Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

PKK: Li ber hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk û xiyaneta wê rabin

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê diyar kir ku PDK û malbata Barzanî xiyaneta xwe derbasî qonaxeke bilind kiriye û hêzên ku hevkariyê bi dewleta Tirk re nakin dike hedef. PKK'ê li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk û xiyaneta wê bang kir.

Edîtor: Nucan Serdoz
19/05/2024 - 11:18
di nav Başûr, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 5 mins read
A A
PKK: Xeta Zîlan têkoşîna demokrasî û azadiyê ye
ParvekeTweet
BEHDÎNAN – Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê bi vî rengî ye:

“Tevgerên mezin û rêberên mezin bi pîvan, şêweyên xwe yên jiyanê û têkoşîna xwe, tevgerên biçûk û lîderên biçûk jî bi bêpîvanî û xiyaneta xwe di dîrokê de bi cih dibin.

Di şerê azadiyê de ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi fedakarî û lehengiyeke dimeşînin, rêveberiya PDK’ê li dijî gerîla bi artêşa Tirk û MÎT’ê re dixebite. Li Hewlêrê navenda koordînasyona hevpar a navbera artêşa Tirk û pêşmergeyan; di navbera MÎT û Parastinê de jî Odeya Parvekirina Îstîxbaratê hatiye avakirin. Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan ev hevkarî gelek caran li pêşberî çapemeniyê eşkere kir. Di malperên înternetê yên Serokatiya Fermandariya Giştî û Wezareta Karên Derve yên Tirk de nexşeyên qereqol û baregehên Tirk ên bi hevkariya bi PDK’ê re hatine avakirin bi eşkere têne weşandin.

RÊVEBERIYA PDK’Ê Û MALBATA BARZANÎ XIYANET DERBASÎ QONAXEKE BILIND KIR

PDK û malbata Barzanî baş zanin ku hevkariya bi dewleta Tirk, bi artêşa Tirk û MÎT’ê re dike hevkariya bi dijmin re ye, di nava gel de jî ev yek big otina xiyanetê tê pênasekirin. Ji bo karibe di vê têkiliya xwe ya bi lanet de tenê nemîne, hevkariya bi dewleta Tirk re li ser hikumeta Bexdayê û rêveberiya YNK’ê ferz dike, ji bo vê jî bi desthilatdariya Erdogan re dîplomasiyeke hevpar dimeşîne. Serdanên Hakan Fîdan, Îbrahîm Kalin û Tayyîp Erdogan ên li Bexda û Hewlêrê parçeyek ji vî karî ye.

Rêveberiya PDK’ê û malbata Barzanî ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û êrîşên wê yên li Başûrê Kurdistanê helwesteke biçûk a dijber nîşan nade û gotineke bi tenê jî nake, xiyaneta ku ji xwe re kiriye mîna pîşeeykî gihandiye asteke bilind. Hêzên ku mîna wê xiyanetê nakin û hevkariyê bi dewleta Tirk re nakin dike hedefa Tirkiyeyê.

Rojnameya Xebat a PDK’ê di hejmara xwe ya 14’ê Gulanê de bi manşeta ‘PKK’ê li Silêmaniyeyê hêza çekdar ava kir. Vê hêzê jî dişîne Qendîl û Rojava’ bajarê Silêmaniye û rêveberiya wê kir hedefa dewleta Tirk. PDK bi weşanên bi vî rengî Tirkiyeyê teşwîq dike ku êrîşî Silêmaniyeyê bike. PDK ku beriya niha bi xiyaneta 31’ê Tebaxa 1996’an re li gel tankên Saddam kete nava HewLêrê, niha jî bi dewleta Tirk a dagirker gefê li gel û rêveberiya Silêmaniyeyê dixwe. PDK, malbata Barzanî û rojnameya Xebat baş zanin ku ne rêxistiniyeke PKK’ê li Silêmaniyeyê heye, ne jî hêzeke xwe ya leşkerî heye. Ev yek dereweke erzan e, bi zanebûn hatiye kirin, dereweke ji bo armancekê hatiye kirin.

XIYANET NAYÊ JIBÎRKIRIN Û HESABÊ WÊ TÊ PIRSÎN

Baş e rastî û rasteqînî çi ye?

PKK û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî êrîşên dijmin ji bo parastina Kurdistanê her tim û li her cihî di xizmeta Kurdistaniyan û mirovahiyê de ne.

Mîna sala 2014’an, ku gava çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Hewlêr, Kerkûk, Mexmûr û Şengalê kirin, bi banga alîkariyê ya Mesûr Barzanî weke mîna çemekî geş ji çiyê herikî deştê. Dîrok her wiha xiyanetê jî qeyd dike. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku di ser xiyanetê re dem derbas nabe, xiyane nayê jibîrkirin û zû an jî dereng wê hesabê wê bê pirsîn.

Di demeke bi vî rengî de ku gelê Kurd li çar parçeyan bi heman ruh û hestî têkoşîna azadiyê dimeşîne, rêveberiya PDK’ê û malbata Barzanî bi dijminên gelê Kurd re dibin yek, xiyanet ji xwe re kiriye mîna pîşeyekî û di xiyanetê de israr dike. Barzaniyên ku di hilbijartinên Bakurê Kurdistanê de ji bo piştgiriyê tevlî mîtîngên AKP’ê bûn, piştgirî da bloka AKP-MHP-Huda Parê ku di qirkirina Kurdan de şirîkê hev ê sûc in. Li şûna ku li Rojava li kêleka hêzên parastinê û Rêveberiya Xweser bisekine, piştgiriyê dide dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê. Li Başûrê Kurdistanê li şûna ku li ber êrîşên rojane û dagirkeriya dewleta Tirk rabe, li ber gerîlayên azadiyê radibe ku li dijî van êrîşan têdikoşin.

Rewşa objektîf, rastiya leşkerî û siyasî û rasteqînî ev e. Lewma girêka ku divê destpêkê bê vekirin ev girêk e. Nedîtina vê gef û xerabkariyê, biçûkdîtina xiyanetê, nêzîkatiya sist a li hemberî hevkariya bi dijmin re tê wateya piştgiriya bi xiyaneta PDK’ê û Barzaniyan re. Lewma divê Kurdistaniyên welatparêz, partî, rêxistin, rewşenbîr, nivîskar û hunermend li ber hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk û xiyaneta wê rabin û nehêlin xiyanet belav bibe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

‘Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye’

Nivîsa Pêş

Mîhrîcanê îsal têkoşîna jinên Kurdistanê nîşan dide

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Mîhrîcanê îsal têkoşîna jinên Kurdistanê nîşan dide

Mîhrîcanê îsal têkoşîna jinên Kurdistanê nîşan dide

Ji bo Bîranîna Şehîd Viyan Helo

Ji bo Bîranîna Şehîd Viyan Helo

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.