Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

4’emîn Kongreya Ciwanên Şoreşger bi dawî bû

Edîtor: Çekdar Amed
17/07/2024 - 21:13
di nav Ciwan, Giştî, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojava
Reading Time: 8 mins read
A A
4’emîn Kongreya Ciwanên Şoreşger bi dawî bû
ParvekeTweet

HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê kongreya xwe ya 4’emîn di bin dirûşmeya “Bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê emê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” li darxist. Piştî roja yekemîn a ku bi hezaran ciwanan tevlî bernameyên çandî bûn, îro hezar delege yên Ciwanên Şoreşger li salona Serdemê ya bajarê Heseke beşdarî nîqaşên rêxistinî yên kongre bûn. Kongre ji pêşenga tevgera ciwanan Şehîd Bişeng Brusk re hat diyarî kirin.

Di serî de xalên kongre hatin diyar kirin. Piştî wê, ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin.

Piştre jî peyamekî ji endamê rêveberiya Komalên Ciwan Ozgur Şerker hat temaşe kirin.

Endamê Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Laleş Êzîdî axivî û serkeftin ji kongreyê Ciwanên Şoreşger xwest.

Her wiha, peyamên TEV-DEM, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Êzîdxan, Ciwanên Suriyanî, Partiya Sûriyê Pêşerojê û Komîna Enternasyonalîst a Rojava ji kongre re hatin xwendin.

Piştî wê rapora Tevgera Ciwanên Şoreşger derbarê rewşa siyasî û rewşa rêxistinî ya tevgerê hat xwendin. Di raporê de hat diyar kirin ku divê ciwanên şoreşger tekoşînê xwe bigihînin asta şkandinê tecrîdê li ser Rêber Apo û hat dest nîşan kirin ku fêmkirina Rêber Apo di nav ciwanan de kêm e. Her wiha, hat gotin ku di demê dawî de xebatên girîng ên perwerde hatin meşandin, bi taybet bi pêşxistina grupên xwendina parêznameyên Rêber Apo û bi li darxistina konferans û komxebatên li ser fikirê Rêber Apo. Hat gotin jî ku hemleyê Cenga Azadiyê Serbixin ê ku zêdetirî salekî berî hat dest pê kirin bi xwe re encam di aliyê çalakbûnê de anî. Hat diyar kirin jî ku rêxistinkirina ciwanan di asta komînan de heya niha di astekî lewaz de ma û pêwîst e bibe bingehê xebatê ciwanên şoreşger, da ku rolê xwe di avakirina civaka demokratîk û polîtîk were lîstin.

Sînevîzyonekî li ser kar û xebatê Tevgera Ciwanên Şoreşger û li ser pêşengên wê ku di demê dawî de hatin temaşe kirin. Tê de jî perspektîfên Rêber Apo û endamên rêveberiya tevgera azadiyê ji bo ciwanan û gelê welatparêz hatin guhdarkirin.

Bê navber, ciwanan bi coş dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Gerîla”, “PKK” û “Ocalan” berz dikirin.

Kongre piştî nîvro dest bi nirxandinên li ser sekna li beramberî xeta Rêber Apo kir. Ciwanan destnîşankirin ku pêwîstî bi bilindkirina asta xwe perwerdekirinê heye da ku bikaribin civakê perwerde bikin, paradîgmaya Rêber Apo pêkbînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin. Hat diyar kirin ku pêwîstî bi bilindkirina birêxistinkirina ciwanan di nav komînan de heye da ku ciwanan rolê xwe di nava avakirina civakekî demokratîk bilîzin û fikirê Rêber Apo bigihînin hemû ciwanan. Hat diyar kirin jî ku tevlîbûna di nava refên tevgera azadiya wesîleyekî ji bo xwe gihandinê asta pêşengtî û fedayiyê ye û erkekî ciwanên welatparêz e.

Piştre rêzîknameya Tevgera Ciwanên Şoreşger ê nû hat xwendin, nîqaş kirin û qebûl kirin. Meclîsa giştî ya Ciwanên Şoreşger jî hat hilbijartin. Endamên Meclîsê li beramberî hemû pêkhate, li beramberî Rêber Apo, şehîdên şoreşê û tevahî gel soza pêkanîna karê xwe bi durusbûn û dil û can dan.

Piştî wê jî 5 ciwanan (xortekî û 4 jinên ciwan) derketin li ser dikê û soza tevlîbûna di nava tevgera azadiyê de dan. Ciwanan ku soza tevlîbûn dan, diyar kirin rêyê Rêber Apo û şehîdên şoreşê weke rêyê serkeftinê dibînin û wê vê rêyê bişopînin da ku dagirkeriyê têk bibin û civakekî azad ava bikin.

Di dawiyê encamnameyê kongre bi daxuyaniyekî hat parve kirin. Encamname wiha ye:

“Di pêvajoya ku şerê cihanê ye sêyemîn de em tê de derbas dibin, li tevahiya cîhanê û bi taybet Rojhilata Navîn di nava şerekî pir dijwar de jiyan dikin. Hêzen hegemonîk bi politîkayê xwe ye tûnekirin û qirkirinê dixwazin vîn û hebûna gelan têk bibin. Di heman demê de, bi êrîşê xwe yê faşîzane ku li ser Rêbertiya me didin meşandin dixwazin jin û ciwana ji Rêbertî qut bikin. Di heman demê de êrîşê xwe ye li ser heremên parastina medya û li ser Bakur û Rojhilatê Surî dewam dikin. Hedefa hemû van êrîşan ewe ku me ji xeta azadiyê dur bixin û şoreşa ku bi xwîna hezaran şehîdan pêk hatiye têk bibin. Di qonaxeke ku ewqas êrîş û şerê ku rû didin me wek Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûrî kongreya xwe ya çaremîn li darxist. Bi slogana: “Bİ RIHÊ ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ EMÊ XWE BI RÊXISTIN BIKIN, DAGIRKERIYÊ TÊK BIBIN, AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO MÎSOGER BIKIN”.

Kongreya me bi awayekî du rojan bi rêve çû, di van her dû rojan de me hewl da ku em karibin xebatê xwe bi awayikê baş binirxînin. Heta ku bikaribin ji rihê pêvajoyê re bibin bersiveke herî rast di hemû warên têkoşîna şoreşê de.

Me wek tevgera ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Surî ji şoreşa 19’ê Tîrmehê re pêşengtî kir û bi sedan rêhevalen me yên qehreman rihê xwe ji bo serxistina şoreşê feda kirin, her wiha, di hemû kêlîyen jiyana xwe de bi pîvanên Apoyî jiyan kirin heta ku welatekî azad û jiyaneke bi rûmet mîsoger bikin. Her wiha, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Serok Apo heta nefesa xwe ya dawî tekoşînekî bê hempa hate raber kirin. Di kongreya me de dubare ji bo pekanina xeyal û armanca rêhevalên şehid me soza xwe nû kir, di pevajoyekî wiha de ku em ji her demê zêdetir nêzî serkeftinê ne, ji bo tevahî ciwanan, jinên ciwan û tevahî gelê me em rola pêşengtî ya ku Serok Apo daye me, emê heta dawî bi rengekî serkeftî bi rola peşengtî rabin heta ku serkeftina şoreşê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin û dijminên dagirker û metînger li ser axa Kurdistanê biavejin. Her wiha, em kongreya xwe ji bo pêşenga ciwanan û jinên ciwan, sembola jina azad ya şoreşger, dîyarî Şehîd Bişeng Brusk dikin.

Di encama nirxandin û niqaşan biryarên ku hatin girtin wiha ne:
1. Azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirina navenda hemû xebatê xwe û li ser vî esasî ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêbertî komxebat û panelên cur be cur çêkirin.
2. Bi taybet ji bo di milê ideolojî de nasîna Rêbertî xebatên zanebunê di milê niviskî û dîtbarî çêkirin. Ji bo pêkhateyên Ereb jî xebatên cur be cur kirin.
3. Xebatên ragihandina ciwanan berfireh kirin. Li dijî şerê taybet xebatên zanebunê li ser dijîtal medya de pêşxistin.
4. Akademiyên qadan û navendî zêdetir kirin.
5. Li dijî şerê taybet, koçberiyê, kuştin, lêdan, tacîz û tecawizê xebatên zanebunê çêkirin.
6. Hemleyên ekolojiyê bên pêşxistin û paqijî wek erkeke sereke ya welatpareziyê were diyar kirin.
7. Ji bo zêdekirina tevlîbûna parastinê xebat were meşandin
8. Hemleyeke rêxistinî ji bo xurtkirina Tevgera Ciwanên Şoreşger bi hemû komîteyên xwe yên xwendekar, çand û huner, parastin û giranî dayîna rêxistinkirina ciwanan di kampan de.
9. Ji bo festivala Şehîd Bawer Agir amedekarî kirin.
10. Ji bo projeyên ku ciwanan bikişîne xebat bê meşandin.
11. Turnoveyên werzîşî (fûtbol, basketbol, voleybol, satranc, pîngpong) ya ciwanan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê rêxistinkirin.
12. Ji bo şerê gelê şoreşgerî baş were rêxistin kirin dewreyên tenduristî û perwerdeyên leşkerî berdewam kirin.
13. Li hemberî zewaca zarokan têkoşineke radikal meşandin û di nava civakê de xebatên zanebunê zêde kirin. Bi taybet ji bo malbatan seminer, civîn û hwd çêkirin.
14. Atolyeyen xwendinê ya ciwanan vekirin.
15. Ji bo bîranîna şehîd Bişeng, şehîd Sara, şejîd Vejîn û şehîd Tolhildan li Reqa festîval were li darxistin.

BIMIRÊ ÎXANET Û DAGIRKERÎ
BIJÎ BERXWEDANA GERÎLA Û GELAN
BIJÎ SEROK APO”

 

1 Ji 32
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

16.

17.

18.

19.

20.

21.

22.

23.

24.

25.

26.

27.

28.

29.

30.

31.

32.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KJK: Li dijî faşîzm, mêtingerî û îxanetê em hêvî û azadiyê mezin bikin!

Nivîsa Pêş

DÊ CIWAN JI BO AZADIYA RÊBER APO LI QADAN BIN

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
DÊ CIWAN JI BO AZADIYA RÊBER APO LI QADAN BIN

DÊ CIWAN JI BO AZADIYA RÊBER APO LI QADAN BIN

Xelkê Mexmûrê: Emê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li qadan bin

Xelkê Mexmûrê: Emê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li qadan bin

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Bi xwendina fikrên Rêber Apo em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.