Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
11/11/2023 - 13:00
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 72 mins read
A A
HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayê şehîd de, ev tişt diyar kirin:

“Di meha Adarê de ku êrîşên dijmin ên li ser herêma Zapê zêde bûn, hevrêyê me Bîrhat Cîlo di tunelên berxwedanê de cih girt û bi têkoşîna xwe bû mîlîtanekî mînak.

Hevrêyê me Bîrhat bi sekna xwe ya zelal a di mîlîtaniya Apoyî de, bi kêrhatinên xwe yên di şer de û bi fedakariya xwe ya di tevlîbûna jiyanê de mîlîtanekî mînak bû. Bi têkoşîna xwe bû yek ji mînakên herî baş a berxwedana fedayî ya li dijî êrîşên dijmin. Hevrêyê me Bîrhat du salan bêyî navber bi îradeya Apoyî ya xurt û bi derfetên kêm, li herêma Zapê ku dijmin bi hemû derfetên xwe berê xwe dabûyê, şer kir. Bi têkoşîna xwe îspat kir ku serkeftin bi têkoşîneke bêyî teredut û bi biryar wê pêk were. Hevrêyê me Bîrhat bi vê aliyê xwe ve bû xwedî sekneke ku bi tarzê jiyan û têkoşîna xwe mînak were girtin. Her tim wê rê nîşa me bide û bibe sedemê têkoşîna me.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Bîrhat, em ji hemû gelê welatparêz ê Heleb û Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Bîrhat Cîlo de, bi vî rengî ne:

Nasnav: Bîrhat Cîlo
Nav û Paşnav Îsmaîl Alî
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Navê Dayik – Bav: Fatma – Hisên
Cih û Dîroka Şehadetê: Adara 2023’an / Zap

Hevrêyê me Bîrhat li navçeya Şêxmeqsûd a Helebê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Piştî ku Rêbertiya me derbasî Rojhilata Navîn bû demekî kurt, malbata hêja ya hevrêyê me Bîrhat, Rêber Apo û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya wî pêş ketî, nas kir. Malbata me ya hêja kesayet, fikir û tarzê xebitînê yê Rêber Apo nas kir û bi baweriyeke mezin bû dilsozê Rêber Apo, xwedî li fikrên wî derket û beşdarî têkoşînê bû. Di van pêvajoyan de ku mirovan şerm dikir ji xwe re bibêjin Kurd, malbata hêja ya hevrêyê me Bîrhat her cure rîsk girte berçav, di nava xebatên şoreşê de cih girt û wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih anî. Di salên 90’î de ku têkoşîna me ya gerîla lê herî zêde bû, ji vê malbatê tevlîbûn û şehadet di nava refên gerîla de çêbûn. Ev yek bû sedem ku hîn zêdetir bibin dilsozê têkoşînê û bûn parçeyekî têkoşînê. Di pêvajoyên destpêkê yên Şoreşa Azadiya Rojava de, ev malbata me ya hêja bi kelecan û coşeke mezin tevlî xebatan bû û di nava afirênerên şoreşê de cih girt.

Hevrêyê me Bîrhat jî bi hesta welatparêziyê ya ku ji malbateke bi kok a bi vî rengî tê, di sala 2012’an de ku Şoreşa Azadiya Rojava pêş ket, partiya me PKK nas kir. Hevrêyê me Bîrhat di şexsê Rêber Apo de ku ruh da Şoreşa Azadiya Rojava û bi fikrên xwe bû mîmarê şoreşê, têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Bêyî ku kêliyekî jî du dil bimîne, tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me destpêkê di nava xebatên ciwanan ên herêmî de cih girt. Piştre dema ku êrîşên çeteyan li ser Helebê ku gelê me sîstema xweseriyê lê ava kir, çêbûn bi berpirsyariya xwezayî di çeperên berxwedanê de cih girt. Li vir bi tevlîbûna xwe ya li çeperên şer tevlêkarî kir ku Şerê Gel ê Şoreşgerî bi hemû astên xwe bi rengekî serkeftî pêk were. Hevrêyê me Bîrhat di vê pêvajoyê de mîlîtanên Apoyî yên ku xwe bi felsefeya Rêber Apo perwerde dikin, nas kir. Ji wan bandor bû û tevlîbûneke hîn bi profesyoneltir ji xwe re esas girt. Sala 2015’an şerên tund û lehengiyên mezin li Helebê çêbûn. Hevrêyê me Bîrhat tevlî pêvajoya şer bû û bi cesaret û fedakarî di berxwedana li vir de cih girt. Hevrêyê me di şer de ji destê xwe birîndar bû. Piştî ku demekê perwerde dît, car din vegerî çeperên berxwedanê. Hevrêyê me vê carê bi îdîaya serkeftinê û tecrube tevlî xebatên şoreşê bû. Ji bo ku şerekî hîn bi bandortir bimeşîne û wezîfeyên xwe yên şoreşê bi rengekî serkeftî bi cih bîne, xwe di warê leşkerî û bîrdozî de pêş xist. Hevrêyê me her roja ku derbas bûyî, xwe pêş xist. Bi dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê re, kesayeta xwe ya dirûst, tevlîbûna xwe ya fedakar û bêyî hesab rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Bîrhat bi temamî xwe fedayê şoreşê kir. Her kêliya xwe bi lêhêrbûnê derbas kir ku Rêber Apo hîn baştir fêm bike û şoreşê hîn mezintir bike. Lewma xwe ji tevahiya şoreşê berpirsyar dît û tevlîbûna xwe li ser vî esasî hîn mezintir kir. Dema ku sala 2018’an dewleta Tirk a qirker êrîşên dagirkeriyê li ser Efrînê da destpêkirin, hevrêyê me derbasî Efrînê bû. Li vir li gel xwişka xwe Vejîn – Semîra Alî li dijî dagirkeriya Tirk şer kir. Hevrêya me Vejîn di şerê Efrînê de ku lehengiyên mezin lê çêbûn, bi fedayiyane şer kir û şehîd bû. Ev şehadet hevrêyê me Bîrhat pir bandor dike. Hevrêyê me Bîrhat ku ew bi xwe jî di vî şerî de bi giranî birîndar dibe, şehadeta hevrêya me Vejîn û şehadetên din dike sedemê têkoşîneke xurttir û li ser vî bingehî dikeve nava lêgerînê ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Bi taybetî hevrêyê me dixwest li dijî dagirkeriya Tirk bi rengekî bi bandor têkoşînê bimeşîne û fikirî ku ev yek li çiyayên Kurdistanê bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e.

Li ser vê bingehê hevrêyê me berê xwe da çiyayan û bi tevlîbûna nava refên gerîla biryardariya xwe ya têkoşînê mezin kir. Her çendî hevrêyê me bi îdîayek mezin û li ser esasê serkeftinê berê xwe dabe çiyê, di warê şert û mercên jiyanê de zehmetî jiyabe jî, bi hêrsa tolhildanê di demeke kin de zû hînê jiyanê bû. Hevrêyê me bi sûdwergirtina ji tecrûbeyên hevrêyên xwe, firsend dît ku xwe di taktîkên şerê gerîla de hîn kûrtir bike. Hevrêyê me Bîrhat ku bi taybetî dixwest di Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de pêş bikeve, di gelek branşan de pisporî ji bo xwe kir hedef. Hevrêyê me Bîrhat ê ku bawer dikir tenê bi bûyîna gerîlayekî pispor di hunera şer de dikare li hemberî dijmin têbikoşe û sira serkeftinê di vir de veşartiye, li ser vê esasê bû xwedî kedek mezin. Hevrêyê me ku bi kesayetiya xwe ya ji hînbûn û pêşketinê re vekirî û milîtanekî Apoyî ye, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak, ji bo ku tiştên hînbûne bikaribe bixe pratîkê di çûyîna qadên pêş de her tim israr kiriye. Hevrêyê me yê ku ji bo bersivê bide êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna derbasî herêma Zapê bû, ji destpêka şer ve cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt. Hevrêyê me yê ku li gelek herêmên Zapê li dijî êrîşên di sala 2021’an de destpê kiribûn şer kir, bi taktîkên xwe yên gerîlatiya pispor derket pêş.

Hevrêyê me Bîrhat ê ku bi hemû hêza xwe tevlî çalakiyên serkeftî yên li dijî êrîşên dijmin ên dagirkeriyê li Zapê bû, bi ruhê serkeftinê û tevlîbûna xwe ya bi cesaret ji bo hevalên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me yê ku ji tunelên berxwedanê yên li herêma Zapê ku veguherî kelha berxwedanê, heta tîmên gerîla di gelek qadan de cih girt, bi helwesta xwe ya zelal di milîtaniya Apoyî de bû şervanekî azadiyê yê mînak.Hevrêyê me Bîrhat ku di meha Adarê de di tunelên berxwedanê de li hember êrîşên dijmin bê tawîz li ber xwe da û şer kir, weke milîtanekî Apoyî yê fedayî li dijî hewldanên dijmin ên bêîradekirin û teslîmgirtinê sekinî û bi rîska şehadetê israra xwe ya di berxwedanê de nîşan da. Hevrêyê me Bîrhat ku di wê baweriyê de bû ku serkeftin tenê bi berxwedaneke bi bandor û bi ruhê serkeftineke mezin pêkan e, di vê wateyê de weke milîtanekî fedayî heta kêliya şehadeta xwe bi baweriyek mezin şer kir û têkoşîna xwe derxist asta herî jor. Weke hevrêyên wî em ê bi rêberiya hevrê Bîrhat bi hişmendiya layiqî hemû şehîdên xwe di şexsê wî de têbikoşin û teqez em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Projeyek din a hilbirandina semada xwezayî

Nivîsa Pêş

Ciwanên Kobanê li dijî êrîşê li ser navenda ciwanan a Minbic daketin kolanan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Kobanê li dijî êrîşê li ser navenda ciwanan a Minbic daketin kolanan

Ciwanên Kobanê li dijî êrîşê li ser navenda ciwanan a Minbic daketin kolanan

‘Sedsala 21’ê wê bibe sedsala azadiya jinê‘

‘Sedsala 21'ê wê bibe sedsala azadiya jinê‘

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.