Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

‘Sedsala 21’ê wê bibe sedsala azadiya jinê‘

Edîtor: Nucan Serdoz
11/11/2023 - 15:00
di nav Bakur, Ciwan, Giştî, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
‘Sedsala 21’ê wê bibe sedsala azadiya jinê‘
ParvekeTweet

STENBOL – Komara ku sedsaliya xwe qedand, di dîroka xwe de tim hewl da bi qirkirin û komkujiyên li dijî gelê Kurd hebûna xwe bidomîne. Dewleta ku di van rojan de ketiye sedsala xwe ya duyemîn bi şêweyên cuda êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd didomîne, bi taybet li dijî ciwanên Kurd û jinên Kurd ketiye nava hewldaneke taybet.

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Eylem Sarûca, polîtîkayên dewletê yên li hemberî jinên Kurd û bûyerên di dîroka komarê de nirxand.

‘DEWLETA TIRK HEBÛNA XWE BI KOMKUJÎ Û QIRINÊN LI SER KURDAN DOMANDIYE‘

Sarûca destnîşan kir ku netewperestiya li Tirkiyeyê di tevahiya dîroka komarê de bi zext û komkujiyên li ser gelê Kurd hebûna xwe domandiye û diyar kir ku polîtîkayên dijminane yên li dijî hebûna Kurdan bi sed sal in dewam dikin û wiha got: “Netewperestiya ku dibêje yek ziman, yek al, yek welat sed sal in xwe weke şêweyekî rêveberiyê ferz kiriye û ev yek didomîne. Polîtîkayên dijminahiyê yên li hemberî zimanê Kurdî, çanda Kurdî û hebûna Kurdan zêdeyî sed sal in û heta roja me ya îro jî didomin. Faktorekî din jî diyardeya nijadperestiyê ye. Ji bo vê hewce nake mirov zêde li paş biçe, em îro jî dibînin civakê ji hev cihê dikin. Tirkiye di şerên ku di dîroka komarê de daye destpêkirin, her tim jinan hedef girtiye. Bi taybet li Kurdistan, Dersim, Mereş, Zîlan û Rojava jinên Kurd kiriye hedef, çi bi teşîrkirina bedenên jinê, çi jî bi qetilkirinê be. Ji ber ku aqilê dewleta mêr di dîroka şerên cîhanê de bedena jinê weke xenîmet dîtiye. Di şer û komkujiyan de jin bûne hedefa yekemîn. Tirkiyeyê jî di dîroka xwe ya komarê de ev yek li ser jinên Kurd pêk aniye.“

TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ

Sarûca got ku jinên Kurd ên ku rûbirûyê êrîşên komkujî û îmhayê mane, ji salên 90’î ve ketina legerîna qadeke ku bergeha jinê bidin der û diyar kir ku bi vî rengî ji wan rojan heta roja îro têkoşîna xwe mezin dike. Sarûca der barê pêşketina Tevgera Jinên Kurd de ev tişt anî ziman: “Têkoşîna azadiya jinê di hemû aliyan de xurt bûye. Ev rastiyeke ku nayê înkarkirin. Helbet destkeftiyên heyî di encama têkoşînên zehmet de bi dest xistiye. Ev yek jî Tevgera Jinên Kurd xurttir kiriye.”

LI DIJÎ JINAN POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET

Sarûca got ku dewlet li Kurdistanê li dijî jinan polîtîkayeke şerê taybet dimeşîne û anî ziman ku jinên ciwan bi rêya têkiliyên bêesil û qaşo têkiliyên evîndariyê tên şantajkirin û hewla sîxurkirinê tên kirin. Sarûca der barê êrîşên li dijî jinên Kurd de ev tişt anî ziman: “Pir girîng e ku polîtîkayên şerê taybet ku li Kurdistanê li nav civakê xwe dide der, lê bi taybetî ser jinan tê meşandin, bibînin. Ev polîtîkayên ku li ser civaka Kurd û jinên Kurd tên meşandin, ne tenê zirarê didin Tevgera Jinên Kurd, zirarê didin tevahiya têkoşîna jinan.”

‘EM WEKE JINÊN KURD JI BO KOMAREKE DEMOKRATÎK TÊBIKOŞIN’

Sarûca destnîşan kir ku sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinê û Tevgera Jinên Kurd wê bi israr vê yekê bînin ziman. Sarûca herî dawî wiha got: “Sedsala 21’an wê bibe sedsala jinê ku em israr tînin ziman. Di sedsala komarê de helbet em ê weke Tevgera Jinên Kurd ji bo Tirkiyeyeke demokratîk têkoşîna xwe bidomînin. Em dizanin ku divê em ji bo têkoşîna xwe bi hemû tevgerên jinan re li ser zemîneke hevpar bicivin û bi hev re têkoşîna xwe li dijî aqilê serdest a mêr mezin bikin û di çarçoveya vê têgihiştinê de pêşve biçin.“

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Kobanê li dijî êrîşê li ser navenda ciwanan a Minbic daketin kolanan

Nivîsa Pêş

Milîsên HBDH Axîn Mûş: Li bejahiya Amedê li dijî konvoya dijmin me çalakiyeke sabotajê li dar xist!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Milîsên HBDH Axîn Mûş: Li bejahiya Amedê li dijî konvoya dijmin me çalakiyeke sabotajê li dar xist!

Milîsên HBDH Axîn Mûş: Li bejahiya Amedê li dijî konvoya dijmin me çalakiyeke sabotajê li dar xist!

Li Reqayê ji bo şermezarkirina hedefkirina navenda Meclîsa Ciwanan a Minbicê meşekî hat lidarxistin

Li Reqayê ji bo şermezarkirina hedefkirina navenda Meclîsa Ciwanan a Minbicê meşekî hat lidarxistin

Manşet

  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.