Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

HPG’ê Mîraz Serhed bi rêzdarî bi bîr anî

Edîtor: Nucan Serdoz
17/10/2023 - 11:49
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 60 mins read
A A
HPG’ê Mîraz Serhed bi rêzdarî bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

Ewladê bi wêrek ê gelê me yê Serhedê, mîlîtanê têkoşîna azadiyê û şoreşgerê profesyonel hevrêyê me Mîraz Serhed Cotmeha 2022’an di êrîşa dijmin de şehîd bû.

Hevrêyê me Mîraz ji malbateke hêja, welatparêz û bi kok tê. Bi welatparêziya Serhedê ya qedîm ku şekil daye kesayeta wî, tevlî nava refên gerîla bû û qasî 13 salan bû xwedî meşeke bê navber. Ji xebatên ciwanan heta xebatên milîstiyê, ji çiyayan heta metropolan, ji deştan heta gundan li her qadê wezîfe meşand. Xwe di gelek qad û astan de perwerde kir û bû şoreşgerekî profesyonel. Tevî ku birîndar û seqet bû, xwe ji ti wezîfeyên şoreşê neda paş û hewl da bi xwestek û hezkirineke mezin berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Hevrêyê me Mîraz mîlîtanekî pispor û şoreşgerek pêşeng bû. Meşa wî ya bi biryar wê ji me hevrêyên wî re bibe mînak. Bîranîna wî di xebatên me yên şoreşgeriyê de wê bijî û teqez wê armanca wî bi ser bikeve. Em di salvegera şehadeta hevrêyê xwe Mîraz de, wî bi rêzdarî bi bîr tînin, di serî de malbata wî ya hêja û gelê Serhedê yê welatparêz, ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Mîraz Serhed bi vî rengî ne:

Nasnav: Mîraz Serhed
Nav û Paşnav: Celal Kaya
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Navê Dayik – Bav: Kûdret – Salih
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Mîraz weke endamekî eşîra Heyderan ku bi wêrekiya xwe ya destanî bûye mijara stranên dengbêjan û bi welatparêziya xwe tê naskirin, li herêma Serhedê hatiye dinê. Malbata hevrêyê me Mîraz salên 1990’î destpêkê dibe sempatîzanê Tevgera Azadiyê. Piştî ku serhildana bi pêşengiya Şêx Seîd hat çewisandin, ji bo ku li Serhedê pêngavên bi heman rengî rû nedin, ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve pêşengên malbata hevrêyê me Mîraz sirgûnî Afyonê têne kirin. Lê li dijî vê yekê radibin, fîrar dikin, tevlî Serhildana Agirî dibin û berxwedaneke mezin raber dikin. Piştî Serhildana Agiriyê vê carê malbata wî sirgûnî Tekîrdagê tê kirin û piştî 4 salan ji nû ve vedigerin navçeya Panos a Agiriyê. Malbata wî ku her tim welatparêz bûye, piştgirî da tevgerên Kurd û Kurdistanî. Piştî ku tevgera Apoyî derket û li Serhedê belav bû, dil dide Tevgera Azadiyê.

Hevrêyê me Mîraz di nava malbateke bi vî rengî xwedî bi kok, zanebûn, ruh û çanda welatparêziyê mezin dibe û dibe xwedî kesayet. Çanda qedîm a gelê Kurd heta kûrahiyê dît. Dema ku kurê meta wî hevrê Dilager (Mecît Çelîk) sala 1989’an tevlî nava refên gerîla dibe, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike. Hevrê Dilager sala 1994’an li Tendurekê şehîd dibe, şehadeta wî hevrêyê me Mîraz hîn zêdetir girêdayî têkoşînê kir. Hevrêyê me Mîraz weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet di ferqa wezîfeyên xwe yên civakî de bû û ti carî xwe ji têkoşîna azadiyê ya gelê xwe neda paş. Tevlî gelek serhildan, meş û xebatên civakî bû. Di heman demê bi stranên şoreşê yên ji hemşeriyê xwe hunermendê şoreşger ê mezin Hozan Serhed guhdar kirî, ruhê xwe bi bask kir û gihand lûtkeyên Çiyayê Agiriyê. Ev girêdana ku bi muzîka Kurd a şoreşger re çêkirî, gihişt kûrahiya dilê wî û ew hîn zêdetir girêdayî welêt, gel û têkoşînê kir. Dema ku sala 1999’an êrîşa komploya navneteweyî li dijî Rêber Apo tê kirin û di heman salê de hevrêyê me Hozan Serhed şehîd dibe, hevrê Mîraz gelek bandor dibe. Ev bandorbûn li ba hevrêyê me Mîraz dibe sedema lêgerîneke kûr.

Hevrêyê me weke xwendevanekî serketî dixwîne û dikeve çavê mamosta û hevalên xwe. Çû beşa civaknasî ya zanîngeha Trakyayê. Li vir li aliyekî dixwend û li aliyekî jî tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Weke ciwanekî Kurd ê rewşenbîr, pêşengiyê ji xebatan re dike. Lê ji ber şerê bi faşîstan re, sala 2003’an dest ji zanîngehê berdide. Ji ber sedemên ekonomîk, di karên cuda de dixebite û alîkariyê dide malbat xwe. Di xebatên ciwanan ên qadên cuda de cih girt û demekê ji bo gerîlayan xebatên milîstiyê meşand.

Her çendî ku hevrêyê me Mîraz li gelek qadan û di nava xebatan de sûdeke mezin da, ev yek ti caran têra wî nekir. Mîna pêşiyên wî li Çiyayê Agiriyê li ber xwe dan, wî jî baş dizanî ku bêyî têkoşîna çekdarî doza me ya hebûn û azadiyê nagihije serketinê. Bi vê zanebûnê sala 2011’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Mîraz bi taybetmendiyên xwe yên zanebûna welatparêziya xurt, kesayeta xwe ya gihayî, zindî, bi xwestek û bi pratîk pir zû bi pêş ket. Potansiyela mîlîtaniyê ya mezin a di kesayeta hevrêyê me Mîraz de, pir zû xwe nîşan da û raxistp êş çavan ku wê wezîfeyên girîng bi ser bixîne. Lewma piştî perwerdeya xwe qedand, derbasî metropolan bû û bi qasî 3 salan di nava sîstema dewleta Tirk a faşîst de kar kir. Bêyî ku were girtin û ruhê dijmin pê bihese, gelek karên şoreşgerî bi ser xist. Bi tarzê xwe, kêrhatin, zekaya taktîk, kêrhatina xwe ya kamûflajê û bi baş analîz kirina dijmin hemû tedbîrên dijmin pûç kir. Bi taybetmendiyên xwe yên şopdarî, lêpirsînvan, tecrubeyên jiyanî, kêrhatina adaptasyona bilind, cesareta sînor nenas û çalakvantiya xwe encamên girîng bi dest xist. Hevrêyê me Mîraz bi cîhana xwe hestbarkirî, bi dilê xwe yê mezin û pênûsa xwe ya xurt helbest nivîsandin. Ji ber ku xwedî manewiyatek mezin û ruhekî şoreşger bû, tevî ku li metropolan, di nava sîstema modernîteya kapîtalîst û gelek qadên cuda de ma, ti carî tenezula jiyana sîstemê nekir û bi biryardariyek tam zanî sekna xwe ya şoreşger biparêze.

Sala 2014’an dema ku dewleta Tirk a faşîst û çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şoreşa Azadiyê ya Rojava kir, hevrêyê me Mîraz derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Bi rengekî aktîf tevlî pêvajoya berxwedanê ya li vir bû. Tevlî refên herî pêş ên gelek pêngavên azadkirinê bû û bi wêrekî şer kir. Di êrîşeke xwekujiyê ya ku çeteyên DAÎŞ’ê bi wesayîtê pêk anî de, ji piyê xwe yê çepê bi giranî birîndar bû û seqet bû. Tevî ku şansê wî hebû bi emeliyatê piyê xwe baş bike, lê ji bo ku ji têkoşîna şoreşgerî qut nebe red kir ku biçe tedawiyê û têkoşîna xwe domand. Berpirsyariyên girîng girt ser xwe û tevlêkariyên mezin li têkoşîna me kir. Piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Sala 2019’an di encama qezayeke perwerdeyê de, bi rengekî cidî birîndar bû. Lê vê yekê jî hevrêyê me Mîraz ji meşa şoreşê qut nekir. Hevrêyê me Mîraz bi sekna xwe ya bi biryar, cidî û bi xwestek her astengî û zehmetî kir wesîleya tevlîbûneke mezintir. Ti carî li hincetan negeriya û xwe paş de nehişt. Li ku derê wezîfeyek jê re hatiba dayîn, ji bo teqez bi ser bixîne pir dixebitî.

Kurê xalê hevrêyê me Mîraz, hevrê Rênas Serhed (Îsrafîl Dûrsûn) sala 2018’an li Amedê û keça xalê wî hevrê Guven Doza (Cansel Dûrsûn) jî sala 2022’an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê weke yek ji fermandarên fedaî û pêşeng şehîd bûn. Vê yekê hêrs û kîna hevrêyê me Mîraz a li hemberî dijmin hîn mezintir kir. Di wê ferqê de bû ku tenê bi geşkirina têkoşînê û serketinê dikare bibe layiqê şehîdan. Bi hezkirin û xwestekek hîn mezintir giranî da wezîfeyên xwe. Dirûstî, fedakarî, samîmiyet û girêdana hevrêyê me Mîraz a bi Partiyê re ew kir mîlîtanekî Apoyî ku hemû hevrêyên wî jê hez dikir. Hevrê Mîraz bû mîlîtanê serketî û hevrêyê têrker ê demên zehmet. Hevrê Mîraz xwedî rêbazeke hevrêtiyê bû ku rêbaza xebata kolektîf bi rengekî pir dilnizm pêk dianî. Ji ber van taybetmendiyên xwe şoreşgerekî profesyonel bû ku hemû hevalan dixwest li gel bixebite û bawerî dida derdora xwe.

Hevrêyê me Mîraz ji dil ji Bîrdoziya Rizgariya Jinê û Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê bawer dikir. Ji bo ku ber bi bîrdoziya Apoyî ve û tevlîbûneke tam pêk bîne, têkoşîna zayendî da. Têkildarî vê yekê xwe lêpirsîn kir û ji bo ku îdeolojiya desthilatdar a mêr derbas bike, ket nava hewldanan. Li hemberî hevrêyên jin bû xwedî sekneke bi pîvan û rêzdar.

Hevrêyê me Mîraz ku ji bo têkoşîna me ya azadiyê bi salan bêyî rawestan xebitî, li gelek qadên têkoşînê û di xebatên cuda de pratîk meşand, di Cotmeha 2022’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

‘Min got, wê êdî mîna berê nebe’

Nivîsa Pêş

HRE’yê li sê herêman li dagirkeran xist: 7 mirî, 6 birîndar

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HRE’yê li sê herêman li dagirkeran xist: 7 mirî, 6 birîndar

HRE'yê li sê herêman li dagirkeran xist: 7 mirî, 6 birîndar

Dewleta Tirk wesayîtek xelkê Mexmûrê bombebaran kir: 1 şehîd 3 birîndar

Dewleta Tirk wesayîtek xelkê Mexmûrê bombebaran kir: 1 şehîd 3 birîndar

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna Şehîd Lewend Qamişlo

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.