Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Fermandara YPJ: Emê destkeftiyên Şoreşa Jin biparêzin

Çavkanî: JINHA

Edîtor: Nucan Serdoz
20/10/2023 - 10:30
di nav Analîz, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojava
Reading Time: 5 mins read
A A
Fermandara YPJ: Emê destkeftiyên Şoreşa Jin biparêzin
ParvekeTweet

REQA – Dewleta Tirk û çeteyên wî di 4’ê Cotmehê de li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşeke mezin kirin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya êrîşên ku ji 4 heta 9’ê Cotmehê pêk hatin eşkere kir. Di bîlançoyê de hat diyarkirin ku bi giştî 104 cihên kehrebe, gaz, av, petrol û tendirustiyê hatine wêrakirin ku gelek ji wan ji bo xizmetê ne guncaw in. Her wiha 44 kes hatine qetilkirin û 55 birîndar bûne di navbera wan de jin û zarok hene.

Li dijî van êrîşan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwest û sekneke tund nîşan dan her wiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi dehan çalakiyên tolhildanê li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de ajansa me bi fermandara YPJ’ê Zozan Brûsk re hevdîtin kir.

‘Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê di asta qirkirinê de ne’

Zozan Brûsk  di destpêka axaftina xwe de wiha behsa rêveçûna şoreşa jinan kir: “Şoreşa me bi rengekî hêsan nehat avakirin, bi ked û bedêlên giran gihîşt vê qonaxê. Her wiha bi saya bîrdoziya ku Rêber Apo ji bo me pêşkêş kir û mîrateya şehîdan em gihîştin van rojan. Şoreşa jinan cesareteke mezin di me da avakirin ku em bikaribin li dijî zordarî, êrîş û komkujiyên ku jin û gelê me bi wan re rû bi rû dimînin, têbikoşin. Ji ber vê em di zanebûna armanca çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk de ne. Bi taybetî bûyerên ku di van demên dawî de li Minbic, Dêrezor û Eyn Îsayê qewimîn ku tê zanîn ev deverena di bin tarîtiya DAIŞ’ê de bû.” Zozan Brûsk  destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze tevliheviyê ava bike û got: “A niha hevkariya di navbera dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê de li holê ye, ji bo vê hemû êrîşên li herêmên me pêk tên bi destên van herdu hêzan e. Bêguman gelê me û bi taybetî jin di zanebûna vê mijarê de ne. Lewma êrîşên niha pêk tên em nikarin weke êrîşeke ji rêzê binirxînin, berovajî di asta qirkirinê de em digrin dest. Rêbazên ku dewleta Tirk û çeteyên wî bi kar tînin, ji derveyî exlaq û rêgezên şer in.”

‘Destkeftiyên şoreşa me meşa tevahî jinan ronî kir’

Zozan Brûsk  bilêv kir ku destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû jinan bûye çavkaniya têkoşînê û got: “A niha di asta Rojhilata Navîn û cîhanê de serî hildane. Mirov dikare rewşa jinên Suweydayê weke mînakeke şênber jî bîne ziman. Jinên Suweydayê bi cesareteke mezin li dijî rejîmê serî hildane û daxwaza azadiyê dikin. Ev hêz û vîn ji berxwe ve nehatiye, çima beriya niha tu serhildanên wiha çênebûn. Em dikarin ji bo vê mijarê tesbîtek bikin. Ger ku jinan şoreş pêk neanîbûna û li dijî hemû cureyên qirkirin û êrîşan şer nekirana, wê îro nikaribûna bi wêrekiyek mezin behsa azadiyê bikin. Ji bo vê em têkoşîna jinan a ji bo azadî û rizgariyê silav dikin. Em ê jî piştgirî bidin wan û bibin parçeyek ji têkoşîna wan. Ev mijar ji bo baweriyeke bêdawî ye ku em dikarin heta dawiyê jî bibin şopdarên wê. Ev têkoşîna hevpar yekitiya jinan, sekn, vîn û hêza jinan dide der.”

‘Em ê bi dil û can şoreşa xwe biparêzin’

Fermandara YPJ’ê Zozan Brûsk  di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ew ê di eniyên şer ên herî pêş de tola jin û zarokan bigrin û wiha bi dawî kir: “Dewleta Tirk di pêvajoya bombebarana ji 4’ê Cotmehê de gelek zarok û jin qetil kirin. Bi taybetî li navçeya Eyn Îsayê zarokên 9-10 salî û jin bi rengekî rasterast hatin hedefgirtin. Em weke YPJ’ê qetilkirina jinan êrîşeke yekser li hemberî xwe dibînin. Dixwaze bi vî şêwazî şoreş û destkeftiyên jinan têk bibe. Em weke YPJ’ê artêş û baweriya parastina jin in. Ji ber vê rola ku dikeve ser milên me em ê bikin û xeta ku me di vê şoreşê de hilbijart em ê bibin serî. Me bi sekneke şoreşgerî cihê xwe di nava tevahî eniyên şer de girtiye. Em ê hebûn, destkeftî, şoreş û jinan biparêzin, me soz daye jinan û gelê xwe ku em ê di her rewşê de xwedî li soza xwe derkevin. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku divê hemû kes li derdora vê şoreşê bicive. Lewra bangewaziya min ji bo hemû jinan ew e ku bibin parçeyek ji vê şoreş û berxwedanê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

‘Biryara Katalonyayê ya naskirina Xweseriyê deriyên siyasî û dîplomatîk vekirin’

Nivîsa Pêş

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Surî bi daxuyaniyekî çapemenî tevlîbûna xwe ji bo “Pêngava Azadî” ragihandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Surî bi daxuyaniyekî çapemenî tevlîbûna xwe ji bo “Pêngava Azadî” ragihandin

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Surî bi daxuyaniyekî çapemenî tevlîbûna xwe ji bo "Pêngava Azadî" ragihandin

Jinên Ciwan ên Dêrikê li Kampa Newroz pirtukên Rêber Apo belav dikin

Jinên Ciwan ên Dêrikê li Kampa Newroz pirtukên Rêber Apo belav dikin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.