Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

QSD bîlançoya sûc û binpêkirinên dagirkeriyê ya 6 mehan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSDˊê bîlançoya sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker a nîvê sala 2024ˊan eşkere kir û diyar kir ku dagirkeriyê bi balafirên bêmirov, şer û çekên giran 339 caran êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
07/07/2024 - 19:44
di nav Daxuyanî, Êrîşên Dagirkeiyê, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 5 mins read
A A
QSD bîlançoya sûc û binpêkirinên dagirkeriyê ya 6 mehan eşkere kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bîlançoya sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker a nîvê sala 2024ˊan parve kir.

Berfirehiya bîlançoyê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker binpêkirin û sûcên xwe li dijî şênî û herêmn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam kirin. Di encamê de gelek binpêkirinên dikeve xana sûcên şer ên giştî pêk anîn. Dagirkeriyê bi balafirên bêmirov, şer û çekên giran ji Dêrikê de heta bi bajarokê Eyn Îsa û gundewarên wê, Minbicê û gundewarên wê heta bi herêmên Şehba û Efrînê êriş pêk anîn. Her wiha dagirkeriyê derbeyên giran li dijî avahiyên binesazî pêk anîn, tîmên tibî, parastina sivîl û nûçegihan hedef girtin.

Destpêka salê dewleta Tirk a dagirker binesazî, cihên stratejîk ên sivîl û kargeh hedef girtin. Di dawiya nîvê îsal de, anku di mehên Gulan û Hezîranê (mewsima çinînê) de zeviyên genim û ceh ku jêdera qûta yekane ya şêniyan hatin hedefgirtin. Li kêlek wê jî qirêjiya ji ber şewata zeviyan zirar bi çandinî û zindiyên din kir. her wiha di encama hedefgirtina stasyonên petrolê li Qamişlo de ava çemên nêzîkî wan qirêj bûn, mîna çemê Cexcex. Gund û bajarokên li seranserî eniya şer rastî hedefgirtinên ketober hatine, bi wê re sivîl birîndar bûn, zirar bi mal û milkên wan bûn.

Bi destpêka havînê re şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êşên qutbûna kehrebê dikişînin, bi taybet li Qamişlo. Qutkirina kehrebê zirareke mezin çêdike. Li Hesekê jî hîna mîna her havînekê gel ji ber qutbûna ava stasyona Elokê êş û ezaran dikişîne.

Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina Mala Gaziyan a Qamişlo sûcên şer pêk anîn. Di encama hedefgirtinê de 2 gaziyên li dijî DAIŞˊê şer kirine; Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûbûn.

Bîlanço wiha ye:

Hejmara êrişan bi giştî: 339 êriş

Hejmara êrişên bi çekên giran: 249 êriş

Hejmara êrişên bi balafirên bêmirov: 86 êriş

Hejmara şehîdên sivîl: 5 şehîd di nav de zarokek û 2 jin.

Hejmara sivîlên birîndar: 52 sivîl, di nav de 14 zarok û 6 jin.

Hejmara leşkerên şehîd: 6 şehîd.

Avahiyên binesaziyê yên hatine hedefgirtin: 23 avahî.

Herêmên çandiniyê yên hatine hedefgirtin: 13 herêm.

Hûrgiliya hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker wiha ye:

Avahiyên binesaziyê yên hatine hedefgirtin:

Hejmara wan hedefgirtina 33 ye û li dijî wan cihan pêk hatin:

6ˊê Çileyê depoyên Um El Kêf ên li bajarokê Til Temirê hatin hedefgirtin.

13ˊê Çileyê stasyona sotemeniyê ya li bajarokê Tirbespiyê hat hedefgirtin.

13ˊê Çileyê de stasyona petrolê ya bajarokê rojavayê Tirbespiyê hat hedefgirtin.

14ˊê Çileyê depoya genim a li bajarokê Xabe yê Kobanê bi du derbeyan hat bombebarankirin, her wiha Tîmên Parastina Sivîl û Ragihandina Sivîl ên berê xwe dane cihê hate bombebarankirin.

14ˊê Çileyê stasyona kehrebê li bajarokê Amûdê hat hedefgirtin.

14ˊê Çileyê şîrketa Nêrgiz a li bajarokê Şêxo ya Qamişlo hat hedefgirtin.

14ˊê Çileyê stasyona kehrebê ya li navenda bajarokê Kobanê bi du derbeyên balafira şer hat bombebarankirin. Her wiha Tîmên Parastina Sivîl û tîmên bijîşkî yên berê xwe dane cihê hedefgirtinê hatin hedefgirtin.

14ˊê Çileyê stasyona kehrebê li navenda Qamişlo hat hedefgirtin.

14ˊê Çileyê dibistana fêrkirina ajokariyê li rojavayê Qamişlo hat hedefgirtin.

14ˊê Çileyê kargeha çêkirina helawê û tihînê li rojavayê Qamişlo hat hedefgirtin.

14ˊê Çileyê avahiya kehrebê ya li Siwêdiyê hat hedefgirtin.

14ˊê Çileyê kargeha gazê ya li herêma Koçerat a Dêrikê hat hedefgirtin.

15ˊê Çileyê stasyona kehrebê li Dirbêsiyê hat hedefgirtin.

15ˊê Çileyê stasyona kehrebê li navenda Qamişlo hat hedefgirtin.

15ˊê Çileyê stasyona Ûdê ya petrolê û stasyona kehrebê li Tirbespiyê hatin hedefgirtin.

15ˊê Çileyê stasyona kehrebê li Rimêlanê hat hedefgirtin, di encamê de welatiyê bi navê Gabrîn Ferho birîndar bû.

1ˊê Sibatê stasyona petrolê ya Qamişlo hat hedefgirtin û bi wê re çemê Cexcex qirêj bû.

6ˊê Sibatê kargeha teyran (mirîşkan) li gundê Nesro yê bajarokê Sirînê yê Kobanê hat hedefgirtin.

11ˊê Sibatê avahiya Mala Gaziyan a Qamişlo hat hedefgirtin, di encamê de Azadî Dêrik û Sorxwîn Rojhilat şehîd bûn.

26ˊê Sibatê kargeha mirîşkan a li gundê Teanê yê li herêma Şehba hate hedefgirtin, di encamê welatiyê bi navê Yûsiv El Hayik şehîd bû û zarokê bi navê Ebdurehman El Hayik birîndar bûn.

19ˊê Nîsanê stasyona petrolê ya li bajarokê Tirbespiyê hat hedefgirtin.

20ˊê Gulanê stasyona petrolê ya Seîde ya li Tirbespiyê hat hedefgirtin.

5ˊê Hezîranê tora kehrebê ya hêza bilind li eniyên şer li gundewarên Girê Spî hat hedefgirtin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rapora Dagirkeriya Tirk a CPT: Em bifikarin

Nivîsa Pêş

Jinên ciwan di roja dawî ya çalakiya xwe de ji bo Rêberr APO stranek nivîsandin

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Jinên ciwan di roja dawî ya çalakiya xwe de ji bo Rêberr APO stranek nivîsandin

Jinên ciwan di roja dawî ya çalakiya xwe de ji bo Rêberr APO stranek nivîsandin

Nobeda li dijî qeyûm di roja 28’an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin

Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.