Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Li dijî faşîzm, mêtingerî û îxanetê em hêvî û azadiyê mezin bikin!

Koordînasyona KJK'ê salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê pîroz kir û ev bang kir: “Li Kurdistanê li dijî faşîzm, mêtingerî û îxanetê têkoşîna hêvî, azadî û wekheviyê hîn berfirehtir bikin, xwedî lê derkevin û bi hev re biparêzin.”

Edîtor: Nucan Serdoz
17/07/2024 - 19:54
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KJK: Li dijî faşîzm, mêtingerî û îxanetê em hêvî û azadiyê mezin bikin!
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt parve kir: “Li dijî pergala kapîtalîst a ku dixwaze sedsala 21’an bike sedsala şer û komkujiyan, Şoreşa Rojava ji hemû mirovahiyê re bûye hêviyek û îspat kiriye ku jiyana demokratîk û azad pêkan e. Şoreşa Jinê ya Rojava ku bi paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ya bi keda 20 salan a Rêber APO derket holê, 12 sal li pey xwe hişt û dikeve sala xwe ya 13’an. Em 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê di serî de li Rêber Apo, li dayikên hêja yên ku parçeyek ji canê xwe dane, gaziyê me, hemû jin û gelan pîroz dikin.”

KJK’ê wiha berdewam kir: “Em di şexsê heval Arîn Mîrkan, Rêvan, Avesta Xabûr, Barîn, Aylan, Polat, Dayika Aqîde, Ebû Leyla, Ayşe Denîz, Hêlîn Îngîlîz, Sorxwîn Rojhilat, Jiyan û Sosin de bi heh şehîdên Şoreşa Rojava bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em 33 ciwanên demokrat ên şoreşger ên ku ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi Kobanê ve xwestin pirekê ava bikin û di 20’ê Tîrmeha 2015’an de encama êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ’ê ya li Pirsûsê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin û em soza berdewamkirina rêya wan dubare dikin.”

ŞOREŞA ROJAVA BÛ NASNAMEYA ŞOREŞA JINAN 

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de cih da van xalan:

“Erdnîgariya Rojhilata Navîn di dîrokê de bûye cihê jiyana hevpar û mozaîka gelan. Ev jiyana ku cewhera mirovatiyê ye, bi netew-dewletê hatiye serûbinkirin û bi neteweperestiyê mirov hatine jehrîkirin, mirovan tîne pêşberî hev. Lê belê sîstema neteweya demokratîk a Rêber Apo li hemberî vê pergala paşverû ya ku tê wateya qetilkirina civak, gel û mirovahiyê, derket holê û bi vî rengî hilweşîna netew dewletan dest pê kir.

Jinên ku cewhera civakîbûnê ne, di projeya Onder APO de cewhera xwe ya windabûyî dît û ji bo ku bi kevneşopiya qedîm a azadiya xaka Mezopotamyayê re bibe yek, ked da. Jinên ku bûn sembola welatparêziyê û girêdayî axa xwe pêşengiya Şoreşa Rojava kirin, berdêlên giran dan, lêgerîna jiyana azad kêlî bi kêlî zêde kirin û bûn hêza ku şoreşê pêk anîn. Berxwedana hêzên YPJ û YJA Starê bû berxwedana herî xurt û îspat kir ku sedsala 21’an sedsala jinê ye û Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinê bûye xwedî nasname.

Îro faşîzm li cîhanê her ku diçe mezin dibe û hewl tê dayîn ku gelan bînin beramberî hev, gelên Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyê mînaka herî li ber çavan a jiyana bi hev re ye. Zîhniyeta faşîst a AKP-MHP’ê ku avakar û parêzvanê DAIŞ’ê ye, êrîşî nirxên şoreşê dike û li Tirkiye û axên qedîm ên ku dagir kiriye, Kurdan tune dihesibîne, êrîşî gelê Ereb dike, bi her awayî hemû cudahiyan di qirkirinê de derbas dike. Faşîzmê derdixe lûtkeyê gel, mezheb û kesan tîne beramberî hev. Li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bi modela neteweya demokratîk a ku di pêşengiya jinan de tê birêvebirin, hemû gel bi jiyana hevpar, xwerêveberiya bi hev re û parastina bi hev re li dijî pergal faşîst têdikoşin.”

PARASTINA ŞOREŞA ROJAVA PEYWIREK E

Di Şoreşa Rojava de jinan bi YPJ’ê parastina xwe ya cewherî kirin, li ser esasê ku jin bê parastin nikare azad bibe û bi KONGRA STAR’ê rêxistina jiyana demokratîk û azad xurtir kir. Lê belê Şoreşa Jinê ya Rojava ku bûye destkeftiya mirovahiyê, di sala xwe ya 12’emîn de dibe hedefa êrîşên faşîstan. DAÎŞ zîhniyetek e û ev zîhniyet çavkaniya xwe ya bingehîn ji desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê digire. Çawa ku jinên û zilamên ji neteweya Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermenî, Asûrî, Elman, Îtalî, Fransiz û Afrîkayê, li dijî DAIŞ’ê têkoşîna hevpar meşandin û îro jî bi hemn ruhî  ji bo parastina Şoreşa Roajava wê li dijî çete û faşîzma Tirk têkoşîneke yekgirtî bimeşînin. Ev yek erk û berpirsyariyeke neteweyî û navneteweyî ye. Bi hêzkirin û bilindkirina asta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku rê nedan faşîzmê, berpirsyariyeke dîrokî ye.

Faşîzma Tirk îro êrîşên xwe yên dagirkerî û îlhaqkirinê li her çar parçeyên Kurdistanê zêde kiriye. Planên wê yên dorpêçkirin û tasfiyekirina Şoreşa Rojava di meriyetê de ye û di heman demê de ji ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dagirkirin û îlhaqkirina Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi pêş dixe. Parastina hemû Kurdistanê, pêşxistin û berfirehkirina hêza têkoşîna yekbûyî ya li Rojava, Başûr û Bakur gelekî girîng e. Di sala 12’an a Şoreşa Rojava de pêwîste ruhê vê şoreşê li herçar parçeyên Kurdistanê berfireh bibe, Şoreşa Rojava were parastin. Divê têkoşîna li dijî dagirkerina Başûr bê berfirehkirin û di vî warî de hêviyên mirovahî û jinên bindest ên cîhanê mezin bikin. Em bang li Kurdên welatparêz, rêxistinên şoreşger û demokratîk, kesayet, jinên azadîxwaz dikin ku; bi ruhê berxwedana Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê li dijî faşîzm, mêtingerî û îxanetê têkoşîna hêvî, azadî û wekheviyê hîn berfirehtir bikin, xwedî lê derkevin bikin û bi hev re biparêzin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di 4’emîn Kongreya Ciwanên Şoreşger 5 ciwan soza tevlîbûna gerîla dan

Nivîsa Pêş

4’emîn Kongreya Ciwanên Şoreşger bi dawî bû

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
4’emîn Kongreya Ciwanên Şoreşger bi dawî bû

4'emîn Kongreya Ciwanên Şoreşger bi dawî bû

DÊ CIWAN JI BO AZADIYA RÊBER APO LI QADAN BIN

DÊ CIWAN JI BO AZADIYA RÊBER APO LI QADAN BIN

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.