Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

KCK’ê Denîz Gezmîş û hevalên wî bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Denîz Gezmîş, Yûsûf Arslan û Huseyîn Înan di salvegera 52'an a darvekirinê de bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Edîtor: Nucan Serdoz
05/05/2024 - 11:51
di nav Biranîna Şehîdan, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Mijarên Girîng
Reading Time: 7 mins read
A A
KCK’ê Denîz Gezmîş û hevalên wî bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Denîz Gezmîş, Yûsûf Arslan û Huseyîn Înan di salvegera 52’an a darvekirinê de bi daxuyaniyekê bi bîr anî. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di salvegera 52’an a darvekirinê de em Denîz Gezmîş, Yûsûf Arslan û Huseyîn Înan ku ji pêşengên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê ne bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê wan de şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin, soza serketin û dilsoziyê ya ku me dane şehîdan careke din dubare dikin. Sîstema faşîst, qirker, mêtinger û komkujer bi tundî şermezar dikin.

Em bi xemgînî pê hesiyan ku ji pêşengên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê Îlhamî Aras jiyana xwe ji dest daye. Hevrê Îlhamî Aras ji bo têkoşîna demokrasî û sosyalîzmê kedeke mezin da, bi piştevaniya gelê Kurd ji bo xurtkirina têkoşîna hevpar bû xwedî kedeke mezin. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin, li pêşberî sekn, têkoşîn û keda wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Dîrokê kesayetên ku ji bo azadiyê xwe feda kirin her tim mezin û ebedî kir, mexlûqên sefîhê yên pergala mêtinger di tarîtiya nebaşiya wan de veşart. Yên ku ji wan hebû ku bi darvekirinê dikarin hêviya şoreş û azadiyê tine bikin xwe xapandin, xet û hêviya azadiyê bi ser ket. Yên ku ji wan hebû ku bi kuştinê wê karibin şoreşgeran bikujin ew bi xwe mirin, şoreşger jî di dilê gelan û têkoşîna wan de timî hatin bîranîn. Mîna şoreşgeran hemûyan ji pêşengên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê Denîz, Yûsûf, Huseyîn jî di dil û têkoşîna gelan de her tim hatin bîranîn.

Rêberên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê ku di şexsê Denîzan de em wan bi bîr tînin, mîrateyeke mezin ji me re hiştin. Ev mîrate jî stratejiya têkoşîna hevpar a gelan û utopya jiyana azad, sosyalîst û demokratîk e. Fêhmkirina van rêberan û dilsoziya bi wan re, bi esaswegirtina strat

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Denîz Gezmîş, Yûsûf Arslan û Huseyîn Înan di salvegera 52’an a darvekirinê de bi daxuyaniyekê bi bîr anî. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di salvegera 52’an a darvekirinê de em Denîz Gezmîş, Yûsûf Arslan û Huseyîn Înan ku ji pêşengên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê ne bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê wan de şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin, soza serketin û dilsoziyê ya ku me dane şehîdan careke din dubare dikin. Sîstema faşîst, qirker, mêtinger û komkujer bi tundî şermezar dikin.

Em bi xemgînî pê hesiyan ku ji pêşengên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê Îlhamî Aras jiyana xwe ji dest daye. Hevrê Îlhamî Aras ji bo têkoşîna demokrasî û sosyalîzmê kedeke mezin da, bi piştevaniya gelê Kurd ji bo xurtkirina têkoşîna hevpar bû xwedî kedeke mezin. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin, li pêşberî sekn, têkoşîn û keda wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Dîrokê kesayetên ku ji bo azadiyê xwe feda kirin her tim mezin û ebedî kir, mexlûqên sefîhê yên pergala mêtinger di tarîtiya nebaşiya wan de veşart. Yên ku ji wan hebû ku bi darvekirinê dikarin hêviya şoreş û azadiyê tine bikin xwe xapandin, xet û hêviya azadiyê bi ser ket. Yên ku ji wan hebû ku bi kuştinê wê karibin şoreşgeran bikujin ew bi xwe mirin, şoreşger jî di dilê gelan û têkoşîna wan de timî hatin bîranîn. Mîna şoreşgeran hemûyan ji pêşengên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê Denîz, Yûsûf, Huseyîn jî di dil û têkoşîna gelan de her tim hatin bîranîn.

Rêberên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê ku di şexsê Denîzan de em wan bi bîr tînin, mîrateyeke mezin ji me re hiştin. Ev mîrate jî stratejiya têkoşîna hevpar a gelan û utopya jiyana azad, sosyalîst û demokratîk e. Fêhmkirina van rêberan û dilsoziya bi wan re, bi esaswegirtina stratejiya wan a têkoşînê û utopyaya wan dibe. Tevgera me di nêzîkatiya xwe de ev yek ji xwe re kir esas, ji destpêkê heta niha ev nêzîkatî dewam kir. Dilsoziya Rêber Apo ya bi armanca jiyana azad, demokratîk û yekîtiya gelan û têkşoîna wî ya mezin a ku nîv sedsal e dewam dike, her wiha hewldanên wî yên bêhempa têne zanîn. Rêber Apo ku bi bandora ji rêberên mezin ên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Mahîr Çayan dest bi têkoşîna şoreşgeriyê kir, PKK afirand, Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk a ku xwe dispêre yekîtiya azad û demokratîk a gelan ji xwe re kir armanc, ji xwe re kir hedef ku têkoşîna sosyalîst demokratîk a Tirkiyeyê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bike yek. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li ser xeta sosyalîst demokratîk pêşketinên mezin afirand û veguherî têkoşîna Tirkiyeya demokratîk û azad, Rojhilata Navîn a demokratîk. Rêber Apo ku bi xurtî dilsozê kevneşopiya sosyalîst şoreşger e, bi projeya xwe ya sîstema konfederal demokratîk û paradîgmaya neteweya demokratîk rêya rast a rizgariyê nîşanî gelan, jinan, mirovahiyê da û çareseriya jiyana azad destnîşan kir.

Modernîteya kapîtalîst di nava krîz, kaoseke mezin û hilweşînê de ye. Sîstema hegemonîk a kapîtalîst bi şerê cîhanê yê sêyemîn re ku bi rêbazên xwe yên xweser dimeşîne, hewl dide ji nava vê rewşê xwe rizgar bike. Modernîteya kapîtalîst ber bi hilweşîn û jihevketinê ve diçe. Li aliyê din lêgerîna mirovahiyê ya li jiyaneke azad, komunal û demokratîk her roj bêhtir xurt dibe. Ev yek herî zêde li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi xurtî û şênber pêk tê. Stratejiya têkoşîna hevpar a gelê Kurd a bi gelên Tirkiyeyê re encamên girîng afirand. Sîstema faşîst mêtinger qirker di şexsê AKP-MHP’ê de derbên giran xwar. Ji bo me hêzên sosyalîst, demokratîk û azadîparêz wezîfeya bingehîn e ku vê stratejiyê kûr bikin, faşîzmê bi temamî hilweşînin û Tirkiyeyê demokratîk bikin. Dîrokê berpirsyariyeke bi vî rengî radestî me kiriye. Divê em bi vê berpirsyariya xwe ya dîrokî rabin, piştevanî û yekîtiya gelan xurt bikin û rola xwe ya dîrokî bi cih bînin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku faşîzmê derbeke giran xwariye, tenê bi yekîtiya hêzên demokratîk û mezinkirina têkoşînê ya li ser vê bingehê faşîzm dikare bê têkbirin û bendewariyên azadî û demokrasiyê yên gelê Tirkiyeyê bêne pêkanîn. Divê hêzên demokrasiyê yekîtî û piştevaniyê xurt bikin û li ser vê bingehê têkoşînê mezin bikin. Em di wê baweriyê de ne ku helwesta herî bi wate ya dilsoziya bi bîranîna Denîzan re bi vî rengî ye, li ser vê bingehê em bang li hêzên demokrasiyê dikin ku li dora têkoşîna hevpar, piştevanî û yekîtiyê hîn bêhtir bicivin, armanca Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk pêk bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

Nivîsa Pêş

Li Dêrazor dewreyên ji bo ciwanan didomin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Dêrazor dewreyên ji bo ciwanan didomin

Li Dêrazor dewreyên ji bo ciwanan didomin

Wezîra Perwerdeyê ya Almanyayê banga tundkirina xwepêşandanên li zanîngehan kir

Wezîra Perwerdeyê ya Almanyayê banga tundkirina xwepêşandanên li zanîngehan kir

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.