Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

YJA Starê li ber tundiya li jinê radibe

Edîtor: Nucan Serdoz
24/11/2023 - 8:59
di nav Analîz, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 5 mins read
A A
YJA Starê li ber tundiya li jinê radibe
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Jinên ku tevlî nava tevgera azadiyê dibin li her qada jiyan û şer xwedî roleke diyarker e. Gerîlayên YJA Starê ku li qada tenduristiyê wezîfedar in, têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ji bernameya taybet a Stêrk TV re axivîn.

Dr. Rûken Botan a YJA Starî di destpêka axaftina xwe de qala rol û mîsyona jinan kir û anî ziman ku ji destpêka dîrokê ve her jinekê berpirsyariya xwe ya li pêşberî civakê bi cih aniye. Rûken Botan diyar kir ku di çareserkirina pirsgirêkên civakî de jinan berê pêşengî dikirin û got, “Bi sîstema baviksalarî re jin hatin kolekirin, lê belê bi pêngava Rêber Apo re jin careke din bûn xwedî rola çalak a li nava civakê. Êdî li nava refên me, li her qadê, li her karî bi giranî hevalên jin hene. Artêşa me nîşaneya xurtbûna jinê ye. Hem weke gerîla hem jî weke doktorekê em di nava têkoşînê de ne. Ev karê me xwedî girîngiyeke stratejîk e; ji ber ku em ji hevalên xwe yên birîndar re dibin alîkar ku birînên wan sivik bikin. Weke jin em rola xwe ya li nava karên şoreşê careke din dibînin. Ji aliyê manewî ve jî wateyeke mezin a vî karî heye; ji ber ku gava mirov rehetbûna hevalên xwe dibîne, hingî gelekî kêfxweş dibin.”

Dr. Ararat Orhan jî li ser sedema tevlîbûna xwe ya li nava karên tenduristiyê got, “Piştî ku min dît, sîstema bi serweriya mêr hewl dide jinan ji her qada jiyanê dûr bixîne û pasîf bike, min xwest xwe bi pêş bixim. Min biryar da ku li qada tenduristiyê tevlî kar bibim û ji êşên hevalên xwe yên li nava refên azadiyê bibim derman. Karê li qada tenduristiyê gelekî hesas û baldar e. Jin li qada jiyanê xwe çiqasî bi pêş bixe, çiqasî xwe zane bike, ev sîstema qirker jî wê ewqasî lawaz bibe, wê dawî li polîtîkayên tundiyê bîne. Weke kedkarên tenduristiyê yên jin û şervan; armanca me ne tenê rizgariya jinê ya ji tundiya fîzîkî ye, armanca me misogerkirina azadiya jinan hemûyan e.”

HÊZA ESASÎ YA PÊŞENGIYÊ JI PKK’Ê RE DIKE HÊZA JINÊ YE

Dr. Rojda Şeval di şerê dijî dewleta Tirk de bal kişand ser rola jinê. Dr. Rojda Şeval anî ziman ku di herikîna dîrokê de jin timî bûn hedefa êrîşên desthilatdariyê û got, “Êrîşên li dijî jinê di vê demê de bi berfirehî dewam dikin. Jinên li Kurdistanê bi felsefeya Rêber Apo êdî li dijî her cûre feraseta mejiyê bi serweriya mêr disekinin û bi têkoşîna xwe dikarin êrîşan têk bibin. Dijmin jî êdî vê hêzê baş dibîne û dibêje ku hêza esasî ya ku pêşengiyê ji PKK’ê re dike hêza jinê ye. Lewma tevlîbûna hevrêyên jin li her qada şer û pêşengiya wan a ji bo têkoşînê, ji dagirkeriyê re bûye pirsgirêkeke mezin.

Gerîlayên jin îro li hemberî çekên taktîk nukleer ên li tevahiya cîhanê hatine qedexekirin, bi biryardarî têdikoşin. YJA Star bi berxwedana xwe ya li dijî dijminê qirker, jinan hemûyan dike heyranê xwe. Em jî bi karên xwe yên li qada tenduristiyê tevlî vê têkoşînê dibin. Bi felsefeya Rêbertî em karên xwe bi kelecaneke mezin û moral dewam dikin. Dema ku jin li her qadê bi wêrekî û bi îrade têdikoşin, dijmin dibîne ku nikare li hemberî gerîla encamê bi dest bixe.”

Dr. Rûken Kobanê jî ragihand ku bi destpêkirina Tevgera Azadiyê ya Kurd re ji bo bidawîkirina tundiya li jinê têkoşîneke mezin hate meşandin û anî ziman ku ev têkoşîn hîn jî dewam dike. Rûken Kobanê diyar kir ku bi saya vê têkoşînê bi milyonan jin ji bo azadiyê li hev kom dibin û got, “Rêbertî got ‘Jin azad nebe, civak azad nabe’. Bi hezaran jinan di têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirin. Di dîroka jinên Kurd de têkoşîn û berxwedan heye. Hevalên Zîlan û Bêrîtan bi çalakiya xwe ev kevneşopiya berxwedanê careke din nîşan dan. Weke YJA Starê armanca me ne tenê azadiya jinên Kurd e, em dixwazin jinên Tirk, Ereb, Azerî, Efgan û jinên li tevahiya cîhanê azad û zane bikin. Em jî ji bo bersivê bidin her cûre tundiya li jinê, têkoşîna xwe dewam dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 24’Ê MIJDARÊ 2023’YAN

Nivîsa Pêş

Dewleta Tirk a qirker li Amûdê malbatek kir hedef: 1 şehîd, 3 birîndar

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dewleta Tirk a qirker li Amûdê malbatek kir hedef: 1 şehîd, 3 birîndar

Dewleta Tirk a qirker li Amûdê malbatek kir hedef: 1 şehîd, 3 birîndar

NPG: “Em bawer dikin ku wê di sala nû ya Partiyê de serkeftinên mezintir bi dest bixin”

NPG: "Em bawer dikin ku wê di sala nû ya Partiyê de serkeftinên mezintir bi dest bixin"

Manşet

  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

Herî zêde hatine xwendin

  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Bi xwendina fikrên Rêber Apo em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtîya Xwendekarên li hev civîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.