Enter your email Address

Salı, Temmuz 29, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YBŞ: Di êrîşa dewleta Tirk de şervanê me Mecdel Feqîr şehîd bû

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku duh di êrîşa dewleta Tirk ya dagirker a li gundê Rezka de, şervanê wan ê bi navê Mecdel Hesen Xelef Xelîl şehîd bûye.

Edîtor: Nucan Serdoz
09/03/2024 - 11:47
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
YBŞ: Di êrîşa dewleta Tirk de şervanê me Mecdel Feqîr şehîd bû
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Duh danê êvarî dewleta Tirk a dagirker li gundê Rezka ya ser bi Tilizêr a Şengalê, êrîşek hewayî pêk anî. Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) derbarê êrîşê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di êrîşa dewleta faşîst û qirker a Tirk de, şervanek wan şehîd bûye.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di roja 08.03.2024’an di saetên 17:30’an de li gundê Rezka li ser hêzên me yê ku li ser erka xwe bûn ji aliyê dewleta faşîst û qirker a Tirk ve êrîşek hewayî pêk hat. Di vê êrîşê de hevrêyek me gihişt şehadetê.

Di van demên dawî de dewleta faşîst a Tirk car din bi hovitiyek mezin êrîşî qada me Şengalê dike. Ev êrîşa faşîst, qirker li hemberî gelê Ezidî ne cara yekemîne, ev êrîşên dewleta Tirk, berdewama qirkirina gelê Ezidî ye. Li hemberî mafên Ezidiyan a xwe parastin û xwe rêvebirinê êrîş heye. Taybet di van salê dawî de dijmin yek armanca xwe heye ew jî xeyalên xwe yê dagirkirinê pêk anîn e. Li ser vê esasî hemû hêza xwe û planên xwe yên kirêt dixe meriyetê. Dewleta faşîst a Tirk di vê qadê de têkçuyîna DAÎŞ’ê, destkeftiyên Xweseriya Demokratîk a Şengalê û hêzekî leşkerî a serbixwe tu carî hezim nekir û li ser vî esasî her dem bi dek û dolaban û bi hemû cureyên êrîşan hewl dide van destkeftiyan têk bibe. Taybet di van demên dawî de gelek planên wan hene û em wek hêz di ferqa vê yekê de ne. Bi vê rastiyê ve girêdayî zextên wan ê li ser hikûmeta Iraqê û hêzên heremê pir zêde bûye. Daxuyaniya waliyê Nînowa ya li ser peymana 9’ê Cotmehê ji vê yekê qut nîne. Dîsa ji bo hêzên PDK di qadê de serwer bike, hikûmeta AKP-MHP dest avêtin encamên hilbijartina herêma nînowa. Taybet jî ya qada me Şengalê. Hîn jî di nav hewldana de ne ku siyaseta qirkirinê temam bikin. Ji bo wê jî tu hiquq, tu exlaq û hesasiyeta civaka me nas nakin.

Di pêvajoyek ku gelê me berê xwe daye axa xwe, li cih û warê xwe vedigere de dijminê me hewl dide aramiya heremê têk bibe û gelê me yê ku vedigere çavtirsandî bike. Taybet di rojek wisa pîroz, li 8’ê Adarê de êrîş pêk anîn manîdare. Ji pêşketina jinên Êzidî, qasî ku ne raziye heman demê de pergalekî bi pêşengtiya jin jî naxwaze. Vê rojê xwest bi êrîşa xwe ya hovane bi xwînê, roja me vegerîne roja şînê. Bêguman ev rastiya dijmin a qirker dide berçavan.

Hevrêyê me Mecdel sala 2016’an berê xwe da nav refên YBŞ’ê û tevlî têkoşîna azadiyê bû. Hevrê Mecdel Feqîr ji eşîra Feqîran a ku li beramberî dijminê ola Êzdatiyê tu cara serî ne tewandiye ye. Heval Mecdel bi erkên ku di nav tevgera me de girtî, rol û mîsyona di ket ser milê wî û berpirsyartiyên xwe yê demê bi cih anî. Di nav jiyanê de tu carî li beramberî zehmetiyan gav paşde ne avêt û herî pêş de tevlî nav kar û xebatan bû. Hevrêyê me Mecdel Feqîr herî dawî bi erka Fermandariya Tabûrê ji bo aramî û ewlehiya Şengalê di nav têkoşînê de bû û berpirsiyartiyên girîng girt ser milê xwe.

Lê belê bila dijminê qirker bizanibe bi van êrîşên tirsonek nikare gav bi me paşde bide avêtin. Wek parezvanên Şengala pîroz em ê têkoşîna xwe ya mafdar berdewam bikin û yên ku hevkariya dijmin dikin hesap bixwazin. Li ser van esasan em sersaxî ji malbata hevalê xwe yê şehîd re dixwazin. Car din vê sozê didin civaka xwe ku em ê heta Xweseriya Şengalê misoger bibe têbikoşin.

Nasnameya hevreyên me yê şehîd bûyî wiha ye

 

Nasnav: Mecdel Feqîr

Nav û Paşnav: Mecdel Hesen Xelef Xelîl

Dîrok û Cihê Dayîkbûnê: 1992 / Xirbatê Qewala- Tilezêr

Dîrok û cihê tevlîbûyînê: 2016/ Tilezêr

Cih û dîroka şehadetê: 09-03-2024-Gundê Sikeniyê (Reska)”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 9’Ê ADARA 2024’AN

Nivîsa Pêş

Milîsên Ivana Hoffman ên HBDH’ê çalakiya sabotajê kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Milîsên Ivana Hoffman ên HBDH’ê çalakiya sabotajê kirin

Milîsên Ivana Hoffman ên HBDH’ê çalakiya sabotajê kirin

Ji Rêxistina Ex Caserma Liberata Şehîd Sara û Bişeng hatin bîranîn

Ji Rêxistina Ex Caserma Liberata Şehîd Sara û Bişeng hatin bîranîn

Manşet

  • Garip Nurhak: Meşa Dirêj Dê Ber Bi Azadiya Rêber Apo Ve Biçe
  • TekoJIN Berlînê li ser çanda şehîdan semînerek da
  • Endamên Meclîsa Ciwanan li dijî Polîtîkayên Şerê Taybet Kona Çalakiya Nobetê Vekirin
  • Li Liverpoolê Komîna Ciwanan hat damezrandin
  • Li Mexmûrê Şehîd Sara Hogir û Şehîd Bîşeng Birûsk hatin bîranîn
  • Rêber APO: Divê her kes tevlî pêvajoyê bibe
  • Şehîd Bêrîvan Hesekê li ber mala xwe hat bi bîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tebqa şehîdên pêşeng ên tevgera ciwanan hat bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê şehîd Sara, Ş.Vejîn û Ş.Bîşeng hat bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mexmûrê Şehîd Sara Hogir û Şehîd Bîşeng Birûsk hatin bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Liverpoolê Komîna Ciwanan hat damezrandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO: Divê her kes tevlî pêvajoyê bibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyê Pêşerojê civîna xwe li darxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN Berlînê li ser çanda şehîdan semînerek da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 2’emîn Kongreya Xwendekaran bi biriyarên guhertinê bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.