Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

HPG’ê şehîd Şoreş Amed bi rêzdarî bi bîr anî

Edîtor: Nucan Serdoz
16/10/2023 - 13:30
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 59 mins read
A A
HPG’ê şehîd Şoreş Amed bi rêzdarî bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku Şoreş Amed (Azîz Sonaçan) di 27’ê Tîrmeha 2017’an de li qada Tehtêreş ê Kato Jîrka di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“27’ê Tîrmeha 2017’an li qada Tehtêreş a Kato Jîrkayê hevrêyê me Şoreş Amed bi fedaî li dijî êrîşên dijmin li ber xwe da û şehîd bû.

Ewladê leheng ê Amed, milîtanê hêja yê Apoyî hevrêyê me Şoreş wezîfeyên şoreşê yên ji bo azadiya gelê xwe û paşerojeke bi rûmet hilda ser milê xwe bi serketî bi cih anî. Ji dema ku dilê xwe ket têkoşîna me ya azadiyê heta bi kêliya şehadetê bêrawestan têkoşiya û şer kir. Hevrêyê me Şoreş careke din nîşanî ciwanên Kurdistanê da ku jiyana azad tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe.

Hevrêyê me Şoreş Amed şervanê pêşeng ê milîtaniya Apoyî bû. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Şoreş Amed em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna wî derkevin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Şoreş Amed bi vî rengî ne:

Nasnav: Şoreş Amed
Nav paşnav: Azîz Sonaçan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Esma-Aydin
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Tîrmeha 2017 / Botan

Xelkê me yê Amedê ku bi welatparêzî û nasnameya xwe ya berxwedêr a welatparêziyê tê naskirin, bi salan li gel zext, êşkence û komkujiyên ku dijmin lê kir, ji sekna xwe ya bi rûmet ti caran tawîz neda. Xelkê me yê hêja ku ji bo jiyaneke bi rûmet her cûre berdêl da ber çavên xwe, ji ber vê taybetmendiya xwe ji dîrokê heta bi roja me di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de her tim bû pêşeng. Di demên herî giran ên êrişên dijmin de jî gav avêt û ruh da tevahiya gelê me, ew ber bi têkoşînê ve kişand. Xelkê me yê Amedê mîsyona xwe ya li nava têkoşîna me ya azadiyê her tim bi cih anî. Xelkê me yê Amedê ku azadiyê di ser her tiştî re dibîne, zane ku bêyî azadiyê jiyaneke mirovane nabe. Ji ber vê yekê jî ne tenê bi serhildanan, di heman demê de bi tevlîkirina ewladên xwe yên hêja li nava refên gerîla bû pîvana şoreşgerî û welatparêziyê li Kurdistanê.

Yek ji ewladên leheng ên Amedê hevrêyê me Şoreş li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe, bi vê çandê mezin bû. Hevrêyê me Şoreş jiyana azad û nû ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê li Kurdistanê şîn bû, hîn di zarokatiyê de hîs kir, bi demê re fêhm kir ku ev jiyan bêyî dayina berdêlan nehatiye afirandin. Di asta pîrozmendiyê de bi vê jiyanê re hate girêdan ku di oxira vê jiyanê de têkoşînên mezin hatine meşandin, bi hezaran şehîd hatine dayin. Gihîşt wê baweriyê ku weke ciwanekî Kurd divê vê jiyanê biparêze û ev yek jî tenê bi têkoşînê dibe. Hevrêyê me Şoreş zanîbû ku ev jiyana azad a ku dijmin her roj, di her kêliyê de bi rê û rêbazên cuda yên şerê taybet hewl dida ji holê rake, tenê bi têkoşîneke kêlî bi kêlî dikare bê parastin. Lewma destpêkê tevlî nava karên ciwanan ên welatparêz bû. Bi tevlîbûna xwe ya çalak û bi coş a li nava vî karî, di demeke kurt de li nava ciwanên Amedê bû pêşeng. Di vî karî de her tim xwe perwerde dikir, rastiya dijmin û rêbazên wê yê şerê taybet hîn bêhtir fêhm kir. Ji ber vê yekê jî ji bo karibe vê rastiyê ji ciwanên Amedê re hîn baştir vebêje, bû xwedî têkoşîneke hîn bi bandor. Hevrêyê me bi saya kûrbûnên xwe nêzîkatiyên dijmin ên li hemberî gelê me baş nas dikir, dît ku ev dijmin tenê bi têkoşîneke radîkal dikare bê têkbirin. Lewma ti carî guh neda gotinên çareseriyê yên sexte yên dijmin, xwe ji bo pêvajoya şerekî giran re amade kir. Dijmin di sala 2015’an de destpêkê ‘Plana têkbirinê’ xiste dewrê û li ser gelê me dest bi komkujiyan kir ku vê yekê pêşdîtina hevrêyê me Şoreş jî piştrast kir. Hevrêyê me Şoreş ji ber vê yekê daxwaza xwe ya têkoşîna li nava refên gerîla ku berê amadekarî jê re kiribû, bi cih anî û li Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Şoreş di demekê de ku şer giran bû beşdarî nava refên gerîla bû, ev yek ji bo xwe weke şensekî mezin dît. Piştî ku demeke kurt li herêma Amedê ma, derbasî herêma Bestayê bû. Li Botanê ku navenda şerê me yê azadiyê ye tevlî perwerdeya destpêkê ya gerîla bû, lewma di demeke kurt de ji aliyê leşkerî ve pispor bû û veguherî gerîlayekî şareza. bi dilsoziyeke mezin tevlî nava jiyanê bû, li nava refên gerîla bi vê taybetmendiya xwe yekser tevlî nava karên pratîkî bû. Tecrûbeya gerîla ya ji daneheviya dehan salan ji hevrêyên xwe wergirt, bi saya bala xwe ya li ser şer û gerîlatiyê bi baweriyeke mezin a ji xwe tevlî nava kar bû. Hevrêyê me li gelek qadên Botanê tevlî karê pratîkî bû, bi tevlîbûna xwe ya bêteredût ji hevrêyên xwe re bû mînak. Li dijî gelek operasyonên dijmin ku ji bo tasfiyekirina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê kir, timî çalakî pêk anî, derbên giran li dagirkeran xist. Ji ber ku hin hevrêyên wî di şerê giran de şehîd bû, hêrs û biryardariya hevrêyê me Şoreş a ji bo têkoşîna li dijî dijmin hîn mezin bû, têkoşîna xwe hîn bilind kir. Hevrêyê me Şoreş zanîbû ku bi dilsoziya bi bîranîna şehîdan û pêkanîna armancên wan dikare hêjayî şehîdan be, bi vê têgihiştinê tempoya têkoşînê her roj hîn mezin kir. Di nava karên pratîkî de bi nîqaşên ku li gel hevrêyên xwe kir û bi kûrbûnên xwe hewl da felsefeya Rêbertî fêhm bike, bike bingeha jiyana xwe û di vê çarçoveyê de kete nava hewldanên girîng. Hevrêyê me Şoreş pê hesiya ku tenê bi pêşvebirina xwe ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve dikare bibe milîtanekî xurt ê Apoyî, bi vê têgihiştinê li her qadê kûrbûna xwe dewam kir û bû milîtanekî pêşeng ê Apoyî. Hevrêyê me Şoreş ji xwe re kir pîvanek ku li ku derê pêwîstî hebe li wir be, her wezîfeyê bi cih bîne û di sala 2017’an de derbasî herêma Kato Jîrka bû, li vê derê têkoşîna xwe dewam kir.

Di gelek çalakiyên dijî dijmin de yên li herêma Kato Jîrkayê bi wêrekiyeke mezin bi rolên girîng rabû û bû çavkaniya hêzê ji hevrêyên xwe re. Li Katoyan ku jiyana li wê derê fedaketiyên mezin ferz dike, hevrêyê me Şoreş gerîlatî kir û bi kesayetiya xwe ya kedkar li pêş bû. Bi enerjiya xwe ya bê dawî ku wezîfeyên herî zehmet bi cih dianî, pêşengî ji her karî re kir. Di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmetê. Li hemberî êrîşên dijmin ên 27’ê Tîrmeha 2017’an careke din li refên herî pêş şer kir û gihîşt şehadetê. Bi vî rengî têkoşîna xwe di asta herî bilind de qedand.

Weke hevrêyên wî, di şexsê hevrê Şoreş de ku bi fedaîtî şer kir û şehîd bû, em careke din soz didin ku armancên şehîdên şoreşê hemûyan pêk bînin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla TV dîmenê 5 çalakiyan weşand

Nivîsa Pêş

Daxuyaniya Tamîliyan a li ser pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Daxuyaniya Tamîliyan a li ser pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’

Daxuyaniya Tamîliyan a li ser pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re'

HPG: “Dagirkerên li Serhedê bûn hedefa çalakiya koordineyî ya Gerîla”

HPG: "Dagirkerên li Serhedê bûn hedefa çalakiya koordineyî ya Gerîla"

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.