Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Xewn û xeyalê Viyan ew bû ku rojekê li Cûdî bibe gerîla

Viyan Mazlûm (Gulê Cimo) a ji Efrînê dixwest rojekê li Cûdî bibe gerîla. Dixwest vê xewn û xeyala xwe piştî pratîka Metîna û Rojava li Botanê bixe meriyetê Heta ku bi pêşengiya Delal Amed tevlî karwanê şehîdan bibe şer kir.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
20/06/2024 - 10:00
di nav Biranîna Şehîdan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Xewn û xeyalê Viyan ew bû ku rojekê li Cûdî bibe gerîla
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Gulê Cimo ji malbateke ji navçeya Bilbilê ya Efrînê li Helebê ji dayik bû. Di nava malbateke welatparêz de mezin bû, Tevgera Azadiyê ya Kurd zû nas kir. Hîn di zarokatiyê de haya xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistan û PKK’ê hebû. Bi bandora tevlîbûnên ji nava malbata wê di temenekî ciwan de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji bo xwe bigihîne jiyaneke nû navê xwe kir Viyan Mazlûm.

Viyan Mazlûm bi vî rengî qala pêvajoya tevlîbûna xwe kir: “Min xwe weke çivîkekê hîs kir. Mîna çivîkeke ku ji qefesê firiya û xwe gihand ser guliyên daran. Mîna çivîkekê ku li azadiyê digeriya û zanîbû ku wê li ku derê hêlîna xwe dîne, min jî timî da pey xeyalên xwe. Ji bo hêjayî gelê xwe û warê xwe bibim ketim ser vê rêyê.”

Bi vî rengî bi eşqeke mezin tevlî nava jiyana hevrêyên xwe bû. Zû hînî jiyana li çiyê bû. Piştî ku çend salan li çiyayên Metînayê têkoşiya, bi destpêkirina êrişa DAÎŞ’ê ya li ser Rojava derbasî vê qadê bû û beşdarî şer bû. Viyan Mazlûm heta ku Rojava azad bû gelê xwe bi tenê nehişt, tevî ku di şer de sê caran birîndar bû ti carî dest ji têkoşîna xwe berneda û berxwedana xwe dewam kir.

ÊDÎ AMADE BÛ KU BIÇE BOTANÊ

Piştî ku xaka Rojava hate azadkirin Viyan Mazlûm careke din berê xwe da qadên gerîla çiya. Êdî amade bû ku biçe Botanê. Viyan Mazlûm ji bo xewn û xeyalên xwe yên zarokatiyê pêk bîne dixwest derbasî Cûdî bibe. Viyan Mazlûm dixwest xeyalên xwe zû pêk bîne û di sala 2015’an de derbasî herêma Botanê bû.

TEVÎ 12 HEVRÊYÊN XWE TEVLÎ KARWANÊ ŞEHÎDAN BÛ

Li Botanê di çalakiyên li dijî dijmin de li refên herî pêş bû. Bi eşqa azadiyê li ser rêya serketinê meşiya û navê xwe li destanên berxwedanê nivîsand. Dewleta Tirk di sala 2017’an de dest bi êrîşeke mezin a dagirkeriyê kir û bi taybetî femandara qadê Delal Amed (Hulya Eroglû) û Azê Malazgîrt (Asli Ozkaya) kir hedef. Di encama êrişa artêşa Tirk a li ser qada Besta ya Botanê de Viyan Mazlûm tevî Fermandar Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed li gel 12 hevrêyên xwe tevlî nava karwanê şehîdan bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Mîsyona Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê

Nivîsa Pêş

Gotina Rêbertî ku ji min re got ez qet ji bîr nakim: “Hûn hatin û tevlî şoreşê bûn, ev cesaretekî pir mezin e”

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Gotina Rêbertî ku ji min re got ez qet ji bîr nakim: “Hûn hatin û tevlî şoreşê bûn, ev cesaretekî pir mezin e”

Gotina Rêbertî ku ji min re got ez qet ji bîr nakim: “Hûn hatin û tevlî şoreşê bûn, ev cesaretekî pir mezin e"

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.