Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG: komployê bi temamî têk bibin

Fermandariya Biryargeha NPG'ê diyar kir ku têkoşîna wan a ku bi ruhê fedaî yê Apoyî tê meşandin wê teqez bi ser bikeve û got: “Êdî misoger bûye ku komploger wê nikaribin meşa azadiyê ya Rêber Apo bisekinînin, têkoşîna me ya ku bi ruhê fedaî yê Apoyî tê meşandin wê teqez bi ser bikeve.

Edîtor: Nucan Serdoz
13/02/2024 - 11:54
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
NPG: komployê bi temamî têk bibin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku gerîlayên azadiyê hesabê her êrîşek li ser Rêber APO  û gel dipirsin û ji niha û pê ve jî çi ku tê bila bê wê hesab bipirsin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li hemberî afirînerê têkoşîna me azadiyê, Rêberê me, kedkarê herî mezin û şervanê heqîqetê yê mezin Rêber Apo, di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd hate kirin. Em vê êrîşa komployê bi hêrseke mezin şermezar dikin. Hevrêyên me û gelê me yê welatparêz ku dilsozê Rêber Apo û rastiya Kurd ê azad e ku di şexsê Rêber Apo de şênber bûye, li dijî êrîşa komployê ya nexêr, bedena xwe kirin sîper. Şehîdên me yên fedaî yên ku bi gotina ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêberê me çepera ji agir ava kirin û di şexsê wan de jî hemû şehîdên têkoşîna me ya azadiyê bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Weke ku cîhan tev şahidiyê jê re dike; Rêber Apo gelê Kurd ji xweliyên wê jinûve afirandiye, kiriye xwedî hişmendî, hêz û baweriyê, bi rêxistin kiriye û gihandiye asta gelekî welatparêz ku têdikoşe û di oxira azadiyê de hemû berdêlan dide ber çavên xwe. Rêber Apo şoreşa vejînê ya gelê Kurd pêk anî, îdeolojî, tevger û rastiya jin a azad afirand ku weke şoreşa di nava şoreşê de tê pênasekirin. Vê yekê bandor li tevahiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Hêzên Modernîteya Kapîtalîst ên hegemon ku dixwazin pêşî li rastiya Rêber Apo û gelê Kurd a azadiy bigirin, komploya herî bêrehm, zexel û namerd a dîroka mirovahiyê amade kirin. Piştî gelek komplo û êrîşên qirkirinê yên di nava sedsala dawî de li gelê Kurd hatin kirin, di 15’ê Sibata 1999’an de Komploya Navneteweyî jî kirin, bi vî rengî fermana kuştina Kurdên azad îmze kirin û xistin meriyetê. Ji ber vê yekê Rêber Apo 15’ê Sibatê weke Roja Qirkirina Kurdan pênase kir. Gelê me û tevgera me her roja 15’ê Sibatê weke roja lêpirsîna li xwe, çareserkirina kêmasiyên xwe, nîşandana rastiya komplogeran, dîtina êrîşên li ser hebûn û azadiya me û biryardariya li ser têkoşîna mezin a li dijî van, pêşwazî dikin.

Rêber Apo bi berxwedana mezin a 25 sal in li Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê dike, bi sekna xwe ya dîrokî ya azadiyê, bi sebra xwe ya awarte, bi rê û rêbaza têkoşînê ya dahiyane êrîşa komployê ya navneteweyî pûç kir. Gelê me yê welatparêz û partiya me PKK li dora Rêber Apo civiyan, di xeta Apoyî de israr kirin, bi vî rengî têkoşiya. Vê têkoşînê û Berxwedana Îmraliyê hemû hesabên qirêj ên li ser gel û tevgera me têk birin, komploger têk birin. Êrîşa Komploya Navneteweyî û komplogeran xwestin mafê paşeroja azad ji bo Rêber Apo û gelê Kurd nas nekin, wan ji ser dîrokê bibin. Rêber Apo jî yek ji gavên xwe yên herî mezin ên paradîgmayî yên dîroka mirovahiya azad avêt, alternatîf pêşkêş kir û bû Rêberê gerdûnî. Fikrên Rêber Apo îro li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê weke paradîgmaya çareseriyê, demokratîk û azadîparêz bandorê li jin, ciwan û gelên bindest dike. Êdî misoger bûye ku komploger wê nikaribin meşa azadiyê ya dîrokî ya Rêber Apo, PKK û gelê Kurd bisekinînin, têkoşîna me ya ku bi ruhê fedaî yê Apoyî tê meşandin wê teqez bi ser bikeve û komployê bi temamî têk bibe.

 Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî li ber vê rastiyê, xwe weke artêşa fedaî ya Rêber Apo pênase kirin, xwe bi ruhê fedaî yê Apoyî xurt kirin, rêbaza jiyanê ya Apoyî ji xwe re kirin esas û xwe li gorî vê yekê birêxistin kirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku sûd, bawerî, îrade, ruh, rêbaz, tempo û afirîneriya xwe ji Rêber Apo werdigirin, ji bo parçekirina komployê û afirandina paşeroja azad xwe feda dikin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku di sala 25’an a komployê de ji eyaletên Bakurê Kurdistanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê li her derê bi rengekî fedaî li ber xwe didin, bi çalakiya dîrokî ya hevrê Rojhat û Erdal ev ruh gihandin asta herî bilind. Heman ruh li Zap, Metîna û Xakurkê veguherî operasyonên şoreşgerî yên gerîlatiya modernîteya demokratîk, têkoşîna me derbasî qonaxeke nû kiriye. Gerîlayên me ku artêşa fedaî ya Rêber Apo ye, mîna ku heta niha kir, ji niha û pê ve jî wê bêteredût li ser xeta Apoyî bi ruhê fedaî têbikoşin, dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re hîn xurt bikin, paradîgma û îdeolojiya Rêber Apo heta dawiyê bipejirînin û bixin meriyetê. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çawa ku hesabê her êrîşeke li ser Rêber Apo û gelê me dipirsin, ji ku tê bila bê wê hesabê her êrîşê ji niha û pê ve jî bi ruhê fedaî yê Leyla, Axîn, Rojhat, Erdal, Rizgar û Serxwebûnan bipirsin.

Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi vê bawerî, têgihiştin û bi vî ruhî em biryardariya xwe destnîşan dikin ku Komploya Navneteweyî parçe bikin, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe hemû erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em ji hevrêyên xwe yên ku li her qadê li dijî komployê bi fedakarî têdikoşin, ji dostên xwe û gelê xwe yê welatparêz re serketinê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Dijî Komploya Navnetewî ciwan xwe perwerde dikin

Nivîsa Pêş

EM Ê BERDEWAMIYA BILINDKIRINA AGIRÊ TOLHILDANÊ BÎNIN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
EM Ê BERDEWAMIYA BILINDKIRINA AGIRÊ TOLHILDANÊ BÎNIN

EM Ê BERDEWAMIYA BILINDKIRINA AGIRÊ TOLHILDANÊ BÎNIN

Du baskên ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê tên rastî hev

Du baskên 'Meşa Azadiyê' li Amedê tên rastî hev

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.