Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Newaya Jin bi rojeva ‘xweparastinê’ hate weşandin

Hejmara 231'ê ya Newaya Jin bi manşeta 'Dema xweparastinê ye' hate weşandin.

Edîtor: Nucan Serdoz
03/06/2024 - 11:00
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Newaya Jin bi rojeva ‘xweparastinê’ hate weşandin
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin hejmara meha Hezîranê gihand ber destê xwendevanên xwe. Mijara ‘xweparastinê’ ku bû manşeta vê mehê ya rojnameyê ji aliyê Halîte Turkoglû, Rûşen Samsat, Heja Zerya, Roza Metîna, Bêrîtan Zagros ve hate nirxandin.

XWERÊVEBERÎ XWEPARASTIN E

Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser têkiliya navbera xwerêveberî û xweparastinê. Turkoglû anî ziman ku jin a xwe dikare bi rê ve dibe, dikare bibe xwedî îrade li dijî êrişên li hemberî xwe dikare hêza têkoşînê bi dest bixe û got, “Bi têgihiştina parastina kolan, tax, çand, ziman, xweza, nan û mafê xwe yê jiyanê dijî.”

TEVNÊN XWEPARASTINÊ

Ji nivîskarên rojnameyê Rûşen Samsat jî ragihand ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn bi esasî li dijî xweza, civak û jinê hate kirin û diyar kir ku li dijî vê yekê parastina xweza, civak û jinê di asta navneteweyî de lawaz, parçebûyî û ji stratejiyê bêpar e. Rûşen Samsat got, “Divê xweparastin weke tevna piştevaniyê ya berfireh a jinê li hemû qadên jiyanê bê belavkirin.”

ZÎLAN Û SEMA HELWESTEK E

Heja Zerya bi wesîleya meha Hezîranê di şexsê Zîlan (Zeynep Kinaci) û Sema Yuce de têkoşîna xweparastinê ya li nava Tevgera Jinên Kurd nirxand.

POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET

Di rûpelên Kurdî de jî ji nivîskaran Roza Metîna li ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê bi aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Kûtlû re axivî.

‘LI DIJÎ FERMAN Û QIRKIRINÊ XWE BIPARÊZE’

Bêrîtan Zagros xweparastina li Şengalê nirxand. Zagros bal kişand ser kampanya TAJÊ û qala perwerdeyên xweparastinê yên jinên Şengalî kir ku bi navê ‘Li dijî ferman û qirkirinê xwe biparêze’ têne lidarxistin.

LI ÎRAN Û ROJHILAT GUHERTIN DI DESTÊ JINÊ DE YE

Rûken Nexede mirina Reîsî û hilweşîna netewe dewletê ya li Îranê nirxand û destnîşan kir ku li Îranê û Rojhilat guhertin di destê jinê de ye ku aktora şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye.

NAVÊ AKARSEL LI ‘MALA XWENDINÊ’ TÊ BÎRANÎN

Ji nivîskarên rojnameyê Şervîn Nûdem qala karên ‘Mala Xwendinê’ kir ku bi navê endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hate vekirin, ku Akarsel li Silêmaniyeyê hate qetilkirin.

NE ROJA EKOLOJIYÊ, LÊ JIYANA EKOLOJÎK

Di rûpela Ekolojiyê ya bi Kurdî de Dengîr Guneş bal kişand ser 5’ê Hezîranê ‘Roja Hawirdorê ya Cîhanê’ û bi tespîta ‘Ne roja ekolojiyê, lê jiyana ekolojîk’ ragihand ku têkoşîna ekolojiyê bi rojekê nabe.

JI KOLOMBIYAYÊ MÎNAKA TÊKOŞÎNÊ

Newaya Jin di rûpela cîhanê de hevpeyvîneke taybet weşand. Ji jinên reş ên li Kolombiyayê li dijî şer, nijadperestî û baviksalariyê têkoşiya Sheira Gomez qala rola jinan a li nava Konseya Civakan kir ku bi rengekî xweser xwe bi rêxistin dikin.

PROJEYEKE JINÊ YA KOLEKTÎF

Di rûpela çandê de Nîlay Egelî bi rêvebera Komeleya Aryen Hunerê muzîsyen Fadîme Polat re hevpeyvîn li ser projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin, Huner’ kir ku meha Kanûnê ya derbasbûyî li Wanê destpê kir û salekê dewam dike.

PÊŞENGÊN TEVGERÊN JINÊ YÊN ELMAN Û GREK

Di rûpelên portreyê yên rojnameyê de di Kurdî de Berjîn Têkoşer li ser yek ji pêşengên tevgera jinê ya Elman Loise Otto, di beşa Tirkî de jî Fîdan Yildirim li ser damezrînera rojnameya destpêkê ya jinê ya li Yewnanistanê Kalliroi Parren gotar amade kirin.

Hejmara meha Hezîranê ya Newaya Jin li ser malpera newayajin.net dikare bê peydakirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê Bîlançoya meha Gulanê eşkere kir: 43 dagirker hatin cezakirin, SÎHA’yek hate xistin

Nivîsa Pêş

Dîmenê çalakiyên ku bi teknîka taybet hate lidarxistin, hate weşandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dîmenê çalakiyên ku bi teknîka taybet hate lidarxistin, hate weşandin

Dîmenê çalakiyên ku bi teknîka taybet hate lidarxistin, hate weşandin

Şaredariya Colemêrgê hate desteserkirin

Şaredariya Colemêrgê hate desteserkirin

Manşet

  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.