Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

Fermandarek Pêşmergeyan: Yê li dijî PKK’ê şer bike xiyanetkare

Nehro Eswed got: “Pêwîste gel û hikûmet li dijî dagirkeriya artêşa Tirk rabe, yên li dijî PKK’ê şer bikin xiyanetkarin.”

Edîtor: Axin Mahir Dicle
07/07/2024 - 12:01
di nav Başûr, Êrîşên Dagirkeiyê, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Fermandarek Pêşmergeyan: Yê li dijî PKK’ê şer bike xiyanetkare
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandarê yek ji tugayên hêza pêşmerge Nehro Eswed, ragihand ku aliyek siyasî ketiye li pêş artêşa Tirk a dagirker daku hilbijartinên Parlementoya Herêmê pêkneyê. Lîwa Nehro got: “Pêwîste gel û hikûmet li dijî dagirkeriya artêşa Tirk rabe, yên li dijî PKK’ê şer bikin xiyanetkarin.”

Êrişên artêşa Tirk a dagirker yên bi armanca dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê, bi hevkariya PDK’ê û binemala Barzanî berdewame. Artêşa Tirk di nava du hefteyên dawiyê de bi sedan tank, top, wesayîtên zirxî û hezaran leşkerên xwe derbasî nav xaka  Başûrê Kurdistanê kiriye. Armanca dewleta Tirk ewe ku xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Di derbarê mijarê de yek ji fermandarên di nav Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê de Nehro Eswed ji Rojnews’ê re axivî.

Di despêkê de Fermandar Nehro Eswed da zanîn ku wek hêzên pêşmerge ew van êrişên artêşa Tirk şermezar dikin û got: “Pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî êrişan xwedî helwest be û qebûl neke. Lê mixabin hinek alî rê ji dijmin re xweş dikin û li pêş dijmin dikevin. Bi hevkarî û desteka wan aliyan artêşa Tirk êrişan dike.”

Nehro Eswed diyarkir ku ferqa tu parçeyek Kurdistanê nake, Kurdistan her Kurdistane û got: “Dewleta Tirk bi keyfa dilê xwe li nav xaka Başûr de hatûçonê dike, dijminê herî mezin yê Kurda ye. Pêwîste hemû welatî li dijî van êriş û dagirkeriya dewleta Tirk helwest nîşandin.”

Di dewamê de Fermandarê Pêşmerge Nehro Eswed da zanîn ku yên li pêşiya hêza dijmin dikevin û hevkariyê pêre dikin xiyanetkarin û got: “Ji berku dewleta Tirk tê xelkê sivîl şehîd dixe, xaka me dagir dike û gundên me dişewitîne. Ji vê zêdetir wê xiyanet çawan be?”

Nehro Eswed îşaret bi sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk a li nav xaka Başûr û armanca wê jî kir û got: “Dewleta Tirk naxwaze li Herêma Kurdistanê hilbijartin çêbe, aliyek siyasî yê Herêma Kurdistanê (PDK) jî naxwaze hilbijartin çêbe. Ji ber wê dixwazin rewşa şer bikin behane û hilbijartinê paşbixin. Li gor min wê hilbijartin pêkneyê.”

Her wiha Nehro Eswed bêy ku nav bêje îşaret bi hevkariya PDK’ê ya bi artêşa Tirk re kir û got: “Ew aliyê ku hevkariya dewleta Tirk dike, armanca wê ewe ku li ser desthilatê bimîneye. Guh nade pirsgirêk û zehmetiyên ku Kurd jiyan dikin. Ji berku ew alî ji bo hebûna xwe ya li ser desthilatê berdewam bike, bi hertiştî razî dibe.”

Di dawiyê de jî Fermandar Nehro Eswed got: “Bawer nakim hêzên pêşmerge yên YNK’ê herin li dijî PKK’ê şer bikin. Her aliyek li dijî PKK’ê şer bike jî xiyaneta herî mezin dike.”

Dewleta Tirk a dagirker ji 22’yê Hezîranê ve bi sedan tank û wesayîtên zirxî li gel hezaran leşkerên xwe bi hevkariya PDK’ê derbasî sinorê navçeya Amêdî û Dihokê kiriye. Li ser cadeyên giştî leşkerên Tirk bendên kontrolê danîne, li gel çekdarên PDK’ê derbasî nava gundên herêmê dibin, zext û gefan li xelkê gundan dikin ku gundên xwe vala bikin û sîxûrtiyê ji wan re bikin. Ji ber van zext û êrişên artêşa Tirk bi dehan gundên deverê ji neçarî vala bûne.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Nivîsa Pêş

HPG: Dewleta Tirk bombeyan li gundan dibarîne ji bo vala bike

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
HPG: Dewleta Tirk bombeyan li gundan dibarîne ji bo vala bike

HPG: Dewleta Tirk bombeyan li gundan dibarîne ji bo vala bike

Divê gelê Başûr piştgiriyê bide gerîla

Divê gelê Başûr piştgiriyê bide gerîla

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.