Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

KJK: Em her kesên ku li ber xwe dan û piştgirî dan pîroz dikin

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku sekin û îradeya li Wanê û Kurdistanê hatî nîşandan hêvî mezin kir, biryardariya têkoşînê zêde kir û got: “Jin û gelên me yên berxwedêr bi ser ketin.”

Edîtor: Nucan Serdoz
04/04/2024 - 16:25
di nav Bakur, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KJK: Em her kesên ku li ber xwe dan û piştgirî dan pîroz dikin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona KJK’ê di derbarê serhildan û serketina xelkê bajarê Wanê de daxuyaniyek belav kir. KJK’ê got: “Jin û gelê me yê berxwedêr serketin.”

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye:

“Em serketina dîrokî ya gelê me, jinan û hêzên demokrasiyê ya di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi îradeya xwe ya berxwedêr bi dest xistin, careke din pîroz dikin. Li gelek bajarên Kurdistanê bi dengekî di asta rekorê de şaredarî hatin hilbijartin. Hewldana ji bo tayînkirina qeyûman li ser van şaredariyan, li Wanê li hemberî têkoşîn û berxwedana dîrokî ya gelê me têk çû. Xelkê me yê Wanê du roj/du şevan kolanên Wanê kir çepera têkoşîn û berxwedanê, xwedî li îradeya xwe derket, şaredariya ku bi hilbijartinê qezenç kir careke din bi berxwedanê qezenç kir. Bi pêşengiya jin û ciwanan berxwedaneke dîrokî nîşan da. Di serî de hêzên demokrasiyê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, medya muxalîf û azadîparêz gelek derdoran helwesteke hevpar nîşan dan ku tevkarî li vê serketinê kirin. Xwedîderketina ku li Tirkiyeyê jî hate nîşandan bi navê azadî û demokrasiyê hêvî afirand. Em her kesên ku di vê yekê de ked û hewldana xwe heye, her kesên ku li ber xwe dan û piştgirî dan pîroz dikin.

Gotina Bertold Brecht a ku li hemberî faşîzma Hîtler got; ‘Li cihê ku neheqî lê asayî bûye, berxwedan vediguhere wezîfeyekê’ dîktatoriya ku li Tirkiyeyê bi cih dibe vedibêje. Xelkê me yê Wanê xwedî li îradeya xwe derket, bi helwesta xwe ya berxwedanê derbeke dîrokî li faşîzmê xist ku hewl dide li Tirkiye û Kurdistanê mayinde bibe. Bi vî rengî pêşî lê girt. Di heman demê de pîvana xeta berxwedanê ya dema nû jî diyar kir. Êdî wê pêvajoyeke welê hebe ku weke berî û piştî berxwedana Wanê bê pênasekirin. Pîvana têkoşîn û berxwedanê wê ji niha û pê ve li gorî vê xetê be. Tevî gelê me yê Wanê, di serî de Şirnex, Bedlîs, Qers û Riha gelê me xwedî li îradeya xwe derket, di vê oxirê de li kolanan têkoşiya û ji ber vê helwest û seknê em gelê xwe hemû pîroz dikin. Îradeya ku ciwanan nîşan dan ji bo doz û têkoşîna azadiyê ya gelê me girîng e.

Em helwesta berxwedanê ya jinan bi taybetî silav dikin ku di vê pêvajoyê de ji bo xwedîderketina li îradeya gelê me nîşan dan. Bi taybetî li hemberî her cûre êrîşên dijber ên li ser hevserokatî û hevtemsîliyetê hatin kirin, gelê me xwedî li îradeya jinê derket ku ev yek di asta dîrokî de hêja ye. Sekn û îradeya li Wanê û tevahiya Kurdistanê hate nîşandan, li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat serê gelê me bilind kir, hêvî mezin kir û biryardariya têkoşînê zêde kir. Her wiha xwedîderketina di asta navneteweyî de hate kirin bi navê gelên bindest, hêzên demokrasiyê û jinan bû cihê hêz û tevkariyê. Faşîzmê winda kir. Sekn û helwesta jin a azad û rêxistinbûyî bi ser ket. Em zanin ku wê bandoreke mezin li salên bê bike.

Me careke din bi şênberî dît ku ti astengî nîne ku bi berxwedan û têkoşîna kolektîf û rêxistinî ji holê neyên rakirin. Her wiha îrade û têkoşîna rêxistinbûyî yekane rêya serketinê ye ku her cûre êrîşan têk dibe. Ev pêvajo dewam dike. Faşîzmê derbeke mezin xwar û serberjêr bû. Ji bo faşîzm bi temamî bê têkbirin, pêvajoyeke hîn xurt û yekbûyî ya têkoşînê li benda me ye û divê em bi vê têgihiştinê têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin. Ji bo herêmên desteserkirî jinûve bê bidestxistin em têkoşîna xwe bênavber dewam bikin. Di heman demê de li hemberî êrîşên qirkirinê û dagirkeriyê yên nû ku faşîzm plan dike, pêvajoya berxwedanê û têkoşîna rêxistinbûyî ya bi rêbaza serhildanê li benda me ye. Em bang li jin û ciwanan dikin ku li hemberî van êrîşan berxwedanê mezin bikin, bi sekn û helwesta rêxistinbûyî bersivê bidin.

Em bang li jinên Tirkiyeyî hemûyan dikin ku li hemberî êrîş û kiryarên mejiyê serwer ê mêr, faşîzmê, ji bo temsîliyeta wekhev û azad, têkoşîn û berxwedanê hevpar bikin. Azadî û demokrasî di berpirsyariya hevpar a me hemûyan de ye û bi têkoşînê pêk tê. Azadiya jinê bi têkoşîn, sekn û berxwedana jinê ya hevpar a di asta herêmî û navneteweyî de dibe. Wezîfeya me hemûyan e ku destketiyên polîtîk ên di pêvajoya hilbijartinê de jinan afirandin li ser bingeha vê perspektîfê weke destketiyeke bê dîtin û parastin.

Jin û gelên me yên berxwedêr û têkoşer bi ser ketin. Em pîroz dikin û hêvî dikin ku bibe wesîle ji serketinên nû re.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Der barê dadgeha ku komploya Wanê tesbît kiriye de lêpirsîn hat destpêkirin

Nivîsa Pêş

Yekitiya Jinên Ciwan ên Kobanê ji rojbûna Rêber APO pîrozbahî lidarxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekitiya Jinên Ciwan ên Kobanê ji rojbûna Rêber APO pîrozbahî lidarxistin

Yekitiya Jinên Ciwan ên Kobanê ji rojbûna Rêber APO pîrozbahî lidarxistin

Ciwanên Şoreşger ên Til Koçer ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo çalakî li darxistin

Ciwanên Şoreşger ên Til Koçer ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo çalakî li darxistin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.