Enter your email Address

Çarşamba, Temmuz 30, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

YPJ: Hevrêya me Nûdem ji ber nexweşiyê şehîd bû

Fermandariya Giştî a YPJ’ê diyar kir ku hevrêya wan Nûdem Wan di 17’yê Çileyê (2024) de ji ber nexweşiyê şehîd bûye.

Edîtor: Çekdar Amed
21/01/2024 - 11:00
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 4 mins read
A A
YPJ: Hevrêya me Nûdem ji ber nexweşiyê şehîd bû
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya YPJ’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û nasnameya Şehîd Nûdem Wan eşkere kir.

Daxuyaniya ku li ser têkoşîn û kesayeta Şehîd Nûdem jî agahî hatine dayîn wiha ye:

“Gelê me yê Bakûrê Kurdistanê li hemberî her cûre polîtîkayên înkar û îmhayê tu car serî netewandiye û herdem xeta berxwedanê esas girtiye. Fikir û ramanên Rêber Apo bandoreke diyarker li ser rastiya gelê Kurd kir û ev rastiya berxwedanê jinên wêrek yên weke Nûdem afirandin. Hevrêya me Nûdem di sala 1991’an de li Bakurê Kurdistanê li bajarê Wanê di nava malbateke welatparêz de çavên xwe li jiyanê vedike. Malbata hevrê Nûdem yek ji malbatên hêja û qedirbilind e ku ji bo tekoşîna azadiya Kurdistanê berdelên giranbûha dane û li gel vê jî herdem xwedî li rûmeta netewî derketine.

Hevrê Nûdem di sala 2011’an de tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Bi destêpêkirina şoreşa Rojava re hevrê Nûdem berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Ji ber ku Nûdem sondxwariya azadiya gelê xwe bû, sînorên ku dagirkeran xêz kiribûn ji bo wê wate xwe ye winda kiribû. Li ku dibe bila bibe soza parastina civaka xwe dabû. Hevrê ye me Nûdem ji şerê destpêkê ku li hemberî komên çete û heta êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ji bo parastina axa welat bê rawestîn bi erkên xwe yên milîtantiyê rabû. Di sala 2012’an de li Serêkaniyê li hemberî komên çete yên weke El Nûsra şer kir û di eniyên herî pêş yên cengê de cihê xwe girt. Di şerê van komikên çete de li Serêkaniyê birîndar dibe lê cardin ji eniyên cengê dûr nakeve. Dema sala 2014’an DAIŞ’ê weke kombûna hemû hovitiyên pergala modernîteya kapîtalîst êrîşî Kobanê kir, hevrê Nûdem jî ji bo ku gelê xwe ji vê hovitiya sedsalê biparêze di eniyên cengê de cih girt û bû parçeyek ji berxwedaniya dîrokî ya Kobanê. Di pêngava Til Hemîs de li hemberî çeteyên hov yên DAIŞ’ê şer kir, di sala 2018’an de li Efrînê vê carê li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk şerê azadiyê da meşandin. Nûdem hem şer kir hem jî ji bo kêliyên ku di nava berxwedaniyê de hatiye jiyîn ji tevahî cîhanê re were nîşandin di rêxistinkirina fîlma Kobanê de kedeke mezin da. Tu caran ne rawestiya û di her astê de erk û berpirsyariyên ku şoreşê dan ser milên wê pêk anîn.

Hevrê Nûdem milîtaneke ku di her kêliya jiyanê bê rawestîn kelecana şoreşê di nava dilê xwe de dijiya. Yekîtiyê fikir, zikir û çalakiyê di şexsê hevrê Nûdem de teşe girtibû. Heval Nûdem xwe di xeta birdoziya rizgariya jinê de pêş xist, di nava gelê Rojava de bi dilgermî û sekna ya xwe dilnizm ve dihate nasîn. Bi feraseta xwebûna jinê xistibû nîvenga jiyanê, li her bajar û cihê ku hevala Nûdem lê kar û xebat dameşandin jinan û gelan li derdora wê kom dikir. Ji bo bibe milîtaneke piralî ya modernîteya demokratîk kesayeta xwe ava kir û li ser vê esasê hem di qada parastinê hem jî rêxistinkirina gel û teyîsandina şoreşê de bibû xwedî kedeke mezin. Hevrê Nûdem di nava refên YPJ’ê de bi sekna fedakar bû mînaka xeta mîlîtaniya APO’yî.

Heval Nûdem ku ev demek bû ji ber nexweşiyê dihate dermankirin, di dîroka 17’ê Çilleya 2024’an de li nexweşxaneya ku lê dihate dermankirin tevlî karwanê nemiran bû. Em di serî de ji bo malbata hêja ya hevrê Nûdem û gelê xwe yê welatparêz sersaxiyê dixwazin. Weke hevrêyên heval Nûdem em her çiqasî xemgîn bin jî, lê em sozdarin ku wê kelecan û herikbariya hevrê Nûdem ji bo me bibe sedema bilindkirin û geşkirina meşa azadiyê.”

Nasnameya şehîd:

Nasnav: Nûdem Wan

Nav û Paşnav: Sakîne Kaya

Navê dayîk: Helîme

Navê bav: Xalid

Dîroka Şehadetê: 17.01.2024

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanekî Rojava projeyekî pirtukxane pêşdixe li hemberî embargo

Nivîsa Pêş

TCŞ Corbeil ji bo Rêber APO li qadan e!

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
TCŞ Corbeil ji bo Rêber APO li qadan e!

TCŞ Corbeil ji bo Rêber APO li qadan e!

Li Munchenê endamên TCŞ’ê çalakî kirin

Li Munchenê endamên TCŞ’ê çalakî kirin

Manşet

  • Efrîniyên li Heseke şahiyan li dardixînin
  • Malpera Ocalanvigil nû bû
  • Li Marsîlyayê Festîvala “Bi Rêbertiya Azad re Rêxistinkirin, Bi Ciwanên Pêşeng re Ber bi Serkeftinê Ve Diçin”
  • Garip Nurhak: Meşa Dirêj Dê Ber Bi Azadiya Rêber Apo Ve Biçe
  • TekoJIN Berlînê li ser çanda şehîdan semînerek da
  • Endamên Meclîsa Ciwanan li dijî Polîtîkayên Şerê Taybet Kona Çalakiya Nobetê Vekirin
  • Li Liverpoolê Komîna Ciwanan hat damezrandin

Herî zêde hatine xwendin

  • TekoJIN Berlînê li ser çanda şehîdan semînerek da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Liverpoolê Komîna Ciwanan hat damezrandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Garip Nurhak: Meşa Dirêj Dê Ber Bi Azadiya Rêber Apo Ve Biçe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mexmûrê Şehîd Sara Hogir û Şehîd Bîşeng Birûsk hatin bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Endamên Meclîsa Ciwanan li dijî Polîtîkayên Şerê Taybet Kona Çalakiya Nobetê Vekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Rola Ciwanan di Şoreşa Rojava de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Berxwedana Zindana 14’ê Tîrmehê: Îradeya Bêdawî ya Ciwanên Apoyî û Rola Wan di Têkoşîna Li Dijî Kapîtalîzmê de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Cizirê: “Jinên Rojhilata Navîn bibin xelek derdorê Rêber APO!”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Malpera Ocalanvigil nû bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.