rêheval ? Em wê wekî pênaseya hevalê min ê riyê dibînin. Lê belê ji wê zêdetire, çima heval tê gotin?

(H) tê wata hêvî, hezkirin, hîskirin, hebûn, herikandin, hêjayîbûn û hêz, yanî dema di insan de hêviya jiyanê hebe, wê demê di ferqa hebûna xwe de ye, dema ket ferqa hebûna xwe de, dibe xwedî hêza têkoşîn û şerkirinê. Ew çax tê de herikandina pêşketin guhertin û veguhertinê her dayîmî dibe. Dema ev pêkhatin, hîskirina hurgiliyên jiyanê kûr dibe û ji hevalê xwe re dibe bihareke şîn, kulîlkeke nû pişkivî, dibe bayekî hênik di kelegerma havînê de, dibe tîna agirkekî gerim di seqemê de û dilopeke barana payîzê ku dema dibare bi xwe re bihneke ji bihûştê belav dike, heval dibe palpiştekî mîna çiyayê Ararata bi heybet. Yanî dibe hêz û xemla jiyanê.

Ya din (E) tê wata emanet, evîn, exlaq, efsane û ezim. Di civakê de exlaq heye em li gorî wê mezin dibin, feqet dema xwe di exlaqê şoreşgerî re bike yek wê demê mirov dibe evîndar, evîndarê jiyana xweşik û dagirtî. Ev dihêle mirov qîmet û hebûna hevalê xwe nas bike. Wê demê ji mirov re dibe emaneta insaniyete, ku wî ruhî her diparêze. Ji bo mirov bikaribe bibe layîqî vê emanetê ezimekî xurt lazime, ev hemû dihêle ku jiyan bibe efsaneyeke dîrokî ku ti carî neyê ji bîr kirin.

Ya din (V) tê wata vekolandin, vegerandin, vebijartin, vîn û vekirîbun yanî dema insan vebijêrka xwe ya jiyanê, yanî rêhevalê xwe diyar kir, pêwîste xwedî ruhekî vekirî be, ji ber ji bo gihandina heqîqetê lazime vekolandina civak û dîroka xwe bike, dema we wan rastiyên mezin dîtin, wê demê li xwe vegere û di nava wê dîroka veşartî de li xwe bigere. Ku rastiya kesayet çi ye, ew dem dibe xwedî vînek ji pola û digihêje rastiya ebedî, ji ber dikare ew êş û azarên jiyanê rake.

Ya din (A) tê wata azadî, afrînerî, avakirin û armanc. Yanî mirovekî xwedî armanc di jiyanê de xwedî hêza avakirinê ye, ji jiyana xweşik her dayim afrînerî pêşdixîne. Ku jiyanê ava dike û ji bo ku diyalektîka avakirin û afrînerî bi hevre bide meşandin pêwîste xwe bigihîne rastiya eşqê. Lewma rastiya eşqê dîtin, gihandina lûtkeya jiyana azad û xweşike.

Ya din (L) tê wata lêpirsîn, lêgerîn û lehengiyê. Ji bo mirov xwedî kesayetekî bi wate be, lazime her dayim xwedî meraqa lêpirsîna rastiyê be, ji bo gihandina wê jî di jiyanê de lêgerînvanekî bê teredud be, ji tirsa rastiyan ne reve. Ew dem mirov dibe lehengê jiyanê, ji ber digihîje rastiya dîrokî ya cewhera ruhê xwe.

Belê heval yanî dema me got rêheval wê ti caran tenê rê neyê aqilê me, lazime em bizanin ku di wê riyê de, ez û hevalê xwe di hêvî, exlaq, vîn, azadî, lehengiyê de bi hev re ne û dayim dimeşin. Em di wê riyê de bihev re, digihîjin eşqa jiyana azad û dibin efsana nava dilê dîrokê, ku wê ti kes nikaribe xêz bike ji ber ebedî dibe. Lê belê eger me ev rastî fêm nekir, emê hertim di têkiliyên xwe yê hevaltiyê de şaştiyên mezin bikin. Lê belê hevaltî û rêhevaltiya ku em wê nasdikin, divê em wê bijîn û bidin jiyîn. Em fêrî kîjan hevaltiyê bibin emê wê bidin meşandin. Em jî xwedî vê hevaltiya hêja, exlaqî, bi vîn, xwedî armanc û lehengane ne ku di ber hev de, bêyî ku yek kêliyê em di dilê xwe de dudulî bijîn, em xwe ji rêhevalê xwe re feda dikin. Hevaltî û rêhevaltiya rast ku heta kêliya dawî di heman rêkê de çûyin jî ev e. Ev e navê PKK’ê yê duyemîne, heval û rêheval.

Hebûna ruhê azad di hevaltiya azad de tê dîtin û dibe ebedî.”

 

Çavkanî: YJA STAR – Yekîneyên Jinên Azad ên Star (yjastar-kurdistan.com)

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

60 Saniyê de Nûçeyên Rojê

Nivîsa Pêş

HPG’ê Soro Xizginos bi rêzdarî bi bîr anî

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG’ê Soro Xizginos bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê Soro Xizginos bi rêzdarî bi bîr anî

Xwepêşandanên xwendekaran ên li Bangladeşê: 173 mirin, nêzî 1200 kes hatin binçavkirin

Xwepêşandanên xwendekaran ên li Bangladeşê: 173 mirin, nêzî 1200 kes hatin binçavkirin

Manşet

  • Tev Baranê, Ciwanên Kobanê Derketin Qadan
  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.