Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Ji KCK’ê peyama têkildarî meha Mûharremê

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê diyar kir ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser perwerde, cemxane û baweriya Elewiyan, şêwazê herî xeter ê qirkirinê ye û bang kir ku têkoşîna rêxistinkirî ya Elewiyan hîn xurttir bê domandin.

Edîtor: Nucan Serdoz
06/07/2024 - 9:38
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Ji KCK’ê peyama têkildarî meha Mûharremê
ParvekeTweet

NAVENDA NEUÇAYAN- Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya meha Mûharremê ku di baweriya Elewiyan de xwedî cihekî girîng e, daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Elewiyên ku di rojên Mûharremê de nefsê xwe lêpirsîn dikin, divê bifikirin ku çawa dikarin hebûnên xwe yên çandî, bawerî û jiyanî xurttir bikin.

Temamiya peyamê bi vî rengî ye:

“Em dikevin meha Mûharremê ku di baweriya Elewîtiyê de xwedî cihekî girîng e. Em hêvî dikin ku îbadetên Elewiyan û Misilmanên Şîa yên di Mûharremê de rojiyan digirin û Kerbelayê bi bîr tînin, bên qebûlkirin. Bi wesîleya meha Mûharremê ya ku destpê kiriye, em bang li her kesê alîgirê heq û heqîqetê dikin ku li dijî Yezidên di roja me ya îro de li ser xeta berxwedana Kerbelayê sekna Huseyînî raber bikin.

YEZIDÎTÎ RÊYÊN XWE DAYÎNA JIYANKIRINÊ DIBÎNE

Yezidîtî li erdnîgariya Rojhilata Navîn di roja me de jî rêyên xwe dayîna jiyankirinê dibîne. Rejîmên zextkar, faşîst, qirker, mêtinger û ji nifşên Yezid di serî de Kurdistan hema bêje li her devera Rojhilata Navîn zilmê li gelan û gelên me dike. Êrîşên bi rengê êşkence, tecrîd, zext û qirkirinê yên li ser Kurdistanê, vê rastiyê baş nîşan dide. Li Kurdistan û Tirkiyeyê kesên ku ji nifşê Yezid tên, gefê li Elewiyan dixwin. Elewî rû bi rûyê her cure zext, tundî, qirkirin û înkarê dimînin. Em difikirin ku Elewî dizanin ew rû bi rûyê komkujiyên herî xeter in. Em li bendê me ne ku ew li hemberî vê rastiyê ji her demê zêdetir sekna xwe ya têkoşînê raber bikin. Polîtîkayên dewletê yên li ser perwerde, cemxane û baweriya Elewiyan, şêwazê herî xeter ê qirkirinê ye. Em li bendê ne ku li dijî van êrîşên qirkirinê, Elewî xeta berxwedanê ya Huseyînî esas bigirin û li dijî zaliman û bêmafiyê têbikoşin û nîşan bidin ku ew di nava refên Hz. Huseyîn de ne.

LI DIJÎ ZALIM YEKÎTÎ

Elewiyên hêja, em dixwazin bînin ziman ku divê Elewiyên ku di van rojên Mûharremê de nefsê xwe lêpirsîn dikin, bifikirin ka çawa dikarin hebûnên xwe yên çandî, bawerî û jiyanî hîn xurttir biparêzin. Bi wesîleya rojê em dixwazin diyar bikin ku divê yekîtî bingehê esas ê têkoşîna li dijî desthilatdarên zalim, be. Elewî di rojên Mûharremê de rojiyan digirin û rojên xwe bi lêpirsînên kûr derbas dikin. Em bang li Elewiyan dikin ku bila li ber çavan bigirin ku li her derê rû bi rûyê êrîşan dimînin û li dijî Yezidên di roja me ya îro de di eniya demokrasiyê de cih bigirin. Em pêşniyar dikin ku bila yekîtiya xwe mezin bikin û bawer bikin ku wê êrîşên dewletê bêbandor bikin. Bila li dijî zaliman, di nava yekîtiyê de tevbigerin.

QEBÛLKIRINA XERACÊ, YAN JÎ SEKNA BI RENGÊ ELEWÎTIYÊ?

Di van rojên rojiya Mûharremê de em ji Pîrên Elewî û Dayikan dixwazin ku bila behsê bikin, ev tiştên weke derfet ji aliyê dewletê ve tên pêşkêşkirin, heram in û bila malê heram qebûl nekin. Dewlet afirênerê înkar, qirkirin û mêtingeriyê ye. Divê were zanîn, nîqaşên ku ‘dewlet wê kirêya cemxaneyan, fatûrayên elektrîk û avê bide’ hewldaneke ku Elewîtiyê girêdayî dewletê bikin. Em li bendê ne ku pêşî li van nîqaşan bên girtin. Dewlet ji bo Elewiyan girêdayî dewletê bike xeracê dide. Gelo Civaka Elewî wê vê xeracê qebûl bikin yan jî wê sekna bi rengê Elewîtiyê raber bikin û ji bo parastina çand, bawerî û hebûna xwe li dijî vê sîstema perwerde û modela baweriyê ya ku tê xwestin bê afirandin, têbikoşin? Ji ber ku ev polîtîkayên dewletê hemû nirxên çandî û baweriyê yên ku Elewî xwe pê îfade dikin, înkar dike û tune dihesibîne. Di vî warî de em bang li Elewiyan dikin ku têkoşîna xwe ya rêxistinî hîn xurttir û encamgir bidomînin. Em Elewiyan vedixwînin ku vê rastiyê hîn kûrttir bibînin, baş fêm bikin û pêdiviyên wê hîn zêdetir bi cih bînin.

LI DIJÎ YEZÎDAN TÊKOŞÎNA HEVPAR

Kesên ji nifşê Yezid tên, rûmeta mirovahiyê binpê kirine. Li dijî vê yekê Îmam Huseyîn têkoşîna heq û mirovahiyê meşand û nûneriya rûmeta mirovahiyê kir. Di eniya Îmam Huseyîn de cih girtin tê wateya têkoşîna li dijî zaliman, xespkar, talankar û kesên heq nas nakin. Bi wesîleya rojiya Mûharremê em ji dil û can hêvî dikin ku rojiya 12 îmaman û xizmetên wan a mirovên ku êşa qetilkirina berxwedêrên Kerbelayê ji dil hîs dikin, bêne qebûlkirin û li lênûska maf bê nivîsandin. Di vî warî de em bang li gelên Rojhilata Navîn ên alîgirên demokrasî û azadiyê, heq û edaletê dikin ku li dijî Yezidên di roja me ya îro de, di çeperê têkoşînê ya hevpar de mil bidin milê hevdû.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Fikrên Rêber APO rêya azadiyê nîşanî me dide!”

Nivîsa Pêş

Çeteyên dewleta Tirk mal û milkên şêniyan didizin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Çeteyên dewleta Tirk mal û milkên şêniyan didizin

Çeteyên dewleta Tirk mal û milkên şêniyan didizin

Ciwanên Şoreşger soza rizgariya Efrînê didin

Ciwanên Şoreşger soza rizgariya Efrînê didin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.