Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: DEDAŞ’ê sê qetliaman bi hev re kir

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê diyar kir ku DEDAŞ ji saziyeke xizmetê zêdetir saziya zilmê ye û wiha got, “Tenê têkoşîna me ya hevpar a ekolojîk dikare vê zîhniyeta faşîst û komkujer rawestîne.”

Edîtor: Nucan Serdoz
22/06/2024 - 20:18
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: DEDAŞ’ê sê qetliaman bi hev re kir
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê têkîldarî şewata ku di navbera navçeya Çinar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de derket û di encamê de14 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn, daxuyaniyekî nivîskî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em êşa gelê xwe ku ji ber qetlîama ku li qada navbera navçeyên Şemrex û Çinarê bi destê DEDAŞ û dewletê pêk hat, parve dikin. Kesên jiyana xwe ji dest dane bila rehma xwedê li wan be, ji malbatên wan û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şîfayê dixwazin.

Îfadeyên şahidan eşkere kir ku qetliam ji aliyê DEDAŞ’ê ve hatiye kirin. DEDAŞ ku tevî serlêdanên fermî û hişyariyên gel ên bi salan stûnên ceyranê tamîr nekir û ji ber vê yekê berê vê jî bû sedema mirinan, berpirsyarê sereke yê vê qetliamê ye. Tevî vê yekê jî desthilatdariya AKP’ê ketiya nava lêgerîna parastina berpirsyarên komkujiyê. Desthilatdariya AKP’ê bi tevî DEDAŞ’ê berpirsyarê vê komkujiyê ye, bi îdiaya ku şewat ji ber pirêzeyan derketiye dixwazin sûcê binixumînin û berpisyariyê biavêjin stûyê gel.

DEDAŞ NE XIZMET ZILMÊ DIKE

DEDAŞ’ê di şewata Şemrex û Çinarê de bi windahiyên can, zirara li xwezayê û mirina bi sedan sewalan sê komkujiyan bi hev re kir. Polîtîkayên dijminatiyê ku bi salan in bi awayekî plankirî û sîstematîk li dijî gelê Kurd pêk tîne, gihand asta komkujiyê û vê dijminahiyê bi awayekî eşkere nîşan da. DEDAŞ ku şirketa belavkirina ceyranê ye, heta roja îro gelê Kurd bi berdewamî bê av û bê elekrtîk hişt û bi vê yekê re ji xizmetguzarî zêdetir bû saziyeke zilmê. Bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya gel, xweza û çandiniyê bû rê bû pêkanînerê pêkanînên şerê taybet û qirkirina ekolojîk ên dewleta Tirk li Kurdistanê. Erdnîgariya Kurdistanê ku bendavên ku dikare pêdiviyên avê yên tevahiya Rojhilata Navîn pêşwazî bike lê tên avakirin, bi destê dewlet û DEDAŞ’ê bê av û bê elektrîk hat hiştin û çandinî û sewalkarî gihişt asta qedandinê. Bi zilma berdewam xizanî, bêavî û koçberî li ser gel hate ferzkirin.

Desthilatdariya AKP’ê ku mudaxeleyî şewatê nekir û zemîn çêkir ku komkujî çêbibe, bi qasî DEDAŞ’ê berpirsyar e. Bi vê komkujiyê re careke din hate dîtin ku ji bo gel û xwezayê kareseta herî mezin dewlet û polîtîkayên wî ne. AKP’ê weke erdhêja Mereşê ya 6’ê Sibatê, komkujiya Soma û Îliçê dîsa dijminatiya xwe ya gel û xwezayê nîşan da. Dewleta Tirk heta niha balafir, helîkopter û cendirmeyên xwe ji bo qetilkirina gelê Kurd û tunekirina xweza û daristana  Kurdistanê bi kar anî. Weke li bajarên Tirkiyeyê cendirmeyên xwe ne ji bo parastina xwezayê, ji bo berjewendiyên şîrketên alîgir, qirkirina ekolojîk û qetlîamên daristanan xist dewrê. Hêza hewayî ya dewleta Tirk û hemû derfetên wî ji bo qetilkirina Kurdan bi şev û roj li Robosî, Şengal, Rojava, Başûr; li çar aliyên Kurdistanê amade tê sekinandin, heta îro ji bo berjewendiyên xweza û gelemperî nehate bikaranîn. Rayedarên dewletê ku her sal butçeya şer zêde dikin û pesnê xwe didin ku ew yek ji artêşên herî mezin ên NATOyê ne, budçeyê ji bo şewatên daristanan, karesatên xwezayî û qeyrana avhewayê venaqetîne û bi vê re alîkariya ku ji gel tê komkirin jî dixwin.

Dewleta Tirk a ku bi dagirkirina xaka Kurdistanê bi polîtîkayên ekolojîk, bendav, santralên ceyranê û polîtîkayên dij-cotkariyê yên bi salane di çarçoveya şerê li Kurdistanê de tê meşandin, dixwaze derfetên jiyanê yên gelê Kurd ji holê rake û vê yekê bi karesat û komkujiyan re kûrtir bike. Bi van pêkanînan careke din derket holê ku dewleta Tirk bi zihniyeta xwe ya faşîst, berjewendîperest xetereya herî mezin a li ser xweza û hemû gelan e. Ji ber vê zihniyeta dewletê her karesatên ku em pê re rû bi rû dimînin xirabtir dibin û rê li ber yên nû vedike

DIVÊ EM LI HEMBERÎ PÊKANÎNÊN DEWLETA TIRK BÊDENG NEBIN

Dibe ku di encama vê zihniyetê de em bi karesatên mezintir re rû bi rû bimînin. Weke gelên Kurdistan, Tirkiye û tevgerên ekolojîk, li hemberî wêranî, tundî û karesatên dewletê, em ji parastina gel, xweza û sewalan berpirsyar in. Divê li dijî hemû polîtîkayên dewletê yên ji bo koçberkirina mirovan û desteserkirina axa wan tê meşandin, li ber xwe bidin. Divê em li hember kiryarên ku nahêlin gel bi çandinî û sewalkariyê re mijûl bibin û bi desteserkirina daristan, ax û avê ku gefê li pêşeroja me dixwin bêdeng nemînin.

Tiştên ku qewimîn careke din nîşan dide ku ne pêwîst e alîkarî ji dewletê bê xwestin, li hemberî hemû karesatên dewletê tedbîr bên girtin û têkoşîn bê mezinkirin. Ji ber vê yekê ji bo kesên ku alîgirê gel, xweza û jiyanê ne, piştî hemû karesatan tişta ku divê bê kirin li benda alîkariya dewletê nemînin, mezinkirina hevgirtin, rêxistinbûn û berxwedanê ye. Polîtîkayên desthilatê yên li dijî xwezayê û li dijî gel ancax bi têkoşîneke rêxistinbûyî, bi zanebûn a hemû aliyan ve dikare were rawestandin. Ji bo lev komkujî bên rawestandin divê hemû rê bên seferberkirin û ji bo xweza û civakê têbikoşin. Divê DEDAŞ û dewlet ji komkujiya ku kirine û zilma ku heta îro kirine hesap bê pirsîn. Ji bo vê divê têkoşîn bê meşandin.

Êşa di van karesatan de hatine kişandin careke din nîşan dide ku wêrankirina ekolojîk pirsgirêkek hevpar e û xemeke hevpar a me hemûyan e. Li ku derê dinyayê dibe bila bibe, her dara ku tê birîn, av û hewaya ku tê tinekirin û qirêjkirin divê bi hişmendiya ku nirxên hevpar tevbigerin û biparêzin. Li hemberî polîtîkayên dewletê yên di bin navê “ewlehiyê” de tê terorîzekirin, girîng e em bi zanebûn tevbigerin ku dar, av û hewaya ku ji aliyê dewletê ve tên tinekirin, nirxên hevpar ên paşeroja me ne. Bi vê hişmendî û berpirsyariyê meşandina têkoşîna ekolojîk tekane helwesta ku wê bi kêrî xwezayê, me hemûyan û siberoja me bide qezenckirin û li hemberî vê qirkirinê me xurtir bike. Tenê têkoşîna me ya hevpar a ekolojîk dikare vê zîhniyeta faşîst, komkujer rawestîne. Pêşîgirtina li karesatên desthilatê bi têkoşînê pêkan e.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPJ: Hevrêya me Delîla Cûdî şehîd bû

Nivîsa Pêş

Ji ber operasyonên dagirkeriya Tirk vê carê jî li Mawa’yê şewat derket

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji ber operasyonên dagirkeriya Tirk vê carê jî li Mawa’yê şewat derket

Ji ber operasyonên dagirkeriya Tirk vê carê jî li Mawa'yê şewat derket

TekoJIN Berlîn Şehîd Zîlan bi bîr anî

TekoJIN Berlîn Şehîd Zîlan bi bîr anî

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.