Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Ji KJK’ê peyama 4’ê Nîsanê: Em bi hev re pêngava Rêbertî bigihînin asta herî bilind

Koordînasyona KJK'ê rojbûna Rêber APO pîroz kir û ev bang kir “Di 4'ê Nîsanê de em bi hev re pêngava Rêbertî bigihînin asta herî bilind."

Edîtor: Nucan Serdoz
02/04/2024 - 19:33
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 6 mins read
A A
Ji KJK’ê peyama 4’ê Nîsanê: Em bi hev re pêngava Rêbertî bigihînin asta herî bilind
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya rojbûna Rêber APO peyamek da.

Peyama KJK’ê wiha ye:

“Em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo di serî de li Rêber Apo û jinên Kurd ên bi paradîgmaya jiyana azad a Rêber Apo bûn xwedî îrade, li zarokan ku navê azadiyê ne, li gelê Kurd ku mîna kulîlka li ser tehtan şîn bû, li gelên Rojhilata Navîn ên qedîm, li hemû gelên cîhanê yên ku li dijî sîstema kapîtalîst di paradîgmaya azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk de jiyanê dibînin, li hemû hevrêyên li çiyê, zindan û bajaran li ber xwe didin pîroz dikin. Em hêvîdar in ku meha Nîsanê ya ku bi xêr û bêr e, bihar û xweza lê geş dibe, li hemberî jiyana ku kapîtalîzm dixwaze tine bike, bibe wesîleya jinûve geşbûna nirxên mirovahiyê.

Em welatparêzên xwe yên hêja hevrê Mûstafa û Mahsûm bi hurmet bi bîr tînin û li ser bingeha bidawîkirina dîlgirtina Îmraliyê soz didin ku dilsozê bîranîna wan bin.

Rêber Apo li gel helwesta xwe ya rabûna li ber her tiştên ferzkirî, tevî jidayikbûna xwe ya fîzîkî bi paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk, bi eşqa jiyanê xwe jinûve afirand. Li zindana Îmraliyê ku hewl didin dengê wî bibirin, wî ji rêya azadiyê vegerînin û teslîm bigirin, bi vê armancê tecrîdê ferz dikin, dengê xwe gihand tevahiya cîhanê, bi milyonan mirov xist ser rêya azadiyê û paradîgmaya xwe ya jiyana azad li tevahiya cîhanê belav kir.

Bi jidayikbûna 3’yemîn a li girava Îmraliyê re, bandora cih a li ser mirov şikand û li derve, li nava vê sîstema ku her tişt tê qirkirin bang li her kesî kir ên xwe azad dibînin, ku rastiya azadiyê rast fêhm bikin û bijîn. Yên ku herî zêde ji azadiyê bêpar hatine hiştin em jin in, lewma yên ku herî zêde divê guh bidin vê bangê jî dîsa em jin in. Divê em zanibin ku azadî ji bo me jinan ji nan û avê bêhtir pêwîst e û bi vê têgihiştinê divê em têbikoşin.

Têkoşîna me ya azadiyê ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir û sedsala 21’ê kir sedsala jinê, di serî de ji bo me jinên Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Rêber Apo hêz û wêrekî da me ku em li ber sîstema kapîtalîst û mêr ê hegemon rabin. Îro ev îrade û wêrekî di serî de li Kurdistanê, li tevahiya cîhanê li dijî mêr ê hegemon û dewletan li malê, li kar, li dibistanê, li kolanan weke dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê bilindkirin.

Jinên ku di jidayikbûna Rêber Apo de jidayikbûna xwe dîtin, pêşengiyê ji pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ dikin, ku gerdûnî bûye. Ev mîsyonên pêşengiyê yên jinan di hilbijartinên xwecihî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de xwe nîşan dan, Kurdistan bi îrade, reng û coşa jinan xemilî. Ji dayikên me yên 70 salî heta bi keçên me yên ciwan û zarokan, jin bi vê berxwedan, îrade, coş û moralê rabûn û ji cîhanê re gotin, ‘vaye şoreş ev e’. Em hemû jinan ji ber vê ked û serketinê pîroz dikin.

Di hilbijartinên xwecihî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de gelê me yê ku li hemberî hemû hîleyan tawîz ji sekna xwe ya fedaî neda, xwedî li îrade, ziman, çand û Rêberê xwe derket, jinên ku tawîz ji xeta hevserokatiyê nedan, bi ser ketin. Gelê me di dema karên hilbijartinê û piştî wê de dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kir û bi vî rengî nîşanî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û cîhanê da ku çavkaniya serketinê ku ye. Bi gotina, ‘Em ji Rêber Apo hînî berxwedan û serketinê bûn’, serketina li dijî faşîzmê diyarî Rêber Apo kir. Gelê me û jin li hemberî hemû zext, lîstik û fenên dijmin bi ser ketin. Em di wê baweriyê de ne ku jin wê li hemberî polîtîkayên qeyûm û desteserkirinê bi ser bikevin û bi berxwedanê bi ser bikevin.

Mizgîniya gerîla, serketina hilbijartinê ya gelê me û pêngava me ya Rêbertî ku navneteweyî bûye, nîşan dan ku jidayikbûna fîzîkî ya Rêber Apo ya 4’ê Nîsanê û bûyîna 3’emîn a li Îmraliyê bûne yek, gihîştine asteke bilind a wateyê û tevî hemû êrîşên qirêj ên dijmin jî nîşan da ku têk naçe.

Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo em bang li jin û ciwanan, bang li tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku hêvî û wêrekiyê hîn mezin bikin, xaka xwe bi hêza ji 4’ê Nîsanê wergirtî şîn bikin, bedew bikin, rojbûna Rêberê xwe li Amarayê weke rojeke azad pîroz bikin. Di 4’ê Nîsanê de em bi hev re pêngava Rêbertî bigihînin asta herî bilind.“

Etîket:

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çalakiya pirtûkxaneya gerok a Jinên Ciwan û ciwanên PYD’ê ên Reqayê ji bo 4’ê Nîsanê bi dawî bû

Nivîsa Pêş

Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê 4’ê Nîsanê pîroz dikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê 4’ê Nîsanê pîroz dikin

Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê 4'ê Nîsanê pîroz dikin

Ciwanên DEM’ê yên Merdînê ji bo Wanê daketin qadan

Ciwanên DEM’ê yên Merdînê ji bo Wanê daketin qadan

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.