Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KONGRA GEL: Sala 46’an a PKK’ê derfetên pêşketinên mezin pêşkêş dike

Edîtor: Nucan Serdoz
24/11/2023 - 14:38
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KONGRA GEL: Sala 46’an a PKK’ê derfetên pêşketinên mezin pêşkêş dike
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL daxuyaniyek weşand û salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir, ji bo tevlîbûna li pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir.

Daxuyaniya KONGRA GEL bi vî rengî ye:

“Salvegera 45’emîn a damezrandina PKK’ê di serî de li Rêber Apo, li hemû endamên PKK û PAJK’ê yên li her qadan, li malbatên hevalên şehîd, li gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, li mirovahiya pêşverû ya di nava lêgerîna demokrasî û azadiyê de ye, pîroz be.

Şehîdên me yên partiyê ku xwediyê esasî yê hemû destketiyan e ku bi berdêlên giran û lehengiyan hatin afirandin, bi vê wesîleyê bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku armancên wan pêk bînin.

PKK mîlada azadiyê ya li Kurdistanê ye. Beriya PKK’ê rastiya gelekî welê hebû ku di hemû serhildanan de têk çûbû, hêviya xwe ji dest dabû, hatibû teslîmgirtin û bi gotina ‘Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye’ li goristanê hatibû pênasekirin. Têkoşîna azadiyê ya mezin a Rêber Apo ku bi PKK’ê meşand, pêşî li qirkirinê girt.

PKK berhema Rêber Apo ye. Ji bo gelekî ku hebûna xwe jê hatibû standin, ji rastiya xwe hatibû dûrxistin, PKK bû destana jinûve vejînê û vegera li jiyana azad. Ji ber vê yekê PKK mîlada vejînê ya Kurd ên azad e.

PKK’ê rastiya dîroka Kurdistanê li ser hîmên wê da rûniştandin ku ji aliyê hêzên serwer ên modernîteya kapîtalîst û sîstema mêtinger qirker ve hatibû berevajîkirin. Bi berxwedana xwe bawerî da gel. Bi pêşengiya gerîlayên HPG û YJA Starê şoreşa civaka demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê, afirand.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi pêşengiya PKK’ê li herêmê gelek pêşketin afirand. Hêzên serwer ên ku ev pêşketin li hemberî xwe weke xetere dîtin, li hemberî Rêber Apo plana komploya navneteweyî xistin meriyetê û bi vî rengî xwestin pêşî li vê pêvajoyê bigirin.

Hêzên hegemon ên naventeweyî xwestin ku bi dîlgirtina Rêber Apo ya fîzîkî li zindana Îmraliyê encamê ji pêvajoyê werbigirin. Lê belê hêzên hegemon di vê mijarê de xwe şaş kirin. Rêber Apo li hemberî komploya navneteweyî ya hêzên modernîteya kapîtalîst ku ji bo dewamkirina plana qirkirinê ya sed salî ya li ser Kurdan xistin meriyetê, bi paradîgmaya modernîteya demokratîk a alternatîf têkoşîna jiyana azad gerdûnî kir û planên sîstema serwer bêencam hişt.

Di serî de jin û ciwan, hemû hêzên li cîhanê yên di lêgerîna azadiyê de ne, bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwedî li paradîgmaya civaka demokratîk û ekolojî derketin ku xwe dispêre azadiya jinê. Di vê pêvajoyê de ku em di sedsala 45’emîn a damezrandina PKK’ê de ne, li çar aliyên cîhanê dostên Rêber Apo dest bi kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ dan destpêkirin. Ev kampanya wê gav bi gav hîn mezin bibe û belav bibe.

Polîtîkaya înkar û îmhayê ya sedsalî sîstema dewleta Tirk ji her alî ve anî ber rizandin û hilweşînê. Sîstema dewletê ya mêtinger, qirker û tekperest, bi xwespartina li polîtîkayên berjewendî û nakokiyên herêmî û navneteweyî êdî nikare dewam bike.

Doktrîna şer a sîstema dewleta faşîst ku qirkirina Kurdan ji xwe re dike esas, ji aliyê gerîla ve bêencam hate hiştin. Dewlet di polîtîkayên şer de xitimî ye. Sîstem di nava krîza aborî û hilweşîNê de ye. Faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze bi polîtîkayên şerê taybet desthilatdariya xwe dewam bike. Lê belê tirs bi kêrî mirinê nayê, çi dikin bila bikin wê nikaribin pêşî li hilweşînê bigirin.

Ji aliyê têkoşîna me ve jî sala têkoşînê ya 46’emîn a PKK’ê ji her alî ve derfetên pêşketinên mezin pêşkêş dike. Di vê pêvajoyê de divê em kampanya azadiyê ya dostên xwe xurt bikin û bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya hilweşîna polîtîkayên qirkirina Kurdan û destpêkirina pêvajoyeke çareseriya demokratîk. Ji ber vê jî li her qadê li gorî aliyên neteweya demokratîk divê em avakirina civakî pêk bînin, paradîgmaya azadiyê bixin meriyetê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji xwe re bikin esas.

Li ser vê bingehê em cejna partiyê ya 45’emîn a PKK’ê di serî de lİ Rêber Apo, li hevalên li çiya, zindan û hemû qadan têdikoşin, li gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hemû hevrêyên enternasyonal pîroz dikin û di sala têkoşînê ya 46’emîn de serketinên mezin hêvî dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwan edî bese, em rabin Serhildanê!

Nivîsa Pêş

HBDH: Berxwedana li dijî serweriya mêr divê bê mezinkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HBDH: Berxwedana li dijî serweriya mêr divê bê mezinkirin

HBDH: Berxwedana li dijî serweriya mêr divê bê mezinkirin

Li bajarê Hesekê li dijî tundiya li ser jinê semînerek ji jinên ciwan ên karker re hat dayîn

Li bajarê Hesekê li dijî tundiya li ser jinê semînerek ji jinên ciwan ên karker re hat dayîn

Manşet

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.