Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

KONGRA GEL ‘milîtana pêşeng a avakirina civakî’ Raperîn Amed bi bîr anî

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL Raperîn Amed bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Milîtana pêşeng a avakirina civakî ye."

Edîtor: Axin Mahir Dicle
16/06/2024 - 13:27
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
KONGRA GEL ‘milîtana pêşeng a avakirina civakî’ Raperîn Amed bi bîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN– Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL peyamek weşand û got, “Hevala Raperîn Amed di 17’ê Hezîrana 2022’an de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû. Di salvegera 2’yemîn de bi hezkirin û rêzdarî wê bi bîr tînin. Weke endama PKK û PAJK’ê di nava pêvajoya 30 salan a têkoşînê de li hemû parçeyên Kurdistanê wezîfe kir. Di nava karên qanûndanînê de weke alîkara Hevserokên KONGRA GEL di nava dîwanê de bû.”

Di dewama peyamê de hate gotin, “Ji bo avakirina sîstema akademî, kooperatîf, meclîs û komunan ku çar hîmên esasî yên konfederalîzma demokratîk in, pêşengî ji karên avakirina civakî re kir. Bi taybetî ji bo serketina karên avakirina civakî di sazîkirina akademiyê de kedeke mezin da ku ji bo komun û meclîsan perwerdeyên pêwîst dide.

Di vê demê de ji bo me gel û tevgera azadiyê wezîfeya bingehîn e ku ji bo serketina kampanya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ bixebitin. Ji bo serketinê jî divê kampanya azadiyê û karên avakirina civakî yên demokratîk teqez bi hev re bêne meşandin.

Ji bo hilweşandina sîstema qirker a Îmraliyê ku ji aliyê hêzên komploger ên navneteweyî û rejîma dewleta Tirk a faşîst ve hatiye avakirin, di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk de em sîstema civakî ya alternatîf ava dikin. Li gorî hêmanên neteweya demokratîk, karên avakirina sîstema civakî ya li ser bingeha rêxistinkirin û perwerdekirina gel têne meşandin, armanca herî bingehîn a Têkoşîna Azadiyê ye.

Hevala Raperîn Amed di çarçoveya karên qanûndanînê de bi taybetî karên perwerdekirina gel ên li meclîs û komunan bi eşq û kelecan meşand. Zanîbû ku avakirina sîstema civaka ekolojîk demokratîk a ku xwe dispêre azadiya jinê, mifteya azadiyê ya gelê me û Rêber Apo ye. Bi vê têgihiştin û baweriyê karên avakirinê meşand. Weke Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL em ê vê rêbaza afirîner a hevala Raperîn esas werbigirin ku di karên avakirina civakî de meşand.

Di vê pêvajoyê de ku kampanya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ û karên avakirina civakî rojeva bingehîn e, nebûna hevala Raperîn Amed ji bo me windahiyeke mezin e. Em li pêşberî bîranîna wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Ji bo me wezîfe ye ku karên wê yên nîvco mayî mîna ku ew dixwaze bi encam bike.

Bi navê tevgera azadiyê û gel soza ku me dane hevala Raperîn û hemû şehîdên xwe dubare dikin. Em ê bi avakirina sîstema civakî ya demokratîk û bicihanîna paradîgmaya azadiyê, li ser bingeha azadiya Rêber Apo û gelê me armancên şehîdên xwe pêk bînin. Bi têkoşîneke bêhempa ya ku di dîrokê de mînaka wê nehatiye dîtin, şert û mercên serxistina vê yekê hatine afirandin. Em ê bi vê têgihiştin û berpirsyariyê bersivê bidin şehîdên xwe û dîrokê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hejmara nû ya Kovara Jin derket

Nivîsa Pêş

Perwerdeya Ragihandina Ciwanên Mexmûr bi dawî bû

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Perwerdeya Ragihandina Ciwanên Mexmûr bi dawî bû

Perwerdeya Ragihandina Ciwanên Mexmûr bi dawî bû

Ji dengê şehîd Aso Ferzad stranek

Ji dengê şehîd Aso Ferzad stranek

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.