Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

Di berxwedana li dijî qeyûm de qonaxeke nû: Ji Stenbolê heta Colemêrgê Meşa Rêzgirtina ji bo Îradeyê

Edîtor: Axin Mahir Dicle
23/06/2024 - 12:45
di nav Bakur, Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Di berxwedana li dijî qeyûm de qonaxeke nû: Ji Stenbolê heta Colemêrgê Meşa Rêzgirtina ji bo Îradeyê
ParvekeTweet
NAVENDA NÛÇEYAN – DEM Partiyê li dijî xespkirina îradeyê plansaziyeke nû ya çalakiyê derxist û di vê çarçoveyê de dê di 30’ê hezîranê de ji Stenbolê ber bi Colemêrgê ve “Meşa Rêzgirtina ji bo Îradeyê” bide destpêkirin. Li gel meşê, her wiha dê li hemû bajaran çalakî bên lidarxistin û endamên meclisa Şaredariya Colemêrgê dê li Enqere û Stenbolê hevdîtinan bikin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî xespkirina qeyûm plansaziyeke nû ya çalakiyan derxist. Di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê qeyûm hate tayînkirin. Li dijî tayînkirina qeyûm li dehan bajaran çalakiya nobetê hate destpêkirin û di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê mitîng hat lidarxistin. Piştî mitîngê biryara mezinkirina çalakiyan hate dayîn. Di bin navê “Plana Çalakiyan a Nû ya li Dijî Xespa Qeyûm” de biryar hate dayîn ku ji Colemêrgê heta Stenbolê berxwedan were mezinkirin.
LI COLEMÊRG Û STENBOLÊ ÇALAKIYÊN NOBETÊ 
Çalakiyên nobetê yên piştî tayînkirina qeyûm hatine destpêkirin dê li Colemêrg û Stenbolê bidome. Çalakî dê her roj bê lidarxistin. Dê bajar û navçeyên herêma Serhedê jî tev li nobeta li Colemêrgê bibin. Dê şande du rojan li Colemêrgê bimînin, biçin serdana esnafan û gel. Her wiha dê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî tev li bibin.
DÊ LI HEMÛ BAJARAN LI DIJÎ QEYÛM ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN 
Dê qeyûm tenê li Colemêrg û Stenbolê neyê protestokirin. Di heman demê de dê li tevahiya bajaran li şûna nobetan dê nobetên girseyî, meş, çalakî û xwepêşdan bên lidarxistin. Dê çalakiya nobetê ya heta niha li pêşiya şaredariyan dihat domandin, veguhêzin cihên navendî.
ŞANDEYA HILBIJÊRÊN COLEMÊRGÊ
Meclisa Şaredariya Colemêrgê piştî girtina Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş, li gorî hiqûq û qanûnan tevgeriya û serokwekîla xwe hilbijart. Meclisê, şandeyeke ji hevşaredar û endamên meclisê pêk tê ava kir û li dijî xespa qeyûm dê li Enqere û Stenbolê hevdîtinan bike. Şande dê bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtinan bike. Di vê çarçoveyê de dê di navbera 27-28’ê hezîranê li Enqereyê, di 29’ê hezîranê de tev li mitînga li Stenbolê bibe û di navbera 30’ê hezîranê û 1’ê tîrmehê jî li Stenbolê hevdîtinan bike.
‘MEŞA RÊZGIRTINA JI BO ÎRADEYÊ’
DEM Partî dê li dijî qeyûm meşeke mezin li dar bixe. Meşa Rêzgirtina ji bo Îradeyê ku dê di 30’ê hezîranê de starta wê li Stenbolê were dayîn, dê li Colemêrgê temam bibe. Meşvanên ku dê li Stenbolê bi girseyî bên birêxistin, dê li her bajarekî bi tevlibûnên nû meşa xwe bidomînin. Koma meşê ya Stenbolê ji 10 kesan pêk tê û dê ji bajarên Kocaelî, Bursa, Tekîrdag, Edîrne, Çanakkale, Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Mugla, Manîsa, Antalya, Enqere, Konya, Eskîşehîr, Kayserî, Edene, Mersîn û Hatayê jî komên ji 3-5 kesan pêk tên tev li bibin.
Dê tevlibûna meşê ya li bajarên Kurdistanê bi girseyîtir bin. Ji Dîlok, Meletî, Mereş, Semsûr, Riha, Elih, Amed, Sêrt, Çewlig, Dêrsim, Xarpêt, Merdîn, Şirnex, Qers, Erdexan, Îdir, Erzirom, Agirî, Bedlîs û Mûşê komên ji 5-10 kesan pêk tên tev li meşvanan bibin û dê meşvan di 3’yê tîrmehê de li Wanê bên gel hev.
MEŞA 6 ROJAN
Kesên dê tev li Meşa Rêzgirtina ji bo Îradeyê dibin dê li vir bi girseyî ber bi Colemêrgê ve bên birêxistin. Meşvan dê 196 kîlometreyan bimeşin. Tê payîn ku meş 6 rojan bidome. Li ser rêgeha meşê de jî dê bi xelkê herêmê re hevdîtin bên kirin. Hat zanîn ku dê ji tevahiya bajaran kesên ji rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk tev li meşê bibin.
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hejmara 69’an a Kovara Jînê derket

Nivîsa Pêş

Bi pêşengtiya Jinên Ciwan li gundewarên Tebqa banga azadiya Rêber Apo

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Bi pêşengtiya Jinên Ciwan li gundewarên Tebqa banga azadiya Rêber Apo

Bi pêşengtiya Jinên Ciwan li gundewarên Tebqa banga azadiya Rêber Apo

Nasnameya 2 gerîlayên ku li Mawayê şehîd bûn, hate eşkerekirin

Nasnameya 2 gerîlayên ku li Mawayê şehîd bûn, hate eşkerekirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.